Nîvdestpêkek bo haîkûya kurdî

Helbesta Asyaya Dûr, xasma jî ya çînî û japonan wekî albûmên pirbelg, pirreng yên xwezayê ne. Şa’irên van zimanan hê ji heyamên ewil de hevalîniyeka poetîk ligel xwezayê û hemû hêmanên wê danîne ku paşê vê yekê tesîr li felsefe û baweriya wan jî kiriye. Çiya, kevir, çem, asîman, dar, ber, ajal çavkanî