Serpêhatiya peyva solê

Serpêhatiya peyva solê
Serpêhatiya peyva solê
Zana Farqînî

Ziman çawan ku diyardeyeke efsûnî ye, her wisan ew heyîneke zindî ye jî. Loma em dikarin vê guherbariya zimên di hin peyvan de bi hêsanî bibînin ku bê çawan bi pêvajoya demê re di warê morfolojîk û semantîkê de ew guheriye. Peyva “sol”ê jî yek ji wan peyvan e ku hem ji aliyê teşeyê hem jî ji aliyê mehneyê ve îroj di rewşeke din de ye. Sol, ku sînonîma wê pêlav e, di rastiya xwe de binê pê ango ling e.

Di vê nivîsarê de ez dê behsa vê rewşê bikim û wek arkeolojiya zimên hewl bidim da ku vê yekê aşkera bikim. Lê berî behskirina teşe û wateya wê ya berê, hez dikim pêşî balê bikêşim ser du wateyên wê yên niha. Ev peyva hanê ya ku dabaşa me li ser e, îroj bi piranî wek berginda pêlavê tê bikaranîn. Lê mehneyeke wê ya din jî nal e. Ji bo tesbîta vê ez dê hem serî li zargotinê hem jî li ferhengan bidim.

Peyvên sol û solbend, ku bergindên nal û nalbendê ne, di berhemên me yên folklorîk de derbas dibin. Wek nimûne, di strana bi navê “Nalbendo” ya gelêrî de, ku ew a devera Behdînan e û hunermend Hesen Şerîf wê dibêje, ev her du bêje jî bi mehneya nal û nalbend in. Wek nimûne, ji bo peyitandinê, bendeke vê stranê wiha ye:

Hey nalbendo, heyrano solbendo

Nala nalbendî ya mezin e

Sola solbendî ya mezin e

Te binê nalê dibêm asin e

Keçikê tu keç bûy, ev sale jin e

Zeriyê tu keç bûy, ev sale jin e

Hoy dey dey nalbendo

Ho dey dey solbendo.

Di hin ferhengan de jî, pênaseya sol û solbendê, wekî nal û nalbend hatiye kirin. Wek mînak, di ferhenga El- Hediyyetu’l Hamidiye ya Yûsif Ziyaeddîn Paşa de solbend, di Ferhenga Kurdî – Kurdî ya Celadet Alî Bedirxan de jî sol û solbend hene, ku îcar Celadet Alî Bedirxan ji bo vê hevoka nimûneyî bi awayê “Min hespa xwe sol kir” jî daye. Di ferhenga Kurdistan a Gîwî Mukriyanî de her du peyv mîna sola hespî û solbend hene. Di Ferhenga Kurdî-Kurdî ya Kamêran Botî de tenê peyva solbend heye û wî ew bi mehneya solker û nalbend daye nîşandan. Mehmet Tanrikulu jî di ferhenga xwe ya Tirkî-Kurdî de berginda nalbantê ya ji bo kurmancî nalbend û solbend dane. Ji bo “nal kirin”ê wî hem “nal kirin” hem jî “sol kirin” derpêş kirine. Dîsan di Ferhenga Kurdî-Fransî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de sol hem pêlav hem nal, solbend jî hem solker hem nalbend e.

Ez bêm ser ferhengên xwe. Min bi xwe jî di her sê ferhengên xwe de her du mehneyên vê peyva hanê dane. Her wiha min guhartoya (varyanta) solê ya bi şekilê sole jî di ferhenga xwe ya Kurdî -Tirkî ya Mezin de bi kar aniye.

Xala balkêş ew e ku ev sole, peyva “sole”ya îngilîzî tîne bîra mirov ku ew bi mehneya binê pê ye. Sedemeke din jî ku vê fikirê bi mirov re xurt dike, hebûna peyva “zol”ê ye. Ev peyv di kurmancî de rasterast ji bo binê pê tê bikaranîn.

A ziman, ku jê re tê gotin ew organîzmayeke zindî ye, tiştekî wiha ye. Ew ne sekan e, lê tim di nav rewşa guherînê de ye. Ji ber vê taybetmendiya zimên, bi demê re mehneya hin peyvan berfireh carinan berteng dibe yan jî bi temamî diguhere û wateyên nû li xwe digire. Wekî ji vê mînakê jî dixuye, ev guherîn bi xwe du alî ye. Guherîna teşeyî û ya wateyî. Wek encam; ji ber guherbariya zimên, guherîn di peyva “sol”ê de çêbûye ku hema bibêje ew êdî bi temamî ji mehneya binê pê û nal dûr ketiye û wateya pêlavê wergirtiye. Serpêhatiya solê û rêwîtiya wê ya dîrokî nîşanî me dide ku ew ji aliyê mehneyê ve tewqdar ango qatqatî ye. Loma divê me tim jê hay hebe ku ziman ne tiştekî sekan e û di rêwitiya xwe ya dûr û dirêj ya dîrokî de dikeve rewşeke guherbar. Sola ku di esilê xwe de binê pê ye, bi qonaxa demê re bûye nal, ji wir jî dageriyaye bûye pêlav. Tewqdariya peyvan û terman jî tiştekî welê ye.