Têbîniyên Amerîkayê X

Saet nîvê şevê ye li Chicagoyê, cîranên me yên reşik li dermanan dixin, bîhna tirş a ji boçikên wan difûre heya bi vir tê. “Şeva Dirêj a Di Navbera Xewn û Lapûşkan De” dixwînim, Conanê Kîmerî bi masûlkeyên xwe yên girtole û bi qudreta Cromî heyamekê serobino dike, li hemberî giraniya jiyanê li sivikahiyê digerim, ye’nî heya bi kêlîkê jî min nedizanî wekî li vê yekê digerim. Kekê min digot çima xêzeromanên me nîn in. Nizanim, çi gava kitêbeke bi kurdî çap dibe, em dibên çavêt me ronî. Em ewqas ji dinyayê dûr in, hertişt çiqas zûbihûr tê li min. Tişta berbiçav ev e; mêtingeriyê aqilê serê me rût kiriye…  

Şener Ozmen

Wek Calvino dibêje, “Ez gedeyekî şaristaniya hêmayan bûm.”[1] qala salên 20an û cîhana xêzeromanan dike; “Wan çaxan, Corriere dei piccolo, navdartirîn xêzeromanên Amerîkan çap dikirin: Happy Hooligan, The Katzenjammer Kids, Felix the Cat, Maggie and Jiggs… helbet navên îtalî dabûn hemûyan. Xêzeromanên îtalyan jî hebûn, hin jin wan ji aliyê şêwaza xwe ya grafîkê ve xebatên gelekî bi serketî bûn. Di wê demê de axaftina di hûndirê nepoxê de wek teknîk hîn nedihate bi kar anîn. Ev şêwaza hanê, di salên 30î de bi îthalkirina Mickey Mouseê dest pê kir.”[2]

Kekê min (ku salek ji min mezintir bû) ew gilîgotinên ku di hûndirê nepoxan de asê bûbûn, tev dixwendin, heya ku xêzeroman diqedand û derheqa awayê xwendina xêzeromanan de pend û şîret li min dikirin wekî çawa ew dikir, ez jî bikim, li dû çîrokê herim, ye’nî tiraliyê nekim û bixwînim, ne ku hema li xêzikan hûr bibim! Ji bo tinazên xwe bi min neke (îş û karê wî ev bû), min pirsên xwe jê nedikirin, nediket bin kûmê min wekî çawan gotin diketin nava nepoxan, kê gotin diheşandin wir? Çima hinek dişibiyan ewran û peqpeqonk di binê wan de hebûn? Wilo ji serê mirovan bilind dibûn. Di navbera nepoxên ewrîn û yên girover de ciyawaziyeke berbiçav hebû, hinek jî sertûjik bûn, ji bêgavî min jê pirsî bû; “Kero, yên bi gotina te ewrîn, ji bo hizirînê ne, gava yek li ser serê yekî wilo sekinî be, bizane ku ew dihizire, ye’nî çi, di hûndirê xwe de xeber dide, niha tu dê bêjî gava di hûndirê xwe de xeber dide em çawan dibihîsin? Helbet em dê bibihîsin, nexwe dê çi wateya xwe hebe?” û rabûbû ji xêzeromana Conanî (bes hejmarek di destê me de hebû) yeko yeko nîşanî min dabûn. “Ev ji bo xeberdanê ne, ye’nî çi, gava xeber didin, ev nepoxa han tê ser serê wan, lêbelê car hene tam nayên ser serê wan, tu vê nikilê dibînî? Ha ev tê ber devê wan, niha kî xeber dide û kî dihizire, ji vir diyar e. Conan dihizire, lê dijminê wî xeber dide, ne wilo?” Eynî wilo bû, Conan birûyên xwe cot kiribûn û dihizirî, dijminê bavê wî xeber dida, li binê vê dîmenê ji wan ên sertûjik hebûn, “Ji bo teqînê, ji bo dengên bilind, ji bo qîrvedanê, ye’nî ji bo tiştên wehakîno… te fam kir!? Bixwîne, hûndirê nepoxan bixwîne, bîr û boçûnan jî bixwîne, hema te çi dît bixwîne, te go erê!?”

Herçî Calvino bû, sedemeke xwe ya derbasbar hebû, gede bi xwendinê nedizanî û ji bo ku nedizanî, vê olamê bi hêsanî ji çav derdixist, li gorî ku dibêje wêne besî wî bûn. Bi cildên kovarekê jiya bû Calvino, hîn beriya ku çavên wî li rojê vebin, dayîkê kirrîbûn, top kiribûn û her sal cizûbend jî kiribûn hejmarên wê. Jiyîna bi kovarekê re, bi kitêbekê re, bi rûpelekê re, bi pêlîstokekê re, dizanim bê ev çito hest bû, em zarok bûn û me bîr lê nedibir wekî em bi zar û zimanekî ku ne aydê me bû û bi darê zorê bi me dabûn ho kirin, dipeyivîn, min digot qey hema em bi wî zimanî hatine ser dinê, ji xêncî yê dê û bavê min (carinan bi me re, carinan bi hev re û carinan jî bi cîranan re), yê zarêd cîranan, wek nave taxê, em jî yên jêrîn bûn; Aşağı Mahalle bû navê taxê û min hîn yên li Yukarı Mahalleyê bi çavên seriyan nedîtibû; heye ku ew yên li wir jî bi zimanekî din şor dikirin, nepoxên wan ji yên me xweştir û rengîntir bûn.  

