Bi bawerîya min em kurd piştî lêhûrbûna zarên xwe yên navxweyî divê ji zimanên hevmalbat sûd wergirin û bi rêya wergêranê ji hêz û derbirîna van zimanan sûd wergirin. Ev ziman jî li rojhilatê farisî, hindî û ûrdûyî ne li rojavayê jî zimanên latîn û cermen in ku ji gelek alîyan ve sîstema zimanên me nêzî hev e. Bi taybetî kurdên bakurî ji bo ku bikarin xwe ji bin dagirkerîya hizirîna tirkîyê rizgar bikin û dahênana xwe ya nûjen li ruhê zimanê xwe bifesilînin divê berê xwe bidin van çavkanîyên hevmalbat. Bêguman ev kar dê hêzeke mezin bide zimanê me û rêyeke rewantir li ber me veke.
***
Wergêran yek ji rêyên giring ên pevgirêdana tecrubeyên mirovahîyê ye û bi vê rêyê mirov dikare temenê xwe yê kurt dirêj, çavdêrîyên xwe yên sînordar berfireh û zanîna xwe ya kêm zêde bike, lewra em wek mirov, civak û netewe bi tena serê xwe nikarin ji bin barê giran ê jîyanê rabin û ji ber sînordarîya temenî pêwîstîya me bi mirov, civak û neteweyên din heye. Îro ziman û edebîyatên mezin ên naskirî di rastîyê da bi saya wergêranê payeyeke weha werdigirin û li ser vê bingehê dîwarê avadanîya xwe bilind dikin. Mînakên edebîyatên latînî û erebî li ber çavan in ku latînî bi rêya wergêranê ji çavkanîyên girekî û erebî jî ji çavkanîyên îranî û girekî xwedî dibin û piştî demekê dibin zimanên şaristanîyên mezin.
Wergêran ji bo zimanên zindî rêya mezinbûn û berfirehbûnê ye û ji bo ziman û edebîyatên biçûk û sînordar jî hênaseya jîyanê û rêya vejîn û geşbûnê ye. Lewra eger rêyeke weha neyê çêkirin dê zimanên mezin bi demê ra ji hêza xwe bikevin û zimanên biçûk jî di gomikên xwe yên biçûk da bêhnteng bibin û hêdî hêdî ji holê rabin. Îro baştir tê dîtin ku hêz û karîgerîya zimanan di wê yekê da veşartîye ku ew ziman û edebîyat xwedî qewareyeke çend mezin û fireh a komkirina zanîn, huner û serborîyên mirovî ne. Eger zimanek bikare axiverên xwe ji vî alîyî ve xwedî bike û pêwîstîyên wan pêk bîne, ew ziman têra xwe dike û dê dilsozîya axiverên xwe bi dest bixe. Lê eger nikaribe wan bi derfetên xwe xwedî bike, ev kes yan dê ji neçarî paşvemanê wek çarenûsa xwe bipejirînin yan jî ji bo gerandina aşê xwe avên nû peyda bikin û dev ji vî zimanî berdin.
Ji vî alîyî ve wergêran ava vejîner a zevîya ziwa ya ziman û edebîyatan û hilsûrînerê çerxa debara wan e. Lewra heta mirov bikare bîrên xwe bikole yan deryayên xwe yên veşartî derxe holê pêwîstîya wî bi van avên deynkirî heye ku bi gotina Dr. Fuadî mîrata bavê hevbeş ê mirovahîyê ye û tê da qet minet jî nîne. Dîrok nîşan dide ku ava hîkmet û zanînê ji berê ve berê xwe dide wan cihan ku jê ra coyeke xweşik tê çêkirin û bi xweşî tê pêşwazîkirin. Cîranên me ji vê ra dibêjin “merîfet stûxwarê îltîfatê ye” û eger îltîfat û rûnermî hebe dê çûkên merîfetê li ser dara me jî daînin.
Di vê çarçoveyê da dema ku em li vê dîyardeyê binêrin wergêran hem rêya nûjenkirina ziman û edebîyatê ye hem jî rêya dewlemendkirin û pêşvebirina wan e. Ziman û edebîyata me ji her du alîyan ve jî pêwîstî bi wergêranê heye û bi rêya wergêranê em dikarin her du armancan jî bipêkin. Di vê manayê da wergêran û wergêr roleke giring digirin ser xwe. Loma jî wergêr ne tenê veguhêzên di navbera du zimanan da ne, di heman demê da dibin avakar û geşepêderên zimanên wergir jî. Ji ber vê çendê hema bibêje li zanîngehên hemû welatan beşên serbixwe yên wergêranê hene û wergêran wek dîsîplîneke giring tê dîtin. Ev nîşan dide ku kesên bi karekî weha radibin divê bi zanîn û berpirsyarî karê xwe bikin û bizanin ku ew ji alîyekî ve dibin vejîner, nûjenker û geşepêderên zimanê xwe ji alîyekî ve jî rêya pêşketina miletê xwe çê dikin.
Mixabin em kurdên bakurî hem ji alîyê dezgehên perwerdekirina wergêran ve, hem ji alîyê piştgir û piştevanan ve hem jî ji alîyê kiryar û xwendevanên berhemên kurdî ve di nav mehrûmîyeteke mezin da ne. Di rewşeke wesa da karê wergêranê jî mîna piranîya karên me yên din ên çandî bi amatorî û dilşewatî bi rê ve diçe û wek pêwîst nikare bi awayekî bihêz mil bide ber geşedana me ya çandî. Ji ber vê wergêrên me neçar in ku di dema pêkanîna karên xwe da hin term û têgehên nû çê bikin ku di kurdîyê da nînin. Bi taybetî dema ku di navbera zimanê çavkanî û zimanê armanckirî da ji alîyê tîpolojîk û çandî ve cîyawazî zêde bin karê wergêran dijwartir dibe û dahênanên wan gelek caran tûşî çewtî û astengan dibin. Ji bo xweparastina ji vê metirsîyê jî eger mirov di destpêkê da karê wergêranê ji zimanên hevmalbat û cîran bide destpêkirin ev dê ji bo wergêran bibe hêsankarîyeke baş û wan ji gelek dijwarîyan rizgar bike.
Di vê çarçoveyê da ji bo kurdîyê ziman û edebîyata farisî derfeteke baş pêşkêş dike û em dikarin bi rêya wergêrana berhemên edebî ji vî zimanê hevmalbat û cîran sûdeke mezin wergirin. Ji vir sê sal berê dema min Feslê Nan / Demsala Nan a Elî Eşref Dervîşîyanî ji farisîyê wergêra min ev yek ferq kir. Ji ber nêzîkbûna tîpolojîk a zimanên me û nêzîkbûna kodên me yên çandî min bi rehetî karî bêjeyên mîna avreng (sulu boya), karname (karne), girankarî (kaba işçilik), sivikkarî (ince işçilik) destfiroş (işportacı), destfiroşî (işportacılık) bi hin guherînên biçûk li kurdîyê biguncînim û van bêjeyan bikim malê zimanê kurdî ku ji bo tu kurdekî xerîb nayên û bi rehetî dikarin bipejirînin. Bo nimûne eger ev bêje bi rêya zimanekî mîna tirkî bihatana kurdîkirin bi îhtîmaleke mezin dê avreng bibûya “boyaxa şil”, “karne” û “işporta” wek xwe bimaya û girankarî û sivikkarî jî bi îhtîmala herî baş bibûna “karkerîya giran” û “karkerîya sivik”.
Ji ber vê rewşê bi bawerîya min em kurd piştî lêhûrbûna zarên xwe yên navxweyî divê ji zimanên hevmalbat sûd wergirin û bi rêya wergêranê ji hêz û derbirîna van zimanan sûd wergirin. Ev ziman jî li rojhilatê farisî, hindî û ûrdûyî ne li rojavayê jî zimanên latîn û cermen in ku ji gelek alîyan ve sîstema zimanên me nêzî hev e. Bi taybetî kurdên bakurî ji bo ku bikarin xwe ji bin dagirkerîya hizirîna tirkîyê rizgar bikin û dahênana xwe ya nûjen li ruhê zimanê xwe bifesilînin divê berê xwe bidin van çavkanîyên hevmalbat. Bêguman ev kar dê hêzeke mezin bide zimanê me û rêyeke rewantir li ber me veke.