Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu û akademîsyen Sînem Aydinliyê ji bo malpera bianetê “Rapora Çavdêrîya li Medyayê ya Tîrmeh-Tebax-Îlonê” amade kiriye.

Edîtorên bianet kurdîyê, Ferid Demirel û Abdulselam Yildirimî ji zimanê tirkî wergerandiye.

Li gor raporê 11 rojnameger hatine desteserkirin, gefa girtinê li ser 205 rojnamegeran heye û di sê mehan de 248 nûçe hatine astengkirin.

Temama raporê

Par desthilatdarê qanûnek derxistibû û xwestibû ku platformên medyaya civakî nûnerên xwe yên qanûnî diyar bikin û RTUK naveroka van platforman kontrol bike. Heman desthilatdar îsal amadekariyê dike ku di bin navê “dezenformasyonê” de bikarhênerên medyaya civakî bi cezayê girtîgehê ceza bike. Demeke dirêj e ji bo medyaya civakî tê gotin ku desthilatdar “artêşeke troll”an li vir ava dike û bi gotina Serokomarê AKPyî, Erdoganî cihê ku “bela”yê, bi ya Mûstafa Şentop, Serokê Parlamentoyê jî “faşîzma dîjîtal” diafirîne.

Li gorî nêrîna rêxistinên rojnamegeran û azadiya xweîfadekirinê û mixalefetê, desthilatdar bi van amadekariyên ku di van sê mehên dawiyê de tên kirin û daxuyaniyên derdorên desthilatdariyê yên derbarê amadekariya qanûnê ya ji bo “medyaya ji fonên biyaniyan sûdê werdigirin”, beriya hilbijartian 2023yan dixwaze nûçegîhaniya rexnegir û medyaya civakî asteng bike.

Di vê demê de bi berdewamî hin rojnamegerên xwestine civînên AKPyiyan bişopînin destûr wernegirtine, polîs û cendermeyan hewl dane ku dîmenên rojnamegeran girtine jê bibin, dozger gelek caran li dijî biryarên derbarê rojnamegeran de hatine dayîn, derketine û lînkên nûçeyan gelek caran hatine astengkirin. Vê rewşê hiştiye ku metirsiya heyî kûrtir bibe.

205 rojnameger di bin gefa cezayê girtîgehê de ne

Rapora Çavdêriya Medyayê ya Tîrmeh-Tebax-Îlona 2021ê bi me da xuyakirin ku di van sê mehan de herî hindik 205 rojnameger di 56 dozan de û di serî de bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye”, “endamê rêxistinê ye” ji ber 21 tohmetên cida hatine dadgehkirin. Di vê demê de herî hindik 70 rojnameger bi “endamtiya rêxistinê”, 22 rojnameger jî bi “propagandaya rêxistinê” tohmetbar bûne.

“Heqareta li Serokomarî”: Ceza li 17 kesan birîne

Di van sê mehan de bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” 17 rojnameger û karîkaturîst hatine dadgehkirin. Di van dozan de li ser hev 84 kar cezayê girtîgehê ji rojnamegeran re dixwazin. Par di heman mehan de doz li 8 rojnamegeran vebûbû.

Di raporê de navê rojnameger Rustem Batûm, Ahmet Sever, Baransel Agca, Oktay Candemîr, Cem Şîmşek, Huseyîn Aykol, Reyhan Çapan, Hasan Başak, Kemal Yakût, Engîn Korkmaz, Erk Acarer, Denîz Yucel û Atîlla Taş û ji kovara Charlie Hebdoyê navê karîkaturîs Julien Serignac, Gerar Biard, Laurent Sorurisseau û Alice Pettiyê heye.

Bi îdiaya ku “heqaret li Serokomar Erdoganî kiriye” 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li nûçegîhanê Evrenselê, Cem Şîmşekî birine. Her weha dozgerê danişînê li dijî biryara beraetê ya ji bo Oktay Candemîrî hatiye dayîn, serî li îstînafê daye. Dadgehkirina Baransel Agca û ya her çar karîkaturîstan wê di demên pêş de pêk bê.

Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan weke Serokomar hatiye hilbijartin, ji Tebaxa 2014an heta 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an, bi tohmeta “heqaret li Serokomarî kiriye” û li gorî Xala 299an a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) cezayê girtîgehê, cezayê girtîgehê yê taloqkirî û cezayê pereyan herî hindik li 66 rojnamegeran birîne.

Hejmara êrîşan zêde bûye

Di van sê mehan de dema nûçe, doz an jî daxuyaniyên çapemeniyê dişopandin, polîs û cendermeyan an jî hin kesên din, herî hindik êrîşî 29 rojnamegeran kirine. Di meha Nîsanê de biryarnameyeke polîsan kete meriyetê ku li gorî vê biryarnemeyê wê rojnameger nikaribin di dema midaxelekirina polîsan de dîmenan bigirin. Piştî vê biryarnameyê di dema bibîranîna 10em salvegera Qetlîama Pirsûsê de polîsan êrîşî 10 rojnamegeran kiriye. Di heman demê de polîsan derb li rojnamegerekî/ê xistiye û ew desteser kirine. Rojnameger Erk Acarer li Berlînê hatiye kêrkirin û bi vê re, tundkariya li dijî rojnamegeran sînor derbas kirine. Par di heman demê de êrîş li 11 rojnamegeran bûbû.

11 rojnameger hatine desteserkirin jê 4 ji ber “Pirsgirêka Kurdan” bûye

Di qonaxa Tîrmeh, Tebax û Îlona 2021an de herî kêm 11 rojnameger hatine desteserkirin. Ji rojnamegeran 4 ji ber nûçeyên têkildarî Pirsgirêka Kurdan desteser bûye, 2 rojnamegerên hollandî jî li Edîrneyê dema xwestine rewşa penaberan bikin nûçe hatine desteserkirin. Olaf Koens, nûçegîhanê RTLyê û kameraman Pepjîn Nagtzaam bi hinceta ku “herêma qedexekirî ya leşkeri binpê kiriye” piştî îfadeyên wan hatine stendin, serbest berdane.

248 nûçe hatine astengkirin, jê 141 ê bîanetê ye

Di qonaxa Tîrmeh, Tebax û Îlona 2021an de Yekitiya Sazkirina Xwegihandinê û Dadweriyên Cezê û Aştiyê bi hincetên weke “binpêkirina mafên kesayetiyê” ango “mafê jibîrbûnê” 107 nûçeyên ku di malperên nûçeyan yên înternetê de derketine asteng kiriye.

Di vê qonaxê de 141 nûçeyên bianet.orgê ku di dîrokên cûda de weşiya ye hatine asteng kirin. Di nava nûçeyên hatine asteng kirin de “Çeteleya Tûndkariya Mêran” a bîanetê, nûçeyên derbarê tûndkariya mêran de, nûçeyên têkildarî dadkirina rojnamegerani, nûçeyên têkildarî Operasyonên 14-25ê Kanûna Pêşiyê, nûçeyên têkildarî kirîna erdên ku li cihê Kanal Stenbol tê de derbas dibe yên Berat Albayrakî, nûçeyên Nexweşxaneyên Şehîrê û nûçeyên têkildarî ked û karkeran hebûn.

Giliyên “heqaretê” yên siyasetmedaran û dadrêsan

Di qonaxa Tîrmeh, Tebax û Îlona 2021an de herî kêm navên 34 rojnamegeran di dozên cezê de yên bi tohmeta ku “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” û “heqaretê” hatiye vekirin de derbas bûye. Di dozên ku bi giştî 78 sal û 3 meh cezayê girtîgehê tê de hatiye xwestin de dozên ku ji BirGunê Eren Tûtel, rojnamevan Alîcan Ûlûdag û Caner Taşpinarê Odatvyê re vebûne nû ne. Ozgur Bogatekîn ji du dosyeyan bereat kiriye. Rojnameger Îsmaîl Saymaz ji ber sê nivîsên wî bi hinceta “heqaretê” dad dibe.

Di nav kesên ku giliyê rojnamegeran kirine de ev nav hen in:

  • Suleyman Soylû, Wezîrê Karên Navxweyî
  • Hasan Yilmaz, Alîkarê Wezîrê Dadê
  • Mûstafa Varank,Serşêwirmendê Serokomariyê
  • Mûstafa Şentop, Serokê Meclisa Tirkiyeyê
  • Îsmaîl Kahraman, Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyê
  • Parlamenterê AKPê yê Enqereyê Alî Îhsan Arslan
  • Serdozgerê Dadgeha Bilind Abdurrahman Yalçinkaya
  • Alîkarê Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Haci Hasan Bolukbaşi
  • Dadgerê Cezê û Aştiyê yê berê yê Edliyeya Stenbolê Bekîr Altûn
  • Alîkarê Serokê Federasyona Wushu ya Tirkiyeyê (TWF) Abdurrahman Akyuz

Di qonaxa Tîrmeh, Tebax û Îlona 2021an de ji aliyê peyanerên fînansê yên cûda û siyasetmedaran ve bi qasî mîlyonek û 780 hezar TL dozên tezmînatê li sê rojnameger û sê rojnameyên rojane hatiye vekirin. Doza yek milyon TLyî ya ku Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî li Rojnameya Cûmhûriyetî vekiribû û ya 100 hezar TLyî ku Sabahattîn Aydin, Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê li rojnameya Evrensel, BirGun û Cûmhûriyetê vekiriye dozên nûbûn.

