Koçeka sedsalî: Êla Şewaxan

Koçeka sedsalî: Êla Şewaxan
Mem Artemêt Fotoğrafı

Mem Artemêt

Navenda Nûçeyan

Şewaxiyên ku navenda wan Pêrteg û Çemîşgezeka Dêrsimê ye, bi sedan sal in li çol û çiyayên Dêrsim, Erzîngan, Sêwas, Çewlîg, Xarpêt û bajarên derdorê pezê xwe diçêrînin û jiyaneka nîvkoçerî derbas dikin. Ev êla ku weke Şikak jî tên zanîn, zazakî û kurmancî diaxivin. Şewaxî di nîvê biharê de ji bo ku herin çiyayên bilind, derdikevin rêyeke zehmet û bi baran û berfê re dicengin, av û çaya xwe ji berfa ku dihelînin dabîn dikin û sifreyên xwe li quntarên hênik datînin ku li ser gîhayên kovî jî peyda dibin. Bi sarbûna hewayê re seferên vegerê dest pê dikin, ewilî şivan û dû re bêrî bi rê dikevin. Di dawiya rêwîtiyê de ku bi mehan didome, digihijîn gundê xwe û bi gihîştinê ve dîsa bi berf û baranê re rû bi rû dimînin heta heyameka din a koçê.

Pez ji çêreyê vedigere û ber bi axilên zozanan ve diçe.

Nîvê jiyana şewaxiyan di bin konan de derbas dibe, di van konan de sobe jî hene, li ser van sobeyan xwarin dipije û av, şîr û çay dikele. Van salên dawiyê akûyên cêranê li konan hatine kişandinê û jiyan li gor berê rehettir bûye.

Şivanekî afgan bi kera xwe ji çêrandina pezî vedigere.

Jinên şewaxî bo debarê penêr çêdikin û şîr difiroşin.

Ji biharê heta payîzê nîvî dibe şewaxî li zozanan in û di konan de dihêwirin.

Zarokekî şewaxî ku zarokatiya wî li zozanan derbas dibe.

Miraz berêvarkî pêz berdide axilî û mîh berxên xwe dimêjînin.

Her meh 21 hezar kes Botan Timesê dixwînin. Tu jî yek ji wan î. Heger tu mehane bi 1 Dolarî piştgirîya Botan Timesê bikî, em ê bikarin bi hev re ji aliyê ekonomîk ve jî rojnamegerîya serbixwe bilind bikin. Botan Times her meh bi telîf herî kêm 60 nivîsan û 25 Podcastan diweşîne. 7 xebatkarên Botan Timesê hene, tekane dahata wê fonên navneteweyî ne. Bo piştgirîyê lînka li jêr bitikîne û bibe patron. Tu çi wext bixwazî dikarî piştgirîya xwe ya mehane bisekinînî.
Become a patron at Patreon!