Di ser Komkujîya Helebceyê re 35 sal derbas bûn

Di ser Komkujîya Helebceyê re 35 sal derbas bûn
Di ser Komkujîya Helebceyê re 35 sal derbas bûn
Beril Caymaz
  • 16 Mart 2023 09:40

Wêne: gov.krd

Di ser Komkujîya Helebceyê re 35 sal derbas bûn.

Di 16ê Adara 1988an de bi fermana Serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Husên ji esman bombeyên kîmyewî bi ser Helebceyê ve hatibûn avêtin. 

Di qetlîamê de herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest dan, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) di rapora xwe de diyar dike ku ev êrîşa kîmyewî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetirî 61 hezar kesan.

Li gor nûçeya Rudawê dema êrîşa duyemîn dest pê kir, bêhneke xurt belav bû. Kesên ku bûne şahidê wan kêlîyan dibêjin ku gaza bi “bêhna sêvan” di nava çend deqeyan de li nav bajêr belav bû.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di navbera salên 1991 û 1994an de ji ber bombeyên kîmyawî nexweşîya penceşêrê ji sedî 800 zêde bûye.

Hikûmeta Îraqê, Sedam Huseynî di 30’ê Berfanara 2006an de dar ve kir.

Komkujîya Helebceyê piştî Hîroşîma û Nagazakî wekî êrîşa kîmyewî ya herî mezin a sedsala 20emîn di dîroka cîhanê ya nûjen de hat tomarkirin.