Botan International bi piştgirîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) kargehên rojnamegerîya dijîtal pêk tîne.
Di kargehê da, di dersa duduyan da, Sertaç Kayar li ser wênegirîya ji bo nûçeyan axivî.
Kayar dibêje, di dinyayê da bi hezaran wêne(kêlî) hene, ya muhîm ew e mirov bikare wêneyê herî balkêş ji nav derxe û bigire.
Ew li ser tesîra wêneyan ya li ser nûçeyan û girîngîya wan axivî û got: rihê nûçeyan wêne ne.
Wî di pêşkêşîya xwe da behsa çendîn pîvanên wêneyan kin kir, ew dibêje ji bo naveroka wêneyan pîvana herî baş mirov e.
Ew wekî tiştên herî giring ji bo wêneyan, sê pîvanan destnîşan dike ku di heman demê da wekî pîvanên wênegirîya navneteweyî jî tên zanîn: mirov, kêlî, kompozîsyon sê pîvanên herî giring in.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Ew li ser hazirîya nûçeyan û wêneyan axivî ka divê mirov çawa tevbigere li hemberî bûyeran. Kayar dibêje, berî ku ez biçim qada bûyerê, ez li ser difikirim û gelo ez dê bikaribim çîrokeka çawa ji wê bûyerê derxim û ev yek li gorî naveroka bûyerê diguhere.
Di wêneyan da tiştê herî zêde tesîrê li ser mirovan dike mirov e, yanî hebûna mirovekî di wêneyî da.
Wî bal kêşa ser berbelavbûn û navdarbûna wêneyan. Wêneyê ku bi van pîvanan (mirov, kompozîsyon, kêlî) bê girtin, dibe malê cîhanê yanî dikare tesîrê li ser hemî cîhanê bike. Wêne û bûyerên local heke bi van pîvanan neyên girtin dê gelek berbelav nebin, bûyer çiqas giring be jî.
Kayar di berdewamîya pêşkêşîya xwe da, li ser çendîn wêneyan ku ji alîyê ve hatine girtin, axivî û şirove kirin. Herwiha wî behsa girtina rêbaza wa wêneyan jî kir.