Hunermend Çiftçi di rêya nexweşxaneyê da hatiye girtin

Hunermend Emel Çiftçiya ku bi nexweşîya penceşêrê ketibû û dema ji bo dermankirinê diçû nexweşxaneyê, li Amedê hatiye girtin.

Li gor agahîyên ku Ajansa Mezopotamyayê belav kirine, hunermenda nexweş bi hinceta “endamtîya û rêveberîya rêxistinê” hatiye girtin.

Her çend parezerên wê, raporên nexwaşîya wê pêşkeşê dadgehê kirine jî dadgehê bi îdîaya “guman heye bireve” biryara girtinê Çiftçiyê daye.