Li nava çarsûyê rastî hevalê xwe yê zaroktiyê tê yê ku lê dabû. İrfan hema wî çer dibîne hemêz dike û bi şermînî ‘uzra xwe jê dixwaze. Hevalê wî ji xwe zû de ye ku ew mersele ji bîr kiriye, lê dîsa jî lêborîna hevalê wî dilê wî xweş dike. İrfan dibe wek perekî, ji hevalê xwe xatir dixwaze, radihêje çenteyê xwe yê abûqatiyê û dikeve rêya Rindalyayê.
***
İrfan Güler ji Wartoyê ji gundê Rindalyayê ye. Zaroktiya wî wekî ya her zarokî ye; ji dergûşê wer dibe, tayê digire, sorikan derdixe, çavên wî kul dibin, moz pê ve didin û ew û zarokên gund carna bi hev du re dilîzin û carna jî li hev du dixin.
İrfan wextê li gundê xwe dest bi dibistana seretayî dike zarokekî heft salî ye. Her kes bi çûna wî ya dibistanê gelekî kêfxweş dibe. Malbat û însanên gund li ser pişta vî zarokê biçûk hesabên mezin dikin. Dibêjin ew dê di çend salan de tirkî hîn bibe û wê bibe tercimanê wan. Esker bi ser gund de bigire dê ji çawîş re bibêje li gundê me qaçax û qaçaxçî tune ne, wê bibêje kes çaya qaçax venaxwe û cixara qaçax nakêşe, û wê bibêje li gundê me firarên eskeriyê tune ne.

İrfan ji dibistanê hez dike, lê ji ber ku bi tirkî nizane dilê wî bi tasewas e. Qederek derbas dibe wextê dibîne zarok giş mîna wî ne, tirsa wî namîne. Dibistan ji bo wî dibe wek maleke lîstikê. Lê ev lîstik pir dom nake. Hê di pola duduyan de ye, rojekê teqînî bi nava gund dikeve. Zilamên mal û malbatên Rindalyayê her yekî xwe avêtine paş kevirekî, bi wan tivingên almanî yên lûledirêj teqîna wan e û bera hev didin. Mêr û mêrxasên gund ketine ber hev, teq û hey teq… Şerê wan heta ku roj diçe ava, dom dike. Di tariya şevê de wextê zilam ji ber hev radibin gazî û hewar bi pîrekan dikeve û bi lez xwe davêjin derve. Birîndar û kuştiyên xwe yên li paş kevira ketine, li ser pişta ker û hespan dişidînin û tînin malê. Zilamên ku sax mane ew êdî mehkum in, ji ber hev û ji ber eskerên dewletê nema dikarin werin gund. Gundê Rindalyayê ew gundê bixêr û bêr, bê xêr û bê mêr dimîne.
Pir derbas nabe dijminatiya mezinan xwe bera nava biçûkan dide. Li dibistanê zarok jî êdî milên xwe li hev du didin û di bin çavan re li hev du dinêrin. Bêriya bavên xwe dikin lê bi hişê zaroktiyê bav û malbatên hev du wek sebebê bêbavtiya xwe dibînin. Wextê kêsê bi hev du dixin xwe çeng dikin hev du û li hev du dixin.
İrfan wî wextî wek heyşt an neh salî ye. Wî jî zarokekî ku wê çaxê ew wek “dijmin” didît- di çav xwe rakiriye û dixwaze lêxe. Çavê wî lê dibire lê dîsa jî kurap û lawê meta xwe ji xwe re dike pişt. Wextê dibistan belav dibe pêşiyê li kurikî dibire û lê dixe. Lê dixê, lê İrfan zarokekî diltenik e û dû re pir poşman dibe. Sal derbas dibin, lê ew lêdana li hevalê xwe kiriye ji bîra wî naçe.
Ew sal pir xerab derbas dibe, ji ber dijminatiyê gelek kes Rindalyayê terk dikin. Apê Ehmed jî -bavê İrfan- bar dike Wartoyê. Û eynî salê kurê xwe İrfan li Mûşê li dibistana YBOyê (Yatılı Bölge Okulları – Dibistanên Leylî) qeyd dike. İrfan wextê diçe YBOyê bi tirkî nizane, dewra ewilî dersa wî ya tirkî ze’îf tê. Ew wê çaxê bi hişê xwe yê zaroktiyê kurmanciya xwe wek sebebê paşdemana xwe dibîne. Di dewra duduyan de dev ji axaftina kurmancî berdide û xwe li peyv û peyvandina zimanê tirkî girêdide. Di dawiya salê de ze’îfa xwe xelas dike û pola xwe derbas dibe.
Dewlet bi salan li Kurdistanê –ku hê jî weha ye- dibistanên YBOyê ji bo asîmîlasyonê bi kar tîne. Zarokên bi tirkî nizanin li wê derê wan mecbûrî tirkî dikin û ji ber ku bi şev jî li wir dimînin piştî heyşt salan kurdiya xwe ji bîr dikin.
Sal derbas dibin İrfan rojekê –wî wextî êdî ew xwendekarê Zanîngeha Stenbolê ya beşa fakûlteya hiqûqê ye- diçe Wartoyê. Li nava çarsûyê rastî hevalê xwe yê zaroktiyê tê yê ku lê dabû. İrfan hema wî çer dibîne hemêz dike û bi şermînî ‘uzra xwe jê dixwaze. Hevalê wî ji xwe zû de ye ku ew mersele ji bîr kiriye, lê dîsa jî lêborîna hevalê wî dilê wî xweş dike. İrfan dibe wek perekî, ji hevalê xwe xatir dixwaze, radihêje çenteyê xwe yê abûqatiyê û dikeve rêya Rindalyayê.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.