Îhtimal tuneye ku rewş biguhere û partîyek sêyemîn serê xwe zêde bilind bike, komên mezin hêj li cihê xwe ne. Lê ji bo her du partîyan, DEM û AK Partîyê jî prosesek zehmet e. Sinorê psikolojîk ji bo DEMê 60 û ji bo AK Partîyê jî 30 e. Em dikarin bibêjin ji bo dengdêrên Dîyarbekirê meraqa esas ne hilbijartina Dîyarbekirê ye, ya Stenbolê pirtir balê dikêşe. Û li vir meseleya esas ne biserketina kê ye, meseleya qeyyuman e. Ray û vîna gelê Dîyarbekrê wê dîsa were binpêkirin an na! Xulasa encam her çibe jî ji bo Dîyarbekirê, wekî Demirtaş jî gotîye, prosesa sîyasetê esasen wê di ê Nisanê de dest pê bike.
***
Li Tirkîyeyê ji bo her kesî hilbijartina herî muhim ya 2023yan bû. Muxalefet pir nêzî serkeftinê bû û Erdoğan jî cara ewil bû ku ji aqubeta xwe ne bawer bû. Taliya talî hûn dizanin çi bû, muxalefet têk çû û Erdoğan bi serket. Ew coşa piştgirîyên muxalefetê wekî gulekê çilmisî ma û eleqeya wan ji sîyasetê kêm bû. Tifaqa Miletî ji hev belav bû, IYI Partîyê rêyek din da ber xwe ku kes nizane armanc çi ye. Kılıçdroğlu bi rayên kurdan li ber derîyê nijadperestekî rijand û hêvîya kurdan wer şikand ku ceribandina wê pir zor e. Ji bilî AK Partî û alîgirên wê, moralê her kesî “bozuk a”.
Dîsa jî CHPyê, bi awayê kongreyê serokê xwe guhert û yên mora CHPyê bidestxistin, hewl dan ku xwelîya têkçûnê ji ser xwe biavêjin û dildarên CHPyê hêvîya xwe ya şikestî daye dest xwe û li benda prosesê ye.
Niha li Tirkîyeyê bi munasebeta hilbijartinên şaredarîyan piranîya miletî ev çend meh in bala xwe daye Stenbolê, ji bajarê xwe zêdetir Stenbolê meraq dikin. Ji ber ku nifusa Stenbolê mîna dewletekê ye, bidestxistina wî bajarî ji bo Erdoğan pir muhim e, IYI Partî ji CHPyê veketîyaye û HDP/DEM Partî jî meseleya Stenbolê pir bir û anî, Stenbol ji her kesî re bû girêka hilbijartinan.
Çend roj berê DÎTAMê li Diyarbekrê civînek li dar xist. Berî vê civînê di bin çar beşan de bi sazîyên sîvil re komxebat pêk anîn û hacet û problemên Dîyarbekirê dan ber xwe. Di civînê de jî encamên van komxebatan parve kirin. Ez jî wek moderatorê komekê tevlî vî karî bûbûm. Di civînê de Şaredarê Îzmîrê Tunç Soyer û Şaredarê Dîyarbekirê yê berê Ferîdun Çelik jî axivîn. Dîyarbekir di sala 1994an de bûye şaredarîya mezin û Ferîdun Çelîk piştî Ahmet Bîlgîn serokê duyemîn ê şaredarîya mezin e. Di axaftina Ferîdûn Çelîk de mijar hat ser meseleya boykota 1994an ku partîya DEPê ji ber zor û zextan li ser namzedan, ji hilbijartinan vekişîyabû. Çelîk û rêvebirê we demê Sedat Yurdtaş digotin ev qerar qerareke xelet bû, ji ber vê qerarê prosesa ku sala 1999an, di şaredarîyan de dest pê kir, pênç salan dereng dest pê kirîye. Bi vê munasebetê min xwest ez vê hefteyê li ser hilbijartinên Dîyarbekirê bisekinim.
