Gorey xatirayên Berat Beran jinan dûra çare dîtine: Wan bi laçikekê çavên Salih Emi girêdidane û werga bi rîtma cimbişa wî xwe dihejandine, lotik diavêtine.
***
Tarîx û xatira raber dikin ku bo jinên sedsala 20an îcrakirina muzîkê li dera han, guhdarkirina wê jî meseleyeka zor û zehmet bûye gorey îro ro.
Mesela, li Urfaya ku merkezeka muzîkê ye, sazbendên kor diçûne def û dawet û şemateyên jinan, bi tenê ji wan re îzin hebûye ku bo jinan bistrên û wan bireqisînin.
Ermenî Circisê Kor, bi navê xwe yê resmî, Circis Gümüşkalem -bi vî navî bi şairîya xwe jî tê naskirin- û Ermenî Bogosê Kor ji wan muzîsyenan bûne.
Diyarbekirîyê sedsala 20an Berat Beran jî di xatirayên xwe de, pir ecêb pir enteresan, nola ku sahneya fîlmekê be, behsa korkirina muzîsyenekî dike.
Berat Beran dibêje li meheleya me Salih Emi hebû, cimbiş lêdixist, dibêje, şertan rê dida ku jin jî bi wî re bistrên, lê dibêje îzin tunebû ku ew rabin li ber wî bireqisin, govendê bigerînin.
Gorey xatirayên Berat Beran jinan dûra çare dîtine: Wan bi laçikekê çavên Salih Emi girêdidane û werga bi rîtma cimbişa wî xwe dihejandine, lotik diavêtine.
Meseleya korbûnê û korkirinê tesîr li muzîsyenên dewrekê kiriye ku dostê dengbêj Baqî Xido, kemançî Mihemed Xelîl Xazî bi çavên dibînin di roportajekê de dibêje ew di nêv qîz û jinan de jî bûne, lê wan bi şerefa xwe îşê xwe kiriye, kes ji wan neêşîyaye, kesî ji wan zirar nedîtiye.
Bi wî hawî çû, bi vî hawî hat ku sedsala 21ê ji dengê Aynur Doğanê wê kilama Meraşê bibihîsî bêmehne, kerr bîyê yarê, kor bîyê yarê, bêbext yarê..
Çavkanî:
Abuzer Akbıyık, Şanlıurfa Sıra Gecesi, Şanlıurfa, 2006.
Berat Beran, Henek, İletişim Yayınları, İstanbul, 2008.
Alî Alxasî, Ji Meraşê Xeberek Hat, Weşanên Pêrî, Stenbol, 2003.