Gîw Mukrîyanî: Şopgêr û Xemxurê Peyva Kurdî

Gîw Mukrîyanî ronakbîrekî îdealîst e. Herçend ji alîyê madî ve xwe destkurt bizane jî ji alîyê samana ferhengî, wêjeyî û dîrokî ve xwe ji hemû mirovan dewlemendtir dizane. Lewra bi gotina wî mirovên dewlemend bi pereyên xwe tenê ji bo zarokên xwe dikarin koşk û serayên xweşik çê bikin lê ew û kekê wî bi jîyaneke tijî têkoşîn û xebat; ji ferheng, edebîyat û dîrokê ji bo hemû kurdan maleke mezin çê dikin.

***

Ronakbîr ew kes e ku bizirên agirê hiş û hinavên xwe di axên pak û beyar da diçîne û ronahîyê ji nifşekî bo nifşekî din vediguhêze. Vê erkê carinan bi rêya berhemên xwe û carinan jî rasterast bi pêgihandina mirovên derûdora xwe bi cih tîne. Desthilatdarên îraqî, dema bi mebesta tawanbarkirinê ji Husên Huznî ra digot ku “dixwaze xortên kurd bike wek xwe” rast digot û bal dikişande ser vê rastîyê. Lewra gelek caran bînahîya çavên neyar û reqîban ji besîreta xizm û nêzîkan tûjtir e û ev kes zû bi zû gewheran ji tenekayan cihê dikin û wan dikin armanca tîrên xwe yên jehrîn. Belê, Husên Huznî bi wê tîrê mir lê li dû xwe ji bilî kar û berhemên xwe yên binirx, di şûna ewladekî da birayekî agirpare hişt da ku stûna zimanê kurdî xurt bike û agirê hiş û hinavê wî hilke.

Husên Huznî di 1915ê da dema hat Helebê û dest bi xebatên xwe yên vejînê kir bi nameyekê ji malbata xwe xwest ku birayê wî yê duwazdeh salî bişînin cem wî. Bavê wî jî piştî duwazdeh salan, dema bihîst ku kurê wî nemirîye û heye bi girîn û kêfxweşî daxwaza wî bi cih anî û birayê wî yê biçûk bi rêya Mûsilê şande nik wî. Husên Huznî, ne tenê navê birayê xwe ji Ebdurehmanî guherî û kir Gîw, di heman demê da jê ra bû rêber û mamostayê jîyanê jî. Em dikarin bibêjin ku hevîrê kesayetîya Gîw Mukrîyanî di nav destên wî da hat stran û di encama vê da jî birayê wî wek stûnekî din ê çanda kurdî mil da ber xewna wî ya paşerojê.

Gîw Mukrîyanî li Mehabadê heta pola şeşan xwendibû lê li Helebê ne farisî, erebî û fransî zimanên serdest bûn. Ji ber vê kekê wî jê ra mamostayekî taybetî digire da ku wî hînî erebî û fransîyê bike. Piştî vê, Gîw xwendina xwe li Helebê didomîne û berî ku vegerin Îraqê jî du salan li Zanîngeha Beyrûdê beşa bijîşkîya didanan dixwîne. Lê mamostayê wî yê sereke Husên Huznî bi xwe bû û hîn di wan salan da weha dike ku Gîw bide ser rêça wî û xwe bide ber karekî mezin û giran ku di wê demê da dezgehên dewletan ji bin giranîya karên weha derdiketin.

Husên Huznî çawa ku karê dîroknûsîya kurdî ji bo xwe dike armanc, karê ferheng û edebîyatê jî dispêre birayê xwe. Ji bo vê mebestê hertim kurdên Sûrîyeyê û koçberên Bakurê li mala xwe dike mêvan da ku birayê wî ji ber axiftinên wan bêjeyên kurdî kom bike. Ji bilî vê li ser kîsê xwe her mehê çend kesên şareza ji Bakurê tîne mala xwe û wan deh bîst rojan dike mêvan da ku Gîwê birayê wî bêjeyên devera wan tomar bike. Havînan jî bi arîkarîya kurdên Çîyayê Kurmanc û kurdên Dîyarbekir û Mêrdînê wî li gundên kurdan dide gerandin da ku bêjeyên wan deveran berhev bike (1).


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Dema ku Huznî bi serê xwe wek dezgeha dîroknûsîya kurdî û Gîw jî wek dezgeha zimanê kurdî dixebite fransî rê li ber wan digirin û her du bira ji neçarî berê xwe didin Îraqê. Gîw Mukrîyanî li Rewandizê ji alîyekî ve di weşandina Zarî Kirmancîyê da wek rêvebirê kovarê mil dide milê kekê xwe ji alîyê din ve jî herwek li Helebê li vir jî ji mirovên wê deverê bêjeyên Soran û Barzanê û bi rêya Seyîd Teha û mişextên derûdora wî jî bêjeyên nehrî, şikak û ebdoyîyan kom dike.

