Rastnivîsîna hin lêkerên hevedudanî

Zimanê me yê devkî ji hin aliyan ve divê ku ji bo me rênîşander be û çavkaniyeke me ya serlêdanê be. Em çi qas ji zargotina xwe agahdar hebin, haya me çi qas ji zimanê me yê devkî hebe em dê ew qas xwedî zimanekî rast, ew qas xwedî zimanekî rewan û fehmbar bin.

***

Di zimanê me yê nivîskî de arîşeyeke me ya rastnivîsînê ya hin lêkerên hevedudanî û biwêjî ya bi awayê wan ê navdêrî heye. Eger bi awayekî giştî bê gotin, wek rêzik hemû lêkerên me tevî radera xwe di heman demê de navdêr in û gava ew wek navdêr bên bikaranîn jî îcar hemû hêmanên lêkerê pêkve tên nivîsîn. Lê ev yek jî bêhtir ji bo lêkerên hevedudanî wisan e. 

Lêkerên xwerû û yên dariştî (çi bi paşgiran çi jî bi pêşgiran be), hem wek rewşa raderî hem jî wek rewşa navdêrî awayê nivîsîna wan tim bi hev ve ye. Ji ber ku lêkerên dariştî bi paşgir û pêşgiran hatine piraştin, loma nabe gireyên (qertafên) wan ên lêkersaz ji lêkerê cuda bin. Herçî lêkerên hevedudanî ne, ew ne mîna lêkerên dariştî ne û ew bi saya lêkerên alîkar pêk hatine. Di wexta rewşa raderî de cureyên bêjeyên wan ji hev cuda, lê di gava bikaranîna rewşa navdêrî de hêmanên wan bi hev ve tên bikaranîn û ew gişt bi hev û din re jî wateyekê tînin pê. 

Ev lêkerên li jêrê hemû ji cureyên lêkerên hevedudanî ne ku wexta ew wek navdêr tên bikaranîn, awayê wan ê rastnivîsînê bi awayekî giştî wiha ye: agirdadan, avdan, bergirtin, bêhnvedan, bêserûberbûn, bipêşxistin, birêkûpêkkirin, cihgirtin, çalkirin, dilman, girêdan, gefxwarin, hêdîkirin, jibîrveçûn, jişîrvekirin, kedîbûn, lihevhatin, lihevxistin, qirênkirin, parevekirin, rêzgirtin, sersarîkirin, şorbûn, tînegermîkirin, veguhêzîkirin…

Lê hin awarteyên awayê rastnivîsîna lêkerên hevedudanî yê bi şêweya navdêrî hene. Nemaza lêkerên hevedudanî yên ku ji lêker û bêjeyekê û yên lêkerên bidaçek (ên ji pêşdaçek, ji bêjeyek, ji paşdaçek û lêkerêkê pêk tên). Mesela lêkerên hevedudanî yên lêker li serî ye, di dema nivîsîna wan a pêkve de hemû bêje li gorî rêza xwe bi hev û din ve nayên nivîsîn. Mînak: birin ava, çûn ava, çûn hev, dan der, dan hev, dan dijûnan/xeberan. Her wisan hin biwêj, kombêje, qalib û yekeyên derbirînê jî mîna van lêkeran awayê rastnivîsîna wan a rewşa navdêrî eynî ye. Wek mînak: birina ava, çûna ava, çûna hev, dana hev, dana xeberan/dijûnan, bûna sond, bûna zende, dana dû, ketina mitaleyan, ketina xewê, kirina tev, xistina dorê û hilhatina rojê.

Lêkerên hevedudanî yên bidaçek, bi taybetî yên ku piştî pêşdaçek û bêjeyê bi şûn de paşdaçek jî di wan de heye, di rewşa navdêrî de gişt wek rêza wan bêjeyên ew pêk hatine bi hev ve nayên nivîsîn. Mîna van nimûneyan; girtina bi ser de, ketina ji hal de, çûna di ber de, çûna di kun re.

Hin biwêj, qalib û yekeyên derbirînê yên kompleks jî yên wekî anîn hişê xwe, dan ber meqesan, di dev re avêtin, hatin ser xwe, ji pêş çav ketin, ketin bin deynan, ketin ber destan, li ser xwe gerandin, nebî pê de hatin, pê de pîs bûn, tê anîn der, tê de asê bûn, tê de bi cih bûn û xwe dan revê, li gorî rêza pêkhatina hêmanan, nabe ew wek navdêr li pey hev û pêkve bin. Bi ya me, awayê rastnivîsîna wan a rewşa navdêrî divê wiha be; ji bo zelalbûna mebestê serê ewilî ez dê teşeya ji aliyê min ve rast tê dîtin pêşkêş bikim û di nav kevanekê de jî awayê wan ê nivîsîna bi hev ve nîşan bidim: 

anîna hişê xwe (anînhişêxwe), dana ber meqesan (danbermeqesan), avêtina di dev re (didevreavêtin), hatina ser xwe (hatinserxwe), ketina ji pêş çav (jipêşçavketin), ketina bin deynan (ketinbindeynan), ketina ber destan (ketinberdestan), gerandina li ser xwe (liserxwegerandin), pêdehatina nebiyan (nebîpêdehatin), pîsbûna pê de (pêdepîsbûn), têanîna der (têanînder), asêbûna tê de (têdeasêbûn), bicihbûna tê de (têdebicihbûn) û xwe dana revê (xwedanrevê). 

Wekî dixuye, ev cure qalib gava wek navdêr bên bikaranîn, bi awayekî giştî lêkera alîkar tê serî, bêje yan jî pêşdaçek û cînavka lihevxistî û paşdaçek diçin dawiyê. 

Ez çend nimûneyên din jî derpêş dikim ku ew di zimanê nivîskî de hatine bikaranîn. Îcar ez pêşî awayê nimûneyî bidim û di nav kevanekê de jî pêşniyaza xwe raber bikim, ku bi ya min ew şêwe rasttir in û jixwe di zimanê devkî de jî hene.

Tinazpêkirin ne tiştekî ne xweş e (pê kirina tinazan ne tiştekî xweş e)

pêkêfxweşbûna min (kêfxweşbûna min a pê)

kurdîaxaftin (axaftina bi kurdî)

dermançêkirin zehmet e (çêkirina dermanan zehmet e)

biserdegirtina malan (girtina bi ser malan de)

jinûveçêkirina zimanekî hevpar (çêkirina ji nû ve ya zimanekî hevpar)

jinavêrakirina rewşa jihevfamnekirinê (rakirina ji navê ya rewşa fehmkirina ji hev)

ez li dijî perestendinê me (ez li dijî standina pereyan im).

Ev tiştên me bal kişand ser wan, bi me mijarên pir giring ên rastnivîsînê yên zimanê me yê nivîskî ne û hewce ye lêhûrbûnek hem ji hêla nivîskaran hem jî ji hêla redaktor û edîtoran ve li ser wan bê kirin. Zimanê me yê devkî ji hin aliyan ve divê ku ji bo me rênîşander be û çavkaniyeke me ya serlêdanê be. Em çi qas ji zargotina xwe agahdar hebin, haya me çi qas ji zimanê me yê devkî hebe em dê ew qas xwedî zimanekî rast, ew qas xwedî zimanekî rewan û fehmbar bin. Li aliyê din gava em bixwazin awayê vegotineke nû bi zimanê xwe biafirînin jî, divê referansa me paşxaneya zimanê me be, em jê sûd wergirin û wisan hewl bidin da derfetên nû û ew çend jî hewce li zimanê xwe zêde bikin. Rast e, ziman ne diyardeyeke sekan e, her geşe bi xwe dide û rêyên vegotinê li xwe zêde dike, lê divê ew midaxeleya îradî ya ji der ve de lê dibe jî li gorî mentiqa zimên be.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir