Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Genetîk û Hawirdor: Mîmar û Dekoratorên Kesayetiya Me

23/07/2023

Her kes têkileke bêhempa ye ku ev têkil ji taybetmendî, meyl û xisletên ku kesayetiya wan kesan pêk tîne ye. Kesayetî bi gelemperî diyar dike ku em kî ne û em bi cîhanê re çawa hevbandorî dikin. Lê ew çi ye ku şikil dide van kesayetiyên me? Bersiva vê pirsê di nîqaşek kûrûdirêj de veşartî ye: Xweza (nature) yan xwedîkirin (nurture). Niha, êdî, em dizanin ku ew ne xweza yan jî xwedîkirin e, lê xweza û xwedîkirin e, ku ew wekî nexşekî bi hev ve hûnandî ne. Tevna tevlihev a kesayetiya me ji du deziyên bingehîn tê hûnandin: Pêkhateya me ya genetîkî (xweza) û derdora ku em tê de mezin dibin (xwedîkirin). Armanca vê nivîsê ew e ku li hevbandoriya efsûnî ya van faktorên ku şikil didin kesayetiya me, hûr bibe.

Gen: Avahisazên Kesayetiya Me

Ev dehan sal in, zanyar têkiliya di navbera gen û kesayetiyên me de lêkolîn dikin. Vedîtinên wan destnîşana vê encamê dikin ku bi domdarî pêkhateya me ya genetîkî di şikilkirina em kî ne de roleke girîng dilîze. Lêkolîneke berfireh ku ji hêla Polderman û hevkarên wî ve di sala 2015an de hatî weşandin, ji bo danîna vê rewşê di perspektîfekê de, hin hêjmarên miesir danî ber çavan. Polderman û hevkarên wî, ji bo ku encamên pêewletir dest bixin, teknîkek bi navê meta-analîz bikaranîn; ku di vê teknîkê de encamên xebat û lêkolînên curbicur tê tevîhevkirin. Zêdetir, wana bala xwe dan li ser xebatên ku cêwî (twins) beşdar in.

Bijartina lêkolînên li ser cêwiya pirr girîng e, ji ber ku genên cêwîyên ji yek hêkê hema bêje ji sedî sed wekî hev in. Û ji ber vê yekê, cudahiyek çawalêhato ya navbera wan de mihtemelen ji ber faktorên hawirdorê ne. Lêkolîner, bi saya berhavdana genên cêwîyan yên wekhev û cêwî yên ne ji yek hêkê, ku tenê ji sedî pencî genên wan yek in, dikarin texmîn bikin ku ka çiqasa guherbariya di taybetmendiyêkî de ji ber bandorên genetîkî ne û çiqas ji ber bandorên hawirdorî ne.

Polderman û tîma wî, piştî analîza lêkolînan, dîtin ku ji %40 heta %60ê guherbariya (variability) di teybetmendiyên kesane yên diyarkirî de, dikare bi faktorên genetîk bê ravekirin. Bi gotineke din, DNAya we hema bêje dikare nîvê taybetmendiyên kesayetiya we kifş bike.

Di vê xebatê de, taybetmendiyên kesayetiyê ên wekî “Pêncên Mezin” [Big Five] tên nasîn, hatine vekolîn. Ev taybetmendî wiha ne:

1. Bistehî (extrovert): Ew bêtir li ser wê yekê ye ku hûn yekî/a ji mirovan hez dikin in an yekî/a hinekî şermok in. Ew, bi esasî, hûn çawa bi rewşên civakî re mijûl dibin û hîs dikin e.

2. Vekirina ji tecrûbeya re (openness to experience): Daxwaza we ya ji bo ceribandina tiştên nû û pejirandina ramanên nû.

3. Lihevhatîbûn/Ahengdarî (agreeableness): Hûn bi kesên din re çiqas hevkar in û ji wan re dilovan in.

4. Wijdanîbûn (conscientiousness): Asta we ya rêxistinî, berpirsiyarî, û pêbawerî ye.

5. Neurotîzm (neuroticism): Hûn çiqas hestên neyînî yên mîna fikar û hêrsê hîs dikin, hene.

Hawirdor: Dekoratorên Kesayetiya Me

Genan wekî binyata xaniyekê bifikirin. Gen şikil û çarçoveya em kî ne xêz dikin; wekî ku çawa îskeletê xaniyekî fikrekî dide me ku ode û derî dê li ku bin. Lêbelê, mîna ku çawa mirov xaniyekî boyax dikin, dixemilînin û li gorî kêfa dilê xwe diguherin, serpêhatî û dorhêla me jî dikare şikil bidê kesayetiya me û wê biguherîne.