Gîw, piştî qedexekirina Zarî Kirmancîyê demekê diçe Mehabadê û li vir karê wênegirtinê û wanebêjîya zimanê fransî dike. Lê wek şagird û şopgêrê kekê xwe, ji ber ku di nav zarokên kurdan da bîr û bawerîyên kurdîtîyê belav dike li ser “gilîya ecemperestan” ji alîyê dewleta Îranê ve çend caran tê girtin û herî dawî bi mercekê wî berdidin ku êdî neçe Îraqê û peywendîya xwe bi kekê xwe ra bibire. Gîw, mîna cihên din Mehabadê jî ji bo xwe dike meydana xebatê û şeş salên ku li vir ma bê navber bêjeyên hemû hoz û tîre û gundên Mukrîyanê û bêjeyên şikakî, ebdoyî, celalî, lor, kelhor û Sineyê di gel helbest, serborî û wêneyên helbestanvanên van deveran kom dike.

Piştî şeş salan dema vedigere Îraqê dîsa dide ser şopa berhevkirina bêjeyên kurdî. Bi vê mebestê ji bo bêjeyên Surçî, Xoşnaw û Îdîyê salekê li Batasê dimîne û paşê ji Behdînanê heta Koye, Pirdê, Silêmanî, Helebçe, Şarezor, Kerkûk, Hewraman û Bexdadê li gelek cihan digere û bêjeyên van bajar û deveran kom dike. Ji ber vê xebata wî ya dilsozane, di 1943yê da xwedîyê kovara Gelawêjê dîyar dike ku ev bîst sal in Gîw Mukrîyanî li gelek cihên Kurdistanê digere û ji nav eşîran hem bêjeyên kurdî berhev dike hem jî jîyana helbestvan û edîbên wan tomar dike (2). Ev agahîya Gelawêjê û serborîya Gîw Mukrîyanî hertim di hişê min da li ser wî îmajên sînematografîk çê dike ku hêvî dikim rojekê bala derhênerekî kurd bikêşe û veguhêze ser perdeya sînemayê.

Bi vê têkoşîna xwe ya bêwêne Gîw Mukrîyanî mîna kekê xwe Husên Huznî dide ser rêça ronakbîrên nekomformîst û ji bo armancên xwe yên bilind, rehetîya jîyanê ji bîr dike. Ew bi xwe di pêşgotina Ferhengî Mehabadê da dîyar dike ku ji bilî nanekî hejarî, tu car ji bo xweşîya jîyanê naxebite û hemû jîyana xwe ji bo komkirina mîrata çandî ya kurdî bext dike. Ji bo vê di pêncî salên xebata xwe da di demên nexweşî û girtinê da heta di rojên bêhnvedan û cejnan da jî dixebite. Bêguman çavkanîya vê evîna xwe ya bawermendane ji mamostayê xwe yê mezin Husên Huznî werdigire ku hîn li Helebê wî têdigihîjîne ku divê ji bo welatê xwe yê paşketî û parçekirî kar bike û ji bo yekîtîya çand û zimanê xwe heta mirinê bixebite.

Gîw Mukrîyanî di wê bawerîyê da ye ku dema neteweyek bikeve bin destê neteweyeke din qels dikeve lê dema zimanê xwe ji dest bide bi yekcarî dimire. Ji ber vê, parastina ziman wek parastina neteweyê dizane û dîyar dike ku eger kilîta zimanî di destê mirovên bindest da be rojek ji rojan dikarin xwe ji zindana bindestîyê rizgar bikin. Lê eger ziman biçe hemû hêvîyên paşerojê bi avê ra diçin. Ji ber vê, gihîştina armanc û hêvîyên paşerojê, bi vejandina zimanî û vejandina zimanî jî bi zanist û hunerên hevçerx pêkan dibîne. Loma jî piştî mirina Husên Huznî wek hilgirê mîrata wî, erkê gerandina karûbarên çapxaneyê û kovargerîyê jî digire ser milê xwe û bi her du milan xwe dide ber karên vejandina çanda kurdî.