***

Hingê mala me li pêşberî Girtîgeha Hezexê bû, em kirêdarê heciyekî rûtirş bûn û çi gava ez derdiketim serbanê xênî (axleb jî rojên havînan), min hewşa fireh a girtîgehê û girtiyên ku li hewşa çarçik a ku çend darûberên bêxêr lê bûn, lezebez piyasê dikirin, başebaş didît. Bi satean li hewşa wê xirbeya zerotankî, li mirovên yekbext, li liv û tevgerên leşkerên Romê, li beytikên ku li jora wê bask dikutan zûr dibûm, ya ku mirov encax di fîlmên honakzanistî yên apokalîptîk de rastî wê bihata, ewçend sawdar, ewçend firşteng… yeqîn ji wê hewşê, ji wê kevneavahiya duqatî, ji wan derencikên kevirîn yên bi dualî, ji holika nobedêr a li rasta min, dirîtêlkên xwe li dîwêr alandî û ji wan mirovan, di serê min de hizra çawaniya girtîgehekê temam nedibû, her nîvco dima. Piştî bi salan min ji hevalê xwe yê heta hetayê tika kiribû wekî wêneyên wê bigire û ji min re bihinêre. Paşê, ye’nî di salên piştî 80yî de jixwe têra Roma Reş nekiribû, rabûbûn yeka mezin û nû ava kiribûn ji kurdan re. Em bi pêşdaraziyekê dijiyan, ji me tirê zemanê li navçeyê ji ya li gundên derdorê ciyawaztir bû û cîhana me jî ji cîhana wan mezintir bû, lêbelê ne wisa bû. Heke em pirsên Stephen Hawkingî dubare bikin, gelo zeman xeteke sereke bû yê ku bi tenê bi alîyekî de –berev pêşerojê– diçû? Yan na, di duriyaneke berî xwe de, ji bo bi xeta sereke re ji nû ve bibe yek, careke din dihat girêdanê? Çi bû zeman? Wek di lawijeke dêrîn de amaje pê hatibû kirin, cobarek bû ya ku bêetlahî diherikî? Yan rêhêsinek bû? Belkî jî cih û şaxên ku em berepaş lê vedigeriyan hebûn.[*]

***

Girtîgeha Hezexê ya berê

Hin rojan qerebalixek li ber deriyê wê yî hesin yê ku leşker li pêş û pişt di nobedê de bûn, top dibû, bêhtir jin û zar û zêç bûn, pîredayîk jî hebûn di nava wan de, gedeyan arxayîn dikirin, caran bi laçika xwe xwêdana eniya xwe ziwa û lêvên xwe ziwa dikirin, ji malên rasta girtîgehê zarok bi sirahiyên bafûn, bi xarûfan av dianîn ji wan re. Caran jî bi qarewarên leşkeran azar li nav zarowan diket, hingê saw diket zikê min jî, ez li lana xwe (ya rast li ciyê xwe yê panayî) bûm, min xwe li pişt bermîlên avê telandibû (nizanim bê çima ewçend teşt û bermîl hebûn li derdora me!?), min digot qey leşkeran ez didîtim, lêbelê hay ji bayê min nîn bûn wekî ez çi dikim. Her bi çi sedemî li wir bûna jî, dayîka min bi devoka xwe ya Cizîrê digot, “Bêgûneh in”, tu carî bedgoyî nedikir derheqa wan de, yeqîn beled bû, yan jî nedixwest min bi çîrokine din (ku hebûn) vetirsîne. Wek Quinnê lehengê romana Paul Austerî, min jî derheqa tawanê de zêde tiştek nedizanî, agahiyên min bêhtir ji xêzeromanan dihatin, yên ku paşê (piştî 12ê Îlonê) wek hejmar û wek çeşn jî zêde bûbûn, min jî wek kekê xwe ji Teksas, Tommiks, Zagor, Kızılmaske, Jeriko, Kaptan Swing, Mister Noyî (Teks, Gordon, Judas, Flash Gordon bi destê me nediketin) dest pê kiribû û dû re derbasî Conanî bûbûm (kekê min yekcar dev ji xwendina xêzeromanan berdabû, ketibû nava kitêbên stûr û xeternak) Conan bi her awayî ez bi nan û av dikirim, xasma jî bi şêwaza xwe ya grafîkê, ku gelek serkeftî bû. Conan ji Kîmeryayê bû, Kîmerî xelkekî koçer û siwarî bûn û li gor hin çîrokan, wek binyad ji şafirên Pontûs-Hezarê (ji rojavayê kevn a Îranê) dihatin. Beşeke mezin ji Kîmeriyan, di ser Balkanan re derbasî Asyaya Piçûk bûne, helbet têkiliyeke wan bi pro-kurdan re jî çêbûye, tew di hinek lêkolînan de qala Kîmer-kurdan jî tê kirin.