Têkoşîna li dijî bêcezahîştinê

Di qonaxa Tîrmeh, Tebax û Îlona 2021an de careke din çanda bêcezahiştinê ya ku di darizandina kujer û êrîşên li dijî rojnamevanan ên li Tirkiyeyê de tê dîtin, mînak nîşan dide.

Dozvenekirina têkildarî kuştina avakarê rojnameya Silvan Mucadeleyê Yaşar Parlak ku 17 sal berê hatibû qetilkirin,  Ogûz Demîrê fîrarî ye ku 28 sal berê di wesayîta rojnameger Ûgûr Mûmcû de bombe bicihkirîbû û hê jî dad dibe, brîndarbûna nûçegîhanê NTVê Yagiz Şenkal ku li ber derê Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê bi guleya ku li nigê wî keti bû û nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Yavuz Selîm Demîrag jî li Enqereyê rastî êrîşê hat û piştî bertekan doz hat vekirin.  Ev hemû çanda bêcezahiştinê nîşan dide.

Sê polîsên ku bi gotinên “Edî tu tiştek weke berê nîne, em ê we fêrî vê bikin” tûndkarî li Beyza Kûral, nûçegîhana bîanet.orgê kiribû, piştî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûrî hatin dadkirin. Ev destkevteke ku nayê biçûkkirin. Bulent Kiliç, nûçegihanê fotografan yên AFPyê yê ku bi tûndkariya polîsan hat desteserkirin, vekirina dozê li Serokatiya Ragihandina serbi Serokomariyê ye ji aliye Nadîre Mater, Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPS / bîanetê ku ji ber “qerta çapemeniyê ya domdar” a ku zêdetirî sê sal in nehatiye nûkirin û hewldanên li ser navê wê dide nîşan dan ku têkoşîna lêgerîna mafan hê zindî ye.

Çar rojnameger di Dadgeha Destûrî de biserket

Dadgeha Destûrî di qonaxa Tîrmeh, Tebax û Îlona 2021an de di serlêdana çar rojnamegeran de biryar daye ku azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê ya wan hatiye binpêkirin û bi giştî 21 hezar û 180 TL cezayê tezmînatê biriye.

Di dosyeyên Şaban Sevînç, Seray Şahîner Ozkan, Halît Baskin de Dadgeha Destûrî biryara binpêkirinê dabû. Di vê dosyeyê de azadiya xweîfadekirinê bi îdiaya “heqaretê” û bi gefa girtinê bi 125em xala Qanûna Cezê hatibû astengkirin.

Di heman qonaxa sala par de Dadgeha Destûrî bi tenê îmza avêtibû binê biryarekê. Malpera sendika.orgê û malperên girêdayî wê 62 caran hatibû astengkirin. Dadgehê têkildarî astengkirinê de duyem car biryara binpêkirinê dabû.

Di heman qonaxa sala par de DMMEyê têkildarî demekî girtî mayîna Ragip Zarakolû, nivîskar û mafparêz biryar dabû ku “mafê ewlekariyê” yê Zarakolû hatiye binpêkirin. Di sê mehên dawî de deng ji DMMEyê derneket.

RTUKê 26 cezayê pere li TVyan biriye

Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) di qonaxa Tîrmeh, Tebax û Îlona 2021an de ji ber weşanên bername û nûçeyan bi giştî 26 cezayê pereye îdarî û 3 caran jî cezayê rawestandina weşanê daye TVyan. Di vê qonaxê de derbarê dezgeyên radyoyan de ti ceza nehatiye birîn.

Rojnameya Cûmhuriyetê û TRTyê rojnameger ji kar derxistine

di qonaxa Tîrmeh, Tebax û Îlona 2021an de herî 8 rojnameger ji kar hatine derxistin. Rojnameya Cûmhuriyetê Kubra Koklu û Esra Alûs di nav de 7 rojnameger ji kar derxistiye. TRTyê jî ji ber parvekirinekî wî yê Twîtterê Denîz Salmanli ku 22 sal in şef montajker e ji kar avêtiye.