Obezîte (Obesity)

Gelek mirov jî ji ber xerabûna xweşikiya laşî ji obezîteyê yan jî ji qelewiyê aciz in. Lê nabe ku obezîte tenê wekî xemeke estetîkê bê dîtin. Xetereya mezin xerabûna tendurîstiyê ye. Îro obezîte di lîteratûrê de wekî nexweşiyeke epîdemîk tê penasekirin. 

***

Hinek mijar hene, divê temamê civakê li ser serwext be. Obezîte mijareke wiha ye. Ev pirsgirêk dibe ku li we, li malbata we , li derdora we hebe; yan jî pêkan e ku derkeve holê. Ji bo tedbîra ewil lazim e mijar bê zanîn. 

Obezîte li cihanê pirsgirêkeke mezin ya tenduristiyê ye û van salên dawî, her ku diçe berbelav dibe. Li gorî rêjeyên rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC/World Health Organization) ya sala 2022an, 2,5 milyar mirov (18 salî û jê mezintir) wekî qelew/giraniya wan zêde hatine hesibandin. Ji van jî 890 mîlyon mirov wekî obez hatine jimartin. Ev jî tê wê wateyê ku ji 8 kesan, 1 obez e. Ji bo destnîşankirina qelewbûnê indeksa ku ji hêla RTCve hatiye çêkirin, tê bikaranîn. Ev Îndeks ya Girseya Laş e(ÎGL) û wisa tê hesabkirin: 

(Giranî-kg-) / (Direjî-m-) x (Direjî-m-)

Heke rêjeya Îndeksa Giraniya Laşî:

Di Navbera 18-25an da be: Ev rêje normal e

Di Navbera 25-30î da be: Giranî zêde ye/Qelewî ye

Ji 30î zêdetir be: Ev nîşan dide ku obezîte heye.

Li ser meselê: 

Giranî: 80kg, Bejn:1.86m be, Pîvan: 80/1.86×1.86=23.12 Yanî ev kes normal e.

Giranî 90kg, Bejn: 1.80m be, Pîvan: 90/1.80×1.80=27.7 Yanî ev kes qelew e.

Giranî: 95kg, Bejn: 1.75m be, Pîvan: 95/1.75×1.75=31.02 Yanî ev kes obez e.

Gava ji pewistiyê zêdetir xwarin were xwarin; xwarina zêde dibe dohn û di laşî de kom dibe. Di her xwarina zêde de, depoya dohnê jî zêdetir dibe. Helbet piştî qederekê ev depoya dohnê ji derva jî xuya dike. Gelek mirov jî ji ber xerabûna xweşikiya laşî ji obezîteyê yan jî ji qelewiyê aciz in. Lê nabe ku obezîte tenê wekî xemeke estetîkê bê dîtin. Xetereya mezin xerabûna tendurîstiyê ye. Îro obezîte di lîteratûrê de wekî nexweşiyeke epîdemîk tê penasekirin. 

Nexweşiya Obezîteyê dibe sebebê hinek nexweşiyên din jî! Di heman demê de dibe sedema nexweşiya dil, şekir, tansiyona xwînê ya bilind, kolesterola bilind, nexweşiya kezebê, nexweşiyên zayendî, nexweşiyên hestiyan, nexweşiyên pergala mihandinê, apnea xewê û hin nexweşiyên penceşêrê.

Sedemên obezîteyê û faktorên xetereya obezîteyê zêde dikin gelek in. Lê yên sereke em dikarin wiha rêz bikin: 

Zarokatî û ciwanên di navbera 13-16 salîyê de li ser obezîteyê bi bandor in. Piraniyên zarok yan jî ciwanên (13-16 salî) qelew, paşî dibin obez. 

Rehetiya jiyana modern; Îro seyare, komputer, televîzyon, alavên navmalê û gelek alavên rojane hewcedariya çalakbûna laşî kêm dikin.

Faktorên sosyoekonomîk; Kesên asta perwerdehiya wan qels û qezencên wan kêm in ji ber derfetan yan jî kêmzanînê ji pergaleke birêkûpêk ya xwarin û vexwarinê dûr dimînin.

Derfetên xwegihandina xwarinê; Xwarinên erzan û hêsan têne peydakirin giranî ji hêla naverokê ve qels in û asta dana enerjîya wan kêm e. Ji ber derfetan gelek mirov xwe nikarin bigihînin zewadên (besîn) naverokên wan dewlemend. 

Bêtevgerî; Ji bo gelek mirovan çalakiya laşî êdî ne beşeke xwezayî ya bernameya rojane ye. Li gelek deverên cîhanê makîne ketine cihê dest û lingan. Her ku qelewî zêde dibe meyla runiştînê zêde dibe; her ku rûniştin zêde dibe qelewî zêde dibe. 

Genetîk: Bejnûbal û giraniya dê û bavan biçûk be jî li ser zarokan bandorê dike. Dê an jî bavekî qelew/obez xeteraya obezîteya zarokan zêde dike. 

Faktorên ji dayikbûnê: Kêmxwarina di zikê dayîkê de, cixarekişandina dayikê, jidayikbûna bi giraniyeke zêde (bi taybetî ji 4 kg zêdetir), xwarina mamayan ya li şûna şîrê dayê û hwd. xetereya obezîteyê zêde dikin.

Di tedawiya obezîteyê de, ya herî girîng baldariya xwarin û vexwarinê ye. Ji bo kêmkirina giraniyê, derba ewil guherîna xûy û xisletên xwarin û vexwarinê li pêşiya qelew û obezan e. Kêmkirina xwarinê, devjêberdana tamtîkan (xwarinên yên bi ambalaj û hwd.). Lê ne ku herkes ji ber xwarina zêde qelew yan jî obez e. Xwarina zêde û xwarinên şaş; yan jî kêmxwarina xwarinên baş jî dibin sedemên qelewî yan jî obezîteyê. Ji bo tendurîstiya laşî divê fêkî, sebze û xwarinên din yên lîfên wan zêde bêne xwarin. Ligel vê, êdî em dizanin ku parêz û werzîş bo kêmkirina giraniyê û ji bo peşigirtina qelewbûnê pewîst e. Werziş ne hewce ye ku bi aletekî be, meşa lezekî nerm jî werzişeka bibondor e ji bo kêmkirina giraniyê.

Çavkanî

 GBD 2019 Risk Factor Collaborators. “Global Burden of 87 Risk Factors in 204 Countries and Territories, 1990–2019: a systematic analysis for the global burden of disease study 2019”. Lancet. 2020;396:1223–1249.

 Okunogbe et al., “Economic Impacts of Overweight and Obesity.” 2nd Edition with Estimates for 161 Countries. World Obesity Federation, 2022. 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir