Weşanên Vateyê ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir

Nıvîskar:
5 months berê

Weşanên Vateyê ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir û belav kir.

Nivîskarê kitêba Fonolojiya Zazakî akademîsyenê Artûkluyê Ahmet Kirkan e.

Kirkan di berhema xwe da li ser fonetîka diyaelekt û zaraveyên Zakzakî yên Çewlîg, Dêrsim û Siweregê xebitîye.

Herwiha akademîsyen Kirkanî li ser fonem yanî dengên Kurmancî, Zazakî, Soranî û Hewramî jî xebitîye û ew li gorî zanista fonetîkê nirxandine û rave kirine.

Ahmet Kirkan aniha li Zanîngeha Mardin Artuklûyê akademîsyenê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ye.

Berhemên wî:

Destpêka Edebiyata Klasîk û Zazakî û Bîyîşa Osman Efendî

Rêzimana Kurdî

Zazakî û Malmîsanijî Ser o Meqeleyî

Ji bilî van xebatan çendîn gotarên wî yên li ser zimannasî û edebiyata klasîk a kurdî, di çendîn kovar malperên akademîk da çap bûne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Japonyayê, rê li ber tacîzkirina mişterîyan tê girtin

Japonyayê ji bo parastina karkerên beşa xizmetê qanûneka nû derxistiye. Ev qanûna

Îsraîl beşa çaremîn a leşkerî dişîne Libnanê, Hizbullah dibêje hêza wan ‘baş e’

Artêşa Îsraîlê beşa xwe ya çaremîn şandiye Libnanê, piştî şeva dî ya

Vîdeo: Rojîn Kabaîşa 21 salî  hêj winda ye – VOA, BBC

Ji 27ê Îlonê vir ve tu agahî ji Rojin Kabaiş, xwendekara Zanîngeha