Sala 94an, li Dîyarbekirê ji sedî 71ê xelkê tevlî hilbijartinê bûyê lê xuya dibe ku piranîyên deng dane jî dengê xwe betal kirine. Wê salê partîya Refahê şaredarî bi dest xistîye û Ahmet Bîlgîn bûye şaredar. Halîs Bîldenê niha namzetê AK Partîyê ye jî di wê demê de, di rêveberîya şaredarîyê de cih girtîye. Prosesa DEPê ku îro bi navê DEMê tevlî hilbijartinan dibe, di şaredarîyan de sala 99an dest pê dike û heta îro tê.
Ferîdun Çelîk piştî pênc salan şaredarîtîya xwe xwest ku dîsa bibe namzedê serokatîyê lê partîya wê demê DEHAPê, sala 2004an wek namzed Osman Baydemîr nîşan da. Li hember vê yekê Çelîk jî xwe wekî namzedê serbixwe îlan kir û rexne li partîyê kirin. Murat Bozlak û Ahmet Türk jî li pişt Ferîdun Çelîk bûn. Piştre Ferîdûn Çelîk ji qerara xwe vegerîya û piştgirî da namzedê partîye Baydemîr. Baydemîr ji sedî 58 deng wergirtin û bû şaredarê Dîyarbekirê.
Sala 2002yan, AK Partî bûbû desthilata Tirkîyeyê û Saadet li hember vê yekê lawaz ketibû. 2004 û 2009an Baydemir li hemberî AK Partîyê bi ser ket û ji wir û virde, em dikarin bibêjin di hilbijartinên şaredarîyan de li Dîyarbekirê AK Partî ji sê paran, parekê dengan werdigire. Du parên din jî li derdora HDP/DEMê ne, lê di navbera 55 û 65an de dihere û tê. Ger şert û mercên prosesê baş bin, di diyarkirina namzedan de alozî tunebin, namzed bikarin coşê bidin xelkê bilind dibe, ne wer be kêmtir dibe. Dîsa jî heta niha pir bobelat û proses bi serê Dîyarbekirê hatine, lê dîsa jî rewşa rayan zêde neguherîye.
Sala 2019an, hem alozî tunebûn, hem Selçuk Mızraklı baş dihat naskirin û ‘ecibandin hem jî xelk bi motîwasyona şandina qeyyuman çûn ser sindoqan û HDPyê ji sedî 63 deng girt. Şert û mercên îro ne baş in; piştî hilbijartina serokkomarîyê hem têkçûn hem jî peymana Kılıçdaroğlu ya bi yekî nijadperest re hatibû imzekirin moralê xelkê xerab kirîye.
Ew senaryo dihat niqaşkirin ku li gor wê; DEMê û AK Partîyê wê li hev bikirana, heke DEMê li bajarên Tirkîyeyê namzedên bihêz derxista û AK Partîyê bi saya wan Stenbol û çend bajarên din ji dest CHPyê bigirta, li hember vê jî Erdoğan wê qeyyum neavêta ser şaredarîyên kurdan, lê ev senaryo jî tê xuya ku nameşe. Ji ber vê jî bawerî kêm e ku qeyyum neyên tayînkirin. Motivasyona sindoqê hêj bilind nebûye.
Li alîyê din, ji ber serkeftina hilbijartina 2023yan motivasyona alîgirên AK Partîyê hinekî din li cih e. Lê ji ber kû Hudapar û Yeniden Refah ji AK Partîyê veketîyane, rayên wan jî ne li ser hev in.
Yanî îhtimal tuneye ku rewş biguhere û partîyek sêyemîn serê xwe zêde bilind bike, komên mezin hêj li cihê xwe ne. Lê ji bo her du partîyan, DEM û AK Partîyê jî prosesek zehmet e. Sinorê psikolojîk ji bo DEMê 60 û ji bo AK Partîyê jî 30 e. Em dikarin bibêjin ji bo dengdêrên Dîyarbekirê meraqa esas ne hilbijartina Dîyarbekirê ye, ya Stenbolê pirtir balê dikêşe. Û li vir meseleya esas ne biserketina kê ye, meseleya qeyyuman e. Ray û vîna gelê Dîyarbekrê wê dîsa were binpêkirin an na! Xulasa encam her çibe jî ji bo Dîyarbekirê, wekî Demirtaş jî gotîye, prosesa sîyasetê esasen wê di ê Nisanê de dest pê bike.