Ew kesên ku di dersên dewletê de hînî coxrafyayê bûne nikarin pirsên rast ji dîrokê bipirsin. Ji ber vê ye ku têkoşînên dij-mêtinger bi qasî ku li dijî mêtingeriya aborî û siyasî têkoşiyane, mecbûr mane li dijî wan fehmên rûniştî yên di van temsiliyetan de jî têbikoşin, da ku coxrafyayên hatine dizîn careke din bikin welatên xwe.
***
Gelo xwesteka feth û dagirkeriyê di xwîna mirovan de heye yan hin şert û mercên dîrokî û civakî wê arezûyê geş dikin û bi rêya dîn û ideolojiyan wekî armanceke pîroz li ser mirovan ferz dikin? Psikanlîst û mirovnas, derbarê çavkaniyên şîdet û arezûya feth û dagirkeriyê de, her ku diçe teoriyên berfirehtir pêşkeş dikin lê hêj ew tam ne gihiştine armancekê. Dibe ku sedemek jî ew be ku zanyar jî di civakê de mezin dibin û ji hebûna hin erkan hez û qewetê werdigirin, ji ber wê yekê jî carinan derbarê pêşqebûlên civak û îqtidarên ku pê ve gîredayine, wekî tiştên meşrû û xwezayê dibînin.
Em dibînin, di seranserê mirovahiyê de li ser xakên mitolojî, teolojî, felsefe û mirovnasiyê çawa bircên dagirkeriyê bi şiklê dîn, raman û hûnerê serê xwe bilind dikin. Dagirkeran feth û dagirkerî wekî zagonên xwezayê, emr û fermanên xwedavendan yan jî pirensîbên zanistê meşrû kirin.
Gelo edebiyatê di vî warî de roleke çawa girtiye ser milên xwe? Dengê hozanan, ji bo kê erd û asîman dagirtin? Qelemê nivîskaran ji bo çi hubr li kaxizan rijand? Gund û bajar, çem û rûbar, çiya û zinar, deşt û zozan û binecihên wan waran wekî xenîmetên dagirkeran çawa ji nû ve tên nivîsandin?
Qaşo, beriya hatina dagirkeran tu kes li wan coxrafyayan nejiyabû, dagirker wisa wan waran “keşf” dikin her wekî kesek lê tunebe. Ew para keşfê “wan pêşengan/dagirkeran” li ser coxrafyayê dike serdest ku ew pêşeng nû hatine. Dagirker, yan hebûna gelên beriya xwe qebûl nakin yan jî ji aliyê kamilbûnê ve mirovahiya wan kêm dibînin û ew dagirker barê kemilandina mirovbûna wan digirin ser milên xwe. Bi rêya kêşfkirinê, wan coxrafyayan dikin aîdê xwe.
Toni Morrison, di kitêba xwe da ya bi navê Eslê Yên Din, di beşa “Warê Biyaniyan” da, awayê temsîlkirina efrîqiyan ya di berhemên edebî û rojavayî da, wan temayan analîz dike yên ku her tim dubare dibin. Bi dîtina Morrison, ji bo Joyce Cary, Elspeth Huxley, H. Ridder Haggard Efrîqa bi wî pereyî hatiye avakirin ew pereyê ku li klîseyan bi xêrê hatiye komkirin; Efrîqa parzemîn/devereke tarî û bêçare bû ku ihtiyaciya wan bi ronahiyekê hebû… Efrîqa muhtacî ronahiya xiristiyanî, medeniyet û pêşveçûnê hebû. Pêdiviya wan bi xêrxwaziyekê hebû, xêrxwaziyeke ji dilekî saf û xwerû. Efrîqaya di berheman da, ji bilî çend îstîsnayan, her tim cih û qadeke wisa berfireh bû ku turîst û biyaniyan çawa bixwesta wisa hespê xwe lê dibezand [2].
Fikrek heye, li gorî têgihiştina berbelav ya rojavayiyan, Efrîqa parzemîneke wisa ye ku ew di bin tarîtiyê da maye, berhemên Joseph Conrad, Isak Dinesen, Saul Bellow û Ernest Hemingway çi li ser wê fikrê hatibin avakirin çi jî li dijî wê fikrê bin, hemî karakterên sereke yên wan berheman dema digihijin duyemîn parzemîna mezin ya cîhanê, ew karakter rastî ax û qadeke vikîvala dihatin. Ev Efriqaya bêdeng, vikûvala û biyanibûna wê ya tund dibe ku faydeyekî gelek mezin bide Rojavayê, herwiha dikare li gorî kêfa dilê xwe bi kar bîne û sûdê jê bigire û/an jî dikare gelek pêdiviyên îdeolojîk pêk bîne…[3].
Efrîqayê firsetên gelek baş pêşkêş dikirin bo wan kesan yên ku rêwîtiyeke rast an jî xeyalî dikirin, ji bo ku ew kes wî halê hov û jiyana nû-ciwan tecrûbe bikin. Di encama vê tecrûbeyê de rêwî serwext dibin, ji ber vê yekê jî rêwî fêr dibin ka hakimiyeta Ewropayê çiqas bi avantaj e û ewropiyek ji berpirsyariya fêrbûn û lêkolînên kûr yên çanda efrîqî azad e [4]. Hinek coxrafya, gelek agahiyên derbarê keşûhewayî de, çendek urf û edet û yek-du anekdot, ev hemî tên cem hev û tuvalekê pêk tînin, li ser wê tuvalê portreya şexsekî mezin/emirdirêj, xemgîn an jî mirada wî hasil bûye, dikarîbû bê xêzkirin [5]. Efrîqayê, di romanên rojavayî de, dikarî wekî navê romana Albert Camusî ya “Biyanî” bê wesifandin; “Biyaniyekî” ku firsetên xwegihandina agahiyan dide lêbelê ew her tim xumamiya xwe diparêze [6].
Efrîqa xwe bellî nake û kirasê tu pênaseyan lê nayê. Tam jî ji ber vê yekê, berhemên edebî, bi şibandinên nakok tejî ne. Efrîqa cihê jidayikbûna mirovan e. Ji ber vê yekê jî gelek gelek pîr e. Lêbelê, ji ber ku li bin destê mêtingehiyê ye, di heman demê da dişibe zarokekî jî. Tu dibêjî qey zarok hazir e ku ji dayik bibe lê bi tu awayî ji dayik nabe û şibî fetuseke pîr e ku hemî ebe/pîrik ecêbmayî dimînin. Hûn li kîjan romanê binêrin hem bê sûc û bê guneh e, hem jî dejenere bûye; hem êrişkar e hem jî nizane ka xerabî jî çi ye; hem ji aqilî bê par e hem jî xwedî hîkmet e Efrîqa [7].
Remzî Oguz Arik arkeologekî tirk bû û di sala 1945an de wekî rêvebirê Muzeya Arkeolojî û Etnografyayê ya Enqereyê hat tayînkirin. Wî di sala 1956an de kitebeke bi navê Ji Coxrafyayê Ber bi Wetenî ve nivisî [8]. Di wê kitêbê de mealen wiha nivisîbû:
Beriya me jî li Anadoluyê hin kes dijiyan tevî candarên din. Lê ew qabiliyeta wan tûnebû ku wê coxrafyayê bikin weten. Ji ber vê yekê heta hatina me ew cih wekî coxrafyayeke tazî bû. Em in, yên ku ew der kirin weten. Lewra li ser wê coxrafyayê tu mafên candarên din tune ne.
Di peyvên Arik de dengên Daniel Defoe, Rudyard Kipling, Joseph Condrad olan didin. Lê helbet ew di wî warî de ne tenêbû. Teza doktorayê bi sernavê Di Romana Tirkî de Anatolyaya Rojhilat bi pênasekirina coxrafyayê dest pê dike [9]. Di serî de dinivîse ku di sala 1941an de di Yekemîn Kongreya Coxrafyaya Tirkan de Tirkiye di heft heremê de hat tasnîfkirin yek ji wan jî “Doğu Anadolu” bû [10]. Di tezê de dîroka hezar salan bi prizmaya sed saliya “Doğu Anadoluyê” tên analîzkirin. Hemî niştecihên vî welatî wekî “biyanî, serhildêr û paşverû” tên resmkirin û pênasekirin [11].
Texeyûlên nivîskaran di bin asimana wê fehma dewletî de per û baskên xwe vedikin ku “firîna wan her tim di bin kontrola radaran de bû”. Bi berçavkên dewletê der û dorên xwe temaşe dikirin ku dewletê ew berçavk kiribû ber çavên wan. Ji ber vê yekê rexnegirên wekî Gursel Aytaç û Fethî Nacî gava li ser Demsalek Li Hêkarî nivisîbûn wisa şîrove kiribûn: “Tênetî û bêçaretiya nivîskarekî… li serê çiyayê… li dervayê dîrokê…li valahiyekê” [12].
Bi qewlê Ece Ayhanê, ew kesên ku di dersên dewletê de hînî coxrafyayê bûne nikarin pirsên rast ji dîrokê bipirsin [13]. Ji ber vê ye ku têkoşînên dij-mêtinger bi qasî ku li dijî mêtingeriya aborî û siyasî têkoşiyane, mecbûr mane li dijî wan fehmên rûniştî yên di van temsiliyetan de jî têbikoşin, da ku coxrafyayên hatine dizîn careke din bikin welatên xwe.
Jêrenot
[1] Toni Morrison, Ötekilerin Kökeni, Sel, 2019.
[2] hbr., r. 101. Ji bo malumatê berfirehtir bnr. Serdar Şengül, “Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngũgĩ wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê”, Wer. Fexriya Adsay, Zarema, Hejmar 14, 2021.
[3] hbr., rr. 101-102.
[4] hbr., r. 102.
[5] hbr., rr. 102-103.
[6] hbr., r. 103.
[7] hbr., r. 103.
[8] Rermzi Oğuz Arık, Coğrafyadan Vatana: Fikri Yazılar, Dergah, 2017.
[9] Nusret Yılmaz, Türk Romanında Doğu Anadolu, Doktora Tezi, Atatürk Üniversitesi Türkiyat Araştırmaları Enstitüsü, 2017.
[10] hbr., r. 16.
[11] Serdar Şengül, “Zemanên Dizîyê, Mekanên Xeyalî û Seatên Çavên Zarokan”, https://botantimes.com/zemanen-diziye-mekanen-xeyali-u-seaten-caven-zarokan/
12 Gürsel Aytaç, ” O. Hakkâride Bir Mevsim “, Çağdaş Türk Romanları Üzerine İncelemeler, 1990, rr. 231-254; Serdar Şengül, “Çiya, berf û pez: Di temsîlên kolonyal de kurd, xweza û dîrok”, https://botantimes.com/ciya-berf-u-pez-di-temsilen-kolonyal-de-kurd-xweza-u-dirok/
[13] Ece Ayhan, “Mechul Öğrenci Anıtı”, https://www.siir.gen.tr/siir/e/ece_ayhan/mechul_ogrenci_aniti.htm