Bi vê mebestê di 1947ê da çapxaneya kekê xwe ji Rewandizê tîne Hewlêrê û navê Çapxaneya Kurdistanê lê datîne. Gîw Mukrîyanî ji salên 1950yan heta mirina xwe wek mîratgirê Husên Huznî, bi çapxane û weşanên xwe rengûrûyê çandî yê Hewlêrê diguherîne û weha dike ku ev bajar bibe yek ji navendên giring ên edebîyata kurdî. Ji ber vê di 1954ê da dest bi weşandina kovareke nû ya bi navê Hetawê dike û heta 1960ê 188 hejmar ji vê kovarê diweşîne û di ber ra jî dora 200 pirtûkên kurdî derdixe. Bi van weşanên xwe ji bo xurtkirina peywendîyên navxweyî yên kurdan û bicihkirina zimanekî yekgirtî kedeke zêde dide û herwek armanca jîyana xwe bi rêya çand û zimanî dixwaze kurdan berbihev bîne.

Ji bilî van karan, di van salan da dest bi çapkirina ferhengên xwe jî dike ku ked û armanca wî ya salên dûrûdirêj in. Ferhengî Raberê (kurdî-erebî) di 1950yê da, Kolkezêrîneyê (kurdî-farisî-erebî-fransî-îngilîzî) di 1955ê da û Ferhengî Mehabadê jî (kurdî-erebî) di 1961ê da çap dike. Gîw Mukrîyanî di ferhengnûsîyê da rêbaza petîgerîyê dişopîne û dixwaze di şûna hemû bêjeyên bîyanî da bêjeyên kurdî bi cih bike. Ji ber vê hewl dide hemû qadên jîyanê bi bêjeyên petî yên kurdîyê bixemilîne. Bi vê mebestê ji navên mehan heta naznavên helbestvan û navên zarokan dest bi kurdîkirina bêjeyên bîyanî dike û ji bo vê di Hetawê da gotaran diweşîne û carinan jî pirtûkên mîna Nawî Kiç û Kuranî Kurdîyê çap dike. Mixabin ji ber nebûna derfetên madî di dema wî da hemû berhemên wî çap nebûn. Ji ber vê nekarî ferhenga xwe ya herî mezin Ferhengî Kurdistan (kurdî-kurdî), ferhenga xwe ya Nobereyê (erebî-kurdî), Mêjûy Wêje (3), Gîwname û Keşkulî Gîw çap bike.

Gîw Mukrîyanî ronakbîrekî îdealîst e. Herçend ji alîyê madî ve xwe destkurt bizane jî ji alîyê samana ferhengî, wêjeyî û dîrokî ve xwe ji hemû mirovan dewlemendtir dizane. Lewra bi gotina wî mirovên dewlemend bi pereyên xwe tenê ji bo zarokên xwe dikarin koşk û serayên xweşik çê bikin lê ew û kekê wî bi jîyaneke tijî têkoşîn û xebat; ji ferheng, edebîyat û dîrokê ji bo hemû kurdan maleke mezin çê dikin (4).

Wî bi vê hişmendîyê hewl da bi xebatên xwe yên pêncî salî rawestana pênc sed salî telafî bike û eger di 1977ê da dilê wî yê tijî evîn nesekinîya dê tu car ranewestîya. Lewra wî baş dizanî ku li pêşîya kurdan rêyeke dûrûdirêj heye û ji bo gihîştina armancê divê çendîn pêncî salên din jî bihatana fedakirin. Piştî rawestana wî, Kurdistan Mukrîyanîya keça wî da ser rêça bav û mamê xwe û alaya wan a xebatê bilind kir. Lê pirsyar ev e: Gelo ji bo hatina bihareke rasteqîne pêwîstî bi çend gulan heye ku gulistana me şên bibe? Gelo li dinyaya îro ya ku hezaran rêyên nû li pêşîya me vebûne, li meydana xebatê çend têhnîyên vê biharê hene ku di gihîştina karwanê yar û neyaran da dilşewatane bixebitin?

Çavkanî:

(1) Kurdistan Mukrîyanî (1999). “Pêşkekî”. Ferhengî Kurdistan. Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras. r. I-VII.

(2) “Tika”. Gelawêj. 1943, 2. 53-56.

(3) Ev berhem dîroka edebîyata kurdî ye ku ji duwazdeh bergan pêk tê û tê da serborî û helbestên 3 hezar helbestvanên kevin û nû yên kurd û wêneyê 300 kesî hene. Hinek beşên vê xebatê di kovarên mîna Gelawêj û Hetawê da tên weşandin lê heta niha jî wek pirtûk nehatîye çapkirin.

(4) Gîw Mukrîyanî (2012). Ferhengî Mehabad. Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras.

Nivîskar/rojnameger
Zülküf Ergün
Zülküf Ergün
Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.

Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.

Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebîyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.

Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê Demsala Nan pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.