Ev şikildan, bi rêya ku mirovên em bi wan re mezin dibin, hevalên ku em pê re dem derbas dikin, pere û semyanên em xwedîne û serpêhatiyên me yên jiyanê yên bêhempa pêk tê. Ev hemû faktorên hawirdorî dikarin wekî dekorasyonên xuyakirina “xaniyê” kesayetiya me diguhere, werin hesibandin.

Lêkolînek di sala 2006an hatî kirin de encamek balkêş hat gihiştin: Ger dêûbav ji zarokên xwe re jidil û dostane û bihest bin, ew zarok li ser meyla ku bêtir biwijdan û lihevhatî ne. Biwijdanîbûn tê wateya baldarbûn an jî hişyarbûnê; lihevhatîbûn jî tê wateya başbûn an kêfxweşbûnê (Roberts et al,. 2006).

Lêbelê, ev nayê wê wateyê ku ev taybetmendî, berê di van zarokan de qet tune bûn. Bêtir ew wekî jidil û dostane û baldariya dêûbavan e ku ev taybetmendî derxistiye holê û pêş xistiye. Hema wekî ku bexçevan tîrêja rojê û avê bide nebatekê û bi vî awayî bibe alikar ku ew nebat gir bibe. Ev lêkolîn ji me re destnîşan dike ku her çiqas genên me wekî destpêka kesayetiya me jî bin, hawirdora me û serpêhatiyen me dikarin li ser kesayetiya me bandoreka mayînde bikin.

Lê belê ya herî girîng ev e ku bê zanîn kesayetî ne tenê ji encamên gen an jî derdora me çê dibe. Em dikarin kesayetiyê wekî danûstendinek domdar di navbera her duyan de pênase bikin. Hawirdora me dikare biguhezîne ka genên me wê çawa tevdigerin, û genên me jî dikarin tesîrê bikin ka em ê çawa bertekan bidin hawirdora xwe. Em ji vê danûstendina dualî re dibêjin têkiliya gen-hawirdor (gene-environment interaction).

Ji bo ku em vê yekê fam bikin, em vegerin li ser mînaka xwe ya bistehê. Kesê ku meyla wî ya genetîkî li ser bistehiyê ye, heye ku ew li rewşên sosyal yên ku meylên wî yên bistehiyê xurttir dike û derdibirre, bigere. Ji aliyê din ve, meyla goşîger, heye ku bibe sebeb ku ew kes çalakiyên bi xwe re tercîh bike û bi vî awayî, teybetmendiyên xwe yên introvertê pêş bixe. Ji ber vê yekê, genên me ne tenê kesayetiya me ava dikin, lê di heman demê de, rê dide ku em berê xwe bidin derdorên ku vê bandora me ya genetîkî piştrast û xurt dikin.

Eşkerekirina pêwendiya faktorên genetîkî û hawîrdorî yên di pêşketina kesayetiyê de, ji bo gelek qadan bandorên kûr çêdike. Dema ev pêwendî tê fehmkirin, heye ku bibe alikar ku di perwedehiyê de, şêweyên hînkariyê li gorî kesayetiyên cuda yên xwendekaran bên avakirin. Di psîkolojiyê de, ev agahî dikare di afirandina destekariyên başker yên hê bêhtir şexsîkirî de bibe alîkar. Di asta civakî de, ew dikare siyasetmedaran agahdar bike ku ew aloziya pêşketina kesayetiyê qebûl bikin û ji bo civakeke fêhmbar û berfirehtir, polîtîkayan biafirînin.

Di encamê de, çêbûna kesayetiya me pêvajoyek tevlihev û domdar e, û her tecrûbeyeka me li ser kesayetiya me bandorek domdar çêdike. Kesayetiyên me ji bo pêwendiya efsûnî ya genetîk û hawirdora me delîlek in; ku ew herdu jî ji bo kesaniya me ya bêhempa ava bikin, bi yekdengî bi hev re dixebitin. Her ku em li ser vê pêvajoyê agahdartir dibin, em neynikê ji cewhera kesayetiya mirovan re digirin û rêwîtiyên mirovan yên hevpar, lê di heman demê de ji hev cuda, tînin bîra xwe.

Çavkanî:

Polderman, T. J., Benyamin, B., de Leeuw, C. A., Sullivan, P. F., van Bochoven, A., Visscher, P. M., & Posthuma, D. (2015). Meta-analysis of the heritability of human traits based on ten fifty years of twin studies. Nature genetics, 47(7), 702-709.

Roberts, B. W., Walton, K. E., & Viechtbauer, W. (2006). Patterns of mean-level change in personality traits across the life course: a meta-analysis of longitudinal studies. Psychological bulletin, 132(1), 1-25.

Scarr, S., & McCartney, K. (1983). How people make their own environments: A theory of genotype→ environment effects. Child development, 54(2), 424-435.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê