Lêker ne tenê hêmanake sereke ya cureyên bêjeyan û hevokê ye, bi rastî jî ew jêderka hin cureyên peyvan ên wekî navdêr û rengdêran in jî. Ji rayeka dema niha û ji rayeka dema borî, hem bêyî gireyên dariştina peyvan hem jî bi alîkariya wan, gelek bêje tên çêkirin.
***
Lêker ku kir û karekî, qewimîn û bûyînekê, bizavek û tevgerekê û rewşekê didin zanîn, di heman demê de têgiha kes û demê jî didin xuyakirin. Wekî ji pênaseyê jî tê fehmkirin, ew hem kar, rûdan û tevgerên heyberan û rewşa wan a ku ew tê de ne radigihînin hem jî ew çemka kes, dem û darazê jî didin diyarkirin. Ji bilî van, ew hêmaneke giring ên cureyên bêjeyan in ku ew wekî hîmê zimên jî tên hesibandin.
Hîn di demên kevnar ango antîk de, pirs hatiye kirin bê ka serê pêşîn lêker hebûne yan jî navdêr. Li gorî angaşta hin zimannasan, mirovan ji cureyên peyvan serê ewilî lêker afirandine. Eger bi şêweyeke din were gotin, peyvên pêşîn ên mirovan ew gotine û bi lêv kirine, lêker in û navdêr jî ji wan hatine afirandin. Em vê mijarê bidin aliyekî, lê rastiyek heye ku ji nav cureyên bêjeyan herî zêde peyv ji lêkeran tên zêdekirin. Ji ber vê rewşê ew mak û kana hilbirandina bêjeyan û çavkaniyeke xurt a dewlemendkirina gencîneya peyvan in ku ew mîna zengîniya peyvan û ferhengê jî tên dîtin.
Ji bo zaravayê kurmancî em vê jî diyar bikin ku ji aliyê binyadî ve lêker ji kîjan senifan û polînan dibin bila bibin, di rewşa raderê de navdêr in jî. Her wiha, hem ji rayekên wan ên dema niha hem jî ji rayekên wan ên dema borî hin cureyên peyvan tên darêştin û rayekên wan ên dema niha jî wek paşgir tên bikaranîn. Jixwe hemû kesên li ser kurmancî xebitîne, ji vê rewşa hanê agahdar in û wan bal kêşaye ser van taybetmendiyên lêkeran. Loma ez dê bi dayîna nimûneyan li ser van xalan yeko yeko nesekinim. Ji bo me mijara giring ew e ku ka di kurmancî de ji awayê raderî ya lêkeran jî cureyên bêjeyan tên dariştin an na. Mebesta me ya ji vê nivîsarê, peydakirina bersiva vê pirsê bi xwe ye.
Der heqê vê mijarê de min lêkolîneke biçûk kir û ez bi dû wan nimûyan ketim ku peyv li ser awayê raderî yê lêker hatine çêkirin. Min ew ji nav zimanê gelêrî, ji nav zimanê xelkê bi xwe, ew zimanê ku qet nebe van salên dawî dest lê negeriya, ji bo dabaşa xwe ev nimûneyên hanê peyda kirin: avdanî, bazdanok, bazdankê, birînge, çandinî, çavgirtinek, dangeh, dirûngeh, dîtinî, dotinî, dotinvan, gotinbêj, gotinçors, gotindar, gotingerîn, gotingezk, gotinok, mirinayî, mirinî, mirinoyî, mirinayî, revînek, revînok ûveşartinok.
Ji van peyvên navborî hin jê navdêr, hin jê rengdêr û hin jê jî kirdenav (îsmê fail) in, ku ew gişt ji ser awayê raderî ya lêkeran hatine çêkirin. Helbet ji bo peyitandina hebûna peyvên ku ji radera lêkeran bi xwe hatine darêştin, hewce bi xebat û lêgerîneke hîn berfirehtir heye. Lê ji bo meqaleyeke wiha berteng, bi ya min derpêşkirina van nimûneyên hanê bes e û qîmî zelalbûna mijarê dike û bi mirov re fikirekê çêdike. Bi rêya qiyasê jî mirov dikare bi palpiştiya hebûna vê yekê peyvên din jî bipirêje ango darêje û kapasîteya piraştinê ya zimanê xwe zêde bike. Tevî van, dîsan hewce ye em aşkera bikin ku li gorî foksiyona rayeka dema niha û heta ya dema borî ya lêkeran, ji radera lêkerê bidestxistina cureyên bêjeyan sînordartir xuya dike. Ya ku herî zêde dihêle peyv jê çêbin, rayeka dema niha ya lêkerê ye.
Li encamê hez dikim careke din bibêjim ku lêker ne tenê hêmanake sereke ya cureyên bêjeyan û hevokê ye, bi rastî jî ew jêderka hin cureyên peyvan ên wekî navdêr û rengdêran in jî. Ji rayeka dema niha û ji rayeka dema borî, hem bêyî gireyên dariştina peyvan hem jî bi alîkariya wan, gelek bêje tên çêkirin. Îcar hebûna paşgir, pêşgir û navgiran derfeteke din didin mirov ku bi saya wan zêdetir peyv bên duristkirin. Ev rewş jî dibe wesîleya zengîniya rê û rêbazên çêkirina bêjeyên nû û her wisan dabînkirina hewcehiyên zimên û berfirehkirina gencîneya wî ya peyvan.
Ziman ne diyardeyeke sekan e, bi geşedan, qewam û hasilbûna pêdiviyan re, pêwîstî bi bêjeyên nû çêdibe. Hin peyv çendî ji ber xwe ve yan jî ji aliyê bikarhênerên civaka zimên ve bên çêkirin jî, hewcehî bi maytêkirineke îradî heye. Ev an bi xebatên endamên saziya wî zimanî bi xwe yan jî, ji hêla otorîteyên wî zimanî ve tê kirin. Ji bo ku ev têkilîpêkirineke vînî ya ji derve ve pêk bê jî, lazim e haya meriv ji taybetmendiyên zimên, ji hêza wî ya darêştin û hilberîneriyê, ji erk û fonksiyona gireyan, ji azîna piraştina bêjeyan hebe û bikare ji van derfetên zimên sûd wergire. Tu zimanekî standard, tu zimanekî nivîskî yê ku dest lê negeriya be nîn e.
Not: Mala wî ava, pirsa Îshaq Baravî bû wesîle ku ez bi kurtasî li ser vê mijarê binivîsim. Ji bo kesên meraqdar divê ez diyar bikim ku gotareke min a berfireh û bikitekit a têkildarî vê mijarê, bi navê “Ji Lêkeran Çêkirina Hin Cureyên Bêjeyan” di hejmara 25’an, Bihar 2017 a Zendê de, hatiye weşandin.