Kîmerî. Wêneyek ji gulwazeke Etrûskiyan. B. Z. Sedsala 6an

***

Lê tu çîrok, biqasî çîroka zarotiyeke li pêşberî hewşa girtîgehekê derbasbûyî seyrtir nebû, jixwe yan girtîgeh bû (salên 12ê Îlonê), yan mizgeft (salên piştî 12ê Îlonê), yan jî avahiyên serbazan (salên destpêka şer û pevçûnê, qûtiyek bi dîregê basketbolê ya li hewşa dibistana seretayî ve kiribûn, wêneyê yekî simbêlboq î awirtûj li ser bû û qebloyek bi serê wê ve kiribûn, axir polîs hatibûn ser, min di şibakê re dengê xwe gihandibû wan wekî ew kî ye, siktir gir lan içeri!), gava ez li zankoyê bûm mal dîsan bar kiribûn û biribûn taxeke din ku hingê jî xênî li pêşberî girtîgeha nû ya Hezexê bû (sala ku Tîmên Taybet avêtibûn ser mala me ya nû, ez di tarîgewrikê de derdest kiribûm, tenê birakê min li mal bû, rabûbûn me ji qereqola Hezexê –çend saet bi şûn de– biribûn îşkencexaneyeke li kambaxa Şirnexê, hingê, ye’nî piştî tehdayiyeke bêqam ya bi şev û rojan ajotî, rehmetiyê Orhan Dogan û hembajariyê me Kekê Hesîb (Kaplan) bi hawara min de hatibû) ye’nî hemû tiştên ku me tu xêr ji wan nedîbûn, ez yê nêzî tabûra Hezexê jî nabêjim. Navçe di navbera van avahiyan de hatibû parve kirin, piştî van geşedanan –ku ez geş nedibûm– telesiya min ji xêzeromanan û çîrokên di hûndirê wan de jî ketibû (wek berdêla jîyina li mêtingehê), şi’r tam di wê hengê de ku dê weledê xwe diavêt, gihîştibû min, dest danîbûn ser tilînivîskê jî, di raspirsînê de jî ji min pirsîbûn, qaşogiravî min belavok pê dinivîsandin. Min ji şi’rên Nazim Hikmetî hez nedikir (yekcûreyî bûn), min ji şêraniyên dobeyî jî hez nedikir, bo min Celan, Mayakovskî, Ahmatova, Yevtuşenko, Hölderlin, Heine, Rilke, ev hebûn, ji valêzê kekê min derketibûn, ye’nî ez wekî Sartre (Sözcükler ez têk biribûm) li maleke ku ji pirtûkxaneyeke ne serî hebû ne binî hatibû pê, mezin nebûbûm, tekane kitêba li mala rehmetiyê bavê min yê li gundê Basibrînê, Kadınsız Memleket[3] bû, helbet min jî xwendibû, “Hema te çi dît bixwîne!”, gotina kekê min bû, li gorî ku digot, ew şi’rên felsefîk dinivîsîne lê min bi tenê şi’r dinivîsî, bawerî bi şi’rên min hebû, lê ji hêlekê ve jî dixwest ez hunerê bidomînim, nivîsên di hûndirê nepoxan de jî bixwînim, jiyana li mêtingehê bi tenê ji nepoxên hizirînê pêk nedihatin, bi navê Cromî! Kurdistan di Düşler ve Pençeler Arasındaki Uzun Gece[4] de bû, babûn, baz, tîmsehên girs, leopar, keftar, wawik, marên jehrîn û fetsînok… dehbeyên ku di şeveke din de bûna, dê malik li hev bibirana mîratê. “Tenê xalek dimîne, xala ku di serê axaftina xwe de min hewl dida wekî li pey herim. Wek vatiniyeke hebûnî edebiyat, li hemberî giraniya jiyanê lêgeryana sivikahiyê bû.”[5]   

Têbînî:

[*] Stephen Hawking, Ceviz Kabuğundaki Evren, Werger: Kemal Çömlekçioğlu, 2002, Weşanên Alfayê.

[1] Amerikan Dersleri, Gelecek Bin Yıl İçin Altı Öneri, Italo Calvino, Weşanên Can, ji îtalî: Kemal Atakay, 1991, r. 115.

[2] Heman berhem, r. 115.

[3] Kadınsız Memleket, Frank Richard, İnkilap Yayınları, 1978.

[4] Conanê Barbar, Şeva Dirêj a Di Navbera Xewn û Lapûşkan De.     

[5] Amerikan Dersleri, Gelecek Bin Yıl İçin Altı Öneri, Italio Calvino, Weşanên Can, ji îtalî: Kemal Atakay, 1991, r. 45.