Loriya Laşriziyê

Loriya Laşriziyê
Loriya Laşriziyê
Sevda Orak Reşitoğlu

Xişexişek tê ber guhê te, ji nişka ve hîs dikî ku tiştek li ser çîpên te digere, heta ber çokên te tê, tu nikarî bibînî, xwezî dibêjî, xwezî roniyek hebûya, hema agirek, tiştek, lê nikarî kespa Xwedê bikî. Ji çokên te derbas dike, lê ziravê te diqete. Tiştekî dirêj, tu hema ji nişka ve destê xwe didiyê da ku xwe jê xilas bikî. Destê te li tiştekî nerm û cemidî dikeve. Çermekî cemidî. Tu vediciniqî û hema di cihê xwe de sar dibî. Mar! Marek li ser te digere û tu nikarî tiştek bikî. Tu biqîrî jî dengê te ji wir dernakeve û nagihîje kesekî.

***

Cihekî ecêb e, hema bê hemdî xwe çavên xwe dizivirînî jor, ji xeynî şîn, esmanê şîn û li ser hinek ewrên spî yên ku wek dûyê disekinin, tiştekî din nabînî. Wisa xweş hatiye xemilandin, tu difikirî, spî çiqas li şînê tê.

Cihekî teng e, nikarî xwe tev bidî, her du lingên te tevizîne, halê te tuneye ku piçekî miz bidî û bikî ku xwîna te di nav demarên te de bigere wekî her caran. Milên xwe radikî, li dora stûyê xwe dipêçî. Tu ji kengî ve li vir î, çawa hatiyî, wekî ku xewnekê dibînî.

Spiya ewran cihê ku tu lê yî ronî nake, ji ber vê çavê te tiştekî nabîne. Tu ji dest û lingên xwe fam dikî ku cihekî giloverik, pir kûr û teng e. Ji ber bêhna genî dilê te tevlihev dibe, çend caran aveke tirş tê heta ber devê te lê tu nikarî biavêjî. Cihê ku tu lê rûniştiyî jî mezeloqî ye, tu yekcar xwe aciz hîs dikî û nawêrî destê xwe li cihekî bidî.

Xişexişek tê ber guhê te, ji nişka ve hîs dikî ku tiştek li ser çîpên te digere, heta ber çokên te tê, tu nikarî bibînî, xwezî dibêjî, xwezî roniyek hebûya, hema agirek, tiştek, lê nikarî kespa Xwedê bikî. Ji çokên te derbas dike, lê ziravê te diqete. Tiştekî dirêj, tu hema ji nişka ve destê xwe didiyê da ku xwe jê xilas bikî. Destê te li tiştekî nerm û cemidî dikeve. Çermekî cemidî. Tu vediciniqî û hema di cihê xwe de sar dibî. Mar! Marek li ser te digere û tu nikarî tiştek bikî. Tu biqîrî jî dengê te ji wir dernakeve û nagihîje kesekî.

Tu ewil hewl didî bê his bimînî, belkî hema li ser te bigere û dev ji te berde. Bê his dimînî lê hêstirên te yên bêçaretiyê di cihê xwe de nasekinin. Tu zimanê wî hîs dikî, ji tisetisa wî fam dikî ku zimanê xwe derxistiye. Tu ji çermê wî ditirsî, ji zimanê wî an ji dengê wî? Tu jî nizanî. Hema xwe bi paş ve dikişînî. Lê pişta te bi dîwêr ve girtiye. 

Bêhneke din tu hîs dikî ku zimanê xwe dîsa xistiye nav devê xwe, ji ber ku deng jê dernakeve êdî. Tu nabêjî, hêstirên te yên tirsê jê re bûne qurtek av! Hema di wê demê de tê li cem te, xwe vedizelîne.

Tu hinekî aram dibî wek wî, jixwe tu nikarî tiştekî din bikî. Hêstirên te yên ku ji tirsan dibarin, jê re dibin hêviya jiyanê. Ecêb e. Tu yê çawa xwe jê xilas bikî, difikirî. Rêyek tuneye ku tu bibînî. Marê ku xwe daye aliyekî, hestên ecêb bi te re çêdike. Gelo rengê wî çi ye, çi qas dirêj e, zimanê wî du serî ye wekî di wêneyan de, çawa hatiye vir û hûn her du çima li vir in?

Serê te bi van tirsan gêj dibe û çend peyv ji devê te derdikevin. Wexta ku dengê te seh dike, ew jî wekî te serê xwe radike, tîne ber destê te. Xuya ye ji tenêtiyê aciz bûye ew jî. Tu dest pê dikî behsa serboriya xwe jê re dikî. Ya ku te nekariye tu car bînî zimên. Her ku behsa wan rojên qirêj dikî, wekî di dilê te de zelaliyek çêdibe. Tu dibêjî, ew guhdar dike. Êdî hîs dikî ku jê natirsî, lê belkî tiştê herî xirab ê ku tu heta niha jiyayî rasthatina marekî ye û di ser de jî li wî cihê ku jê filitîn tuneye.

Zimanê te nayê ser hev. Tu fam nakî ka tu çima her tiştî jê re dibêjî. Tu pê dihesî, wexta ku tu diaxivî wisa bê deng guhdarî te dike. Dibe ku heta niha kesekî bi qasî vî marî wisa ji dil guhdarî te nekiribe, an jî dibe ku te newêrîbe ev tiştên ku a niha ji devê te derdikevin ji kesekî re bibêjî. Tu heyirî dimînî lê her ku ji serboriyekê derbasî yeke din dibî, dilê te rihet dibe. Bi wê rihetiyê dixwazî hinekî bêhna xwe bidî. Lê beriya ku çavên xwe bigirî jê re strana xwe dibêjî. 

Piştî demekê bi wî şiyar dibî, dîsa hatiye li ser te digere. Tu difikirî gelo têhn e an birçî? Tiliya xwe dixî nav çavê xwe da ku çend hêstir bibare, ji bo hinekî din aram bibe. Ya rastî carinan ew tirsa te dîsa tê. Wexta ku dilopên hêstirên te vedixwe, disekine dîsa. Lê tu? Tu yê çi bixwî û vexwî. Tu jî ew qas birçî yî ku hema bi her du destên xwe zikê xwe diguvêşî. 

Wekî ku hînî te bûye, va ye ji zimanê te jî fam dike. Tu dixwazî wî kedî bikî, lê gelo ew te kedî dike? Kengî tê û çermê xwe yê sar ê wek cemedê li ser laşê te digerîne, tu xwe tev nadî êdî. Lê piştî çend ceribandinan, vê carê bi awayekî hişk xwe diavêje ser te. Tu nizanî ka çima wisa dike. Ka te yê ew kedî bikira? Hema tê li ser singê te disekine û piştre hêdî hêdî ber bi stûyê te ve xwe kaş dike. Tu dibêjî qey dê wekî werîsekî stûr, stûyê te bipêçe û tu yê nekaribî jê xilas bibî. Tê ser rûyê te, ber çavên te û zimanê wî hîs dikî. Bi wê tirsê devê xwe vedikî û heta ji te tê diqîrî. Gelo dê zimanê xwe têxe nav her du çavên te? Gelo dê rûyê te qul bike? Dê çi bike? Ha tu dibînî serê xwe yê cemidî tîne ber devê te, hêdî hêdî dikeve nav û ber bi geriya te ve diçe. Tu dixwazî verêşî, tu dixwazî wî bikişînî, ji wir derêxî û hema li dîwêr bixî heta ku ruhê wî derkeve. Tu nikarî, tu nikarî destê xwe bidiyê. Hêdîka ji geriya te jî derbas dibe û dikeve nav canê te. Her du çavên te wisa beloq bûne, wekî ku tu dixeniqî. Bîskekê li wir, di nav endamên rizî yên laşê te yê hundirîn de digere. Tu pê dihesî ku diçe ser kezeba te û parçeyek jê dike. Parçeyek jî ji dilê te dixwe. Ava di nav zikê te de vedixwe û axir hêdî hêdî derdikeve. Tu nizanî çi qas wext derbas bûye lê ji bo te wekî dawiya jiyana te ye. 

Çawa ku bi temamî ji devê te xilas dibe, tu bêhneke kûr distînî. Tu hêrs nabî. Tenê dilê te tevlihev dibe û serê te gêj dibe. Tu fam dikî ku birçî bûye û xwestiye hinek ji canê te bixwe. 

Lê ji nişka ve hişê te tê serê te. Tu dibêjî gelo ew ê her cara ku birçî bibe dê vî tiştî dubare bike? Heta ku hundirê te pirtik û parî neke û tiştek ji te re nehêle, ew ê wiha bike? Ha tu dibînî, tê û li ser milên te xwe vedizelîne wekî ku dixwaze tu jê re bilorînî. Tu bi dengekî nizm çend loriyan dibêjî lê bi awayekî nîvmirî.

Botan Times sitesinden daha fazla şey keşfedin

Okumaya devam etmek ve tüm arşive erişim kazanmak için hemen abone olun.

Okumaya devam et