Casimê Celîlî her spêde sonda kurdînîyê dixwar

Casimê Celîlî her spêde sonda kurdînîyê dixwar
Casimê Celîlî her spêde sonda kurdînîyê dixwar
Engin Ölmez

Celil Badikanlı derbarê Casimê Celîl da beyan dike ku li Yerîvanê, dema Casimê Celîl li sêwîxaneyê bûye ji bo ku eslê xwe ji bîr neke, Casimî her spêde di nav nivînên xwe da wiha gotîye “Navê min Casim e, ez kurê Celîl im, ji oblasta Dîgore me, ez kurd im, kurdê Êzidî me”

8emîn festîvala FîlmAmedê di 3yemîn roja xwe da berdewam kir.

Saet 17:00an Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casîmê Celîl hate nîşandan.

Salona Şanoya Bajêr a Amedê

Piştî temaşekirina fîlmê, derhênerên filmê derketin ser dikê û pirsên temaşevanan bersivandin. Çend kesan fikr û ramanên xwe derbarê fîlmê da anîne ziman. Salona fîlmê hema bibêje tejî bûbû ku çend cihên vala li salonê mabûn.

Dema derhênerê filmê Celil Badikanlı û Özlem Diler diaxivin

Derhênana belgefilmê ‘Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casîmê Celîl’ Özlem Diler û Celil Badikanlı kiriye ku fîlm sala 2021an qedîyaye. Belgefîlm ji 56 deqîqeyan pêk tê ku zimanê filmê bi temamî kurdî ye.

Fîlm malbata Celîlan, di şexsîyeta Casimê Celîl da, serpêhatî û koça wan ya bo Yerîvanê radixe ber çavan. Casimê Celîl sala 1908an li gundê navçeya Dîgora Qersê hatiye dinyayê. Casim ji malbateka Ezidî ye. Ew bi malbata xwe, sala 1918yan bi qirkirinekê ra rûbirû mayîne û talîya talî neçar mayîne ku ji Qersê koçî Yerîvanê bikin. Gund û welatê Casim her bi hesret di dilê Celîlê Celîl da maye ku fîlm rêwîtîya wî ya ji ewropayê berev gund û welatê wî bo bîneran pêşkêş dike.

Celîlê Celîl

Yek ji derhênerên belgefilmê Celîl Badîkanli dîyar dike ku kurd bêdewlet, bêderfet û bêdezgeh in ku yek alîkarîya kurdan bike. Balê dikêşe ser girîngî û kar û xebatên malbata Celîlan ku dibêje “sirf ji bo çanda kurdî bixebitin wisa li malê hatine perwerdekirin”. Ew dîyar dike ku sekna malbateka bi vî rengî ya xebatkar û dilsozên çanda kurdî bû sebeb ku wan ev film ji bo rêzgirtinê kişandine.

Celîlê Celîl

Fîlm li sê dewletan, li bajarên wekî Vîyana, Yerîvan û Qersê hatiye kişandin ku ew dîyar dikin ji ber vê yekê jî produksîyon û kêşana fîlmê hinekî zehmet bûye ku ew ji vê yekê jî razî bûne. Ew kişandina wê filmê wekî rêwîteyeka xweş û biqîmet bi nav dike.

Herwiha Celil Badikanlı derbarê Casimê Celîl da beyan dike ku li Yerîvanê, dema Casimê Celîl li sêwîxaneyê bûye ji bo ku eslê xwe ji bîr neke Casimî her spêde di nav nivînên xwe da wiha gotîye “Navê min Casim e, ez kurê Celîl im, ji oblasta Dîgore me, ez kurd im, kurdê Êzidî me”

Wêneyên nûçeyê: Engin Ölmez