“Ev nîşaneka temsîlkirina berxwedan û potansîyela di civaka Kurdan de ye”

27/11/2023

BBCyê îsal Lîsteya 100 Jinên Îlhambexş eşkere kiriye. Di lîsteyê de jineka îlhambexş Basima Abdulrahman jî heye. Ew li Herêma Kurdistanê, avahî û derdorên xweza-dost çêdike. Botan Timesê li ser xelatê û hestên wê pê re hevpeyvîn kir.

Nîşana berxwedan û potansîyela civaka kurdan

Dema ez di platformeka wek Lîsteya 100 Jinên Îlhambexş ya BBCyê de wek jineka kurd tême nasîn, ev ne bi tenê nîşana biserkeftineka şexsî ye, ev nîşaneka temsîlkirina berxwedan û potansîyela di civaka Kurdan de ye.

Çêdibe ku dema jinên ciwan ên kurd bibînin kesek ji nijada wan di platformeka navneteweyî de ye, ev yek ji wan re îlhambexş be. Ev peyameka gelekê bihêz dide ku digel astengên çandî û nijadî em dikarin ji astengîyan biborin û tiştên qenc û baş li mirovatîyê zêde bikin.

Ez hêvî dikim em meydanê ji normên zayendî yên civakî re bixwazin û nîşan bidin ku jin dikarin biser bikevin û qencîyê li civaka xwe zêde bikin heta ku qencîyê li cihên ji civaka xwe wêdetir re jî bikin. 

Serbilind im

Ez serbilind im ku ji bo lîsteya 100 Jinên Îlhambexş ên BBCyê hatime hilbijartin û li rexa wan jinên karên baş li qada xwe zêde kirine cih digirim. Ev spasî karên min bi xîret û kedeka mezin kirîn piştrast dike û ne bi tenê vê dike nîşan dide ka ka qîmetê wan tiştên min qedir dayîyê çi qasê bilind in. Di lîstaya 100 Jinên BBCyê de 28 jin hebûn ku ew ji bo kêşeyên demildest divê bêne çareserkirin li çareserîyan digerîyan. Ez gelekê kelecen im ku di nav wan kesan de me. Kelecan im ku di komeka aktîv ya ku hewil dide guherîneka baş li dinyayê bikin de cih digirim. 

Kêmkirina tesîra guherîna îklîmê

Min dixwest ez tesîrên guhertina îklîmê kêmtir bikim û min ji dil û hinavan dixwest ez tesîreka baş li derdorê bikim ji ber wê min KESK ava kir. Zehmet bû ku dest bi îşekê li ser guhertina îklîmê bikim û civakê li ser giringîya wê hayedar bikim. Ji bo guhertina pêpaşîya ji bo guherînê divîya karên berxwedanê bêne kirin û perwerde bê dayin. Hê jî ew lazim in.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û