Kadri Kurt: Feqîyê Teyran şairê eşq û tebîetî ye

12/12/2023

Belgefîlma Feqîyê Teyran 8ê Berfanbarê li Amedê, li Mordem Sanatê galaya xwe kir. Çendîn nivîskar û akademîsyenan di galayê da cih girt. Eleqeyeka baş hebû ku hema bibêje temamîya salona Mordem Sanatê tejî bûbû.

Derhênerên Belgefîlma Feqîyê Teyran Kadri Kurt, Bedran Tekin û Rıdvan Kuday in. Gelek kesan di vê belgefîlmê da kar kirîye ku Doç. Dr Serdar Şengül jî şêwirmendîya wê kirîye.

Ji pisporên qadê yên edebîyata klasîk yên wekî Prof. Dr Abdurrahman Adak, lêkoler Xalit Sadini û nivîskar Gulistan Çoban sûd hatîye wergirtin û di belgefîlmê da wan çîrok, temaya eşqê û serpêhatîya Feqîyê Teyran vegotine û derbarê wî da agahî dane.

Ev belgefîlm bi piştgirîya Wephotos Art Space, Atolyeya A4 û Vahahubus hatîye amadekirin.

Yek ji derhênerên belgefîlma Feqîyê Teyran Kadrî Kurt dibêje ku wan berîya sê salan dest bi vê xebatê kirîye. Wan kêşana belgefîlma xwe li Hîzan, Wan û Miksê kirîye. Kurt dîyar dike ku cîyawazîyeka mezin ya tebîet û coxrafyaya kurdan heye û ew dibêje Feqîyê Teyran şairê eşq û tebîetî ye, Feqî têkilîyeka xurt ligel tebîetî heye û ew ligel av û teyran axivîye ku mirov dikare birehetî di beytên wî da wan hêmayan bibîne.

Kurt destnîşan dike ku ev belgefîlm rengvedana tebîet û Felsefeya Feqîyê Teyran e. Kurt destnîşan dike ku wî xwestîye rêşopa Feqîyê Teyran derxe meydanê ji ber vê yekê jî wan xwestîye belgefîlmeka wiha bikêşin.

Ew dê li ser kesayetên edebîyata klasîk xebatên xwe bidomînin û ew dê belgefîlma çend kes din jî çêbikin. Wan nîyet e li ser kesayetên wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Evdirehmanê Axtepî û gelek kes din belgefîlman çêbikin û wekî serîyeka belgefîlman li ser platfomeka dîjîtal bar bikin.

Kurt destnîşan dike ku dora belgefîlma Melayê Cizîrî ye û ew dê li ser wî bixebitin. Ew yek ji armancên xwe yên çêkirin û belavkirina van belgefîlman wisa bi nav dike ji bo ku xelk derbarê jîyan û felsefeya wan ya kûr da agahdar bibin û fêr bibin. Ew ferq û cudahîyekê dixe navbera agahîyên nivîskî û yên dîtbarî. Kurt dibêje ji bo ku mirov derbarê şexsekî da agahîyan fêr bibe divê mirov bikeve nav xebatên kûr û bi saetan lêkolînan bike lêbelê vê belgefîlmê alîyê taybet yê Feqîyê Teyran derxistîye meydanê û bi awayekî konsantre ew pêşkêşî bînerên xwe kirîye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Engin Ölmez

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Şîrove bike

Weşana berê

Firat Cewerî Xelata Akademîya Swêdê wergirt

Weşana paşê

Tecrube û Zanîn

Te hay ji vê heye?