Eleqeya ku em nîşanî peyvan didin, esas divê em nîşanî sîstema zimanê xwe bidin. Minaqeşeyên ku em li ser peyvan dikin, esas divê em li ser sîstema zimanê xwe, li ser sentaks û gramer û îmlaya zimanê xwe bikin.
***
Ji bo her zimanî tiştê eslî sîstem e, çimkî ziman bi sîstema xwe dibin ziman. Tiştê ku nasnameya zimanî diyar dike jî dîsa sîstem e, ne ku peyv e. Li dinyayê ji alîyê peyvan ve tu zimanekî homojen nîne. Çimkî ziman hem nikarin xwe ji peyvên zimanên din re bigirin, hem jî tim îhtîyacê bi peyvine din dibînin. Lewre ziman ji alîyê sîstemê ve taybet û xweser in, lê ji alîyê peyvan ve mexlûte ne. Eger ji sedî 95ê peyvên zimanekî ji zimanên din jî bin, ji bo wî zimanî tu eybek yan qisûrek yan kêmasîyek nîne.
Peyv kapasîte û îmkanên îfadekirina zimanan fireh dikin. Mesela, di zimanê me de peyva “tirs”ê heye. Lê em li rex wê peyvên “heybet”, “saw”, “xewf” û “xişû”yê jî bikar tînin. Ev ji Erebî tên. Em “xewf”ê wek versîyoneka “tirs”ê, di manaya “tirsa îlahî/dînî” de bikar tînin; mesela, dibêjin “Li ser ziyaretê xewfê ez girtim.” Di manaya xwe ya “tirs”ê de peyva “heybet” jî wisa ye. Peyva “xişû” jî versîyoneka tirsê ye ku têde îhtîram heye; mesela, dibêjin “Bi xişû berê xwe bidin Xwedê.” Û peyva “saw” jî wek versîyoneka “tirs”ê di manaya “tirsa cinane/şeytanî” de ye; mesela, dibêjin “Li wê newala xalî sawê ez girtim.”
Çawa ku dixuye, van peyvan dewlemendîya îfadekirinê dane zimanê me, îmkanên vegotina Kurdî firehtir kirine ku em nikarin tenê bi peyva “tirs”ê wan manayan çêbikin. Û tiştê muhîm, tu zirareka wan ji zimanê me re çênebûye. Kurdîya me ew kirine tabiê xwe, ne ku xwe kiriye tabiê wan; yanî ew peyv xizmeta me dikin.
Eger em rabin peyvên ku ji hezaran sal berê di nav zimanê me de ne, heram bibînin û ji nav zimanê xwe derxin, ev nabe karê aqilan. Em ê bi destê xwe îmkan û kapasîteya îfadekirina zimanê xwe lawaz bikin. Eger em di şûna wan de peyvan çêbikin jî, em nikarin manayên ku ew didin dagirin.
Her zimanek, her diyalekta zimanekî, heta ku her şîveyek jî xwedîyê sîstemeka kamil e; qeydeyên wan têrî wan dikin, lewre rê nadin ku qeydeyên zimanên din bikevin nav wan. Mesela, meriv nikare “Eve gidiyor”a Tirkî bi Kurmancî wek “Malê diçe” saz bike. Qeydeyên sentaksa Kurmancî rê nadin vê. Lê ziman ji peyvan re vekirî ne. Û herçî peyv in, qet guh nadin menşeyê xwe, sînoran jî nas nakin, eynî mînanî teyran bê pasaport dikarin bikevin nav her zimanî. Û eger ketin nav zimanekî jî, xwe dikin malê wî zimanî.
Di nav zimanên ku ji mêj ve hatine nivîsîn de jî peyvên ku ji zimanên din hatine gelek in. Mesela, muhîmtirîn kitêba bi Erebî Quran e. Di Quranê de tê gotin ku “zimanê vê Erebîyeka fesîh e.” (Nehil:103) Lê di Erebîya Quranê de bi sedan peyv hene ku ji dehan zimanên din hatine. Lewre fesîhîya Erebîya Quranê ji peyvan nîne, ji sîstema Erebî ye.
Ji zimanên Îranî Farisî ji du hezar û pênc sed salî zêdetir e ku tê nivîsîn. Lê dema ku em îro li repertuwara peyvên Farisî dinihêrin, bi qasî ji sedî 80yê wan ji zimanên din hatine. Zimanê Tirkî jî wisa ye.
Mîna hemî zimanên dinyayê, di zimanê Kurdî de jî nîsbeteka zêde ya peyvan hene ku ji zimanên din hatine. Eger em rabin wan ji nav zimanê xwe derxin, dê tiştek di destê me de nemîne, em ê nikaribin xwe îfade bikin.
Di nav me kurdan de pirranîya kesên ku li ser ziman xeber didin, hetta yên ku wek zimannas li ser Kurdî dixebitin, bi taybetî yên ku karê îslehetê (mihendîsîyê) dikin, bi qasî ku qîm bike waqifê îlmê zimannasîyê nînin. Tu dibêjî qey ziman tenê bi peyvan dibe ziman, xebat û minaqeşeyên wan di çarçoveya peyvan de ne; li “kurdbûna” peyvan digerin! Teşbîhen ev wisa dibe: Bala xwe nadin ser şemaya plan û projeya xanîyê ku her ji qedîmî ve çêbûye; bingeh û serbanê wî, oda û çavîyên wî, dîwar û hawirdora ku xanî têde ye, heta ku rewşa kesên ku têde dijîn jî di bala wan de nîne, ji îlmê mîmarîyê bêxeber tenê li derûdora kevirên di nav dîwêr de diçerixin. Û dema ku pê dihesin hinek kevirên dîwêr ji lat û zinarên çiyayên hawirdorê hatine, radihêjin derdixin diavêjin û kerpîçan çêdikin; ji plastîk, ji naylon, ji karton yan jî hema çi qirşûqalek bikeve dest, eleusûl qaşo kevirên “kurdî” çêdikin, dixin şûna wan. Lê nabe! Tiştê ku dixin nav dîwarî lê nayê.
Di vê kirina xwe de jî li ser hemdê xwe nînin; cotestandardîyê dikin! Mesela, peyva “şiîr” yan jî “edebîyat” ji ber ku ji Erebî hatine, heram dibînin û di şûna wan de “helbest” û “wêje” dîkte dikin. (Ne “helbest” di manaya şiîrê de ye, ne jî peyva “wêje” dikare manaya “edebîyat”ê dagire.) Lêbelê mesela, ji bo peyva “aqil” xwe bêdeng dikin, ji bo peyva “mentiq” û hê bi sedan peyvên din jî dengê xwe nakin. Madem peyvên ku ji Erebî hatine red dikin, hingê divê bi duristî hemîyan red bikin; goştik dixwim donik naxwim, nabe! Û divê ji bo peyvên ku ji zimanên din hatine jî eynî helwêstê nîşan bidin. Çimkî ji bo me, eger Erebî zimanekî din be, wek nimûne, Înglîzî jî zimanekî din e. Eger bibêjin ereb ji me re xirab in, lewre girra me ji Erebî tê, hingê ev nabe helwêsteka îlmî. Di reftarî û exlaqê ereban de tu guneyê Erebîyê nîne; ereb tiştek e, Erebî tiştekî din e.
Gelek normal e ku mînanî hemî zimanan, zimanê me jî ji ber îhtîyacê ji zimanên din peyv girtibin. Lê wek ferd, kesine ji miletê me, wekî mînak, ji ber ku rojane di bin tesîra Tirkî de dimînin, mesela, di şûna ku bibêjin “derî bigire” de dikarin bibêjin “qapî qapamîş ke”. Ev têkelkirin helbet tiştekî rast nîne. Lê divê em vê problema ferdan û repertuwara peyvên zimanê xwe tevlihev nekin û wek eynî tiştî nebînin.
Hasilî kelam, em bi saya peyvên di repertuwara zimanê xwe de dikarin bifikirin û xwe îfade bikin. Peyvên di nav zimanê me de çiqas zêde bin, qabilîyeta fikirîn û îfadekerina me jî ewqas zêde dibe. Lewre divê derheqê zimanê xwe de em bi zanîn û mentiqî bişixulin. Eleqeya ku em nîşanî peyvan didin, esas divê em nîşanî sîstema zimanê xwe bidin. Minaqeşeyên ku em li ser peyvan dikin, esas divê em li ser sîstema zimanê xwe, li ser sentaks û gramer û îmlaya zimanê xwe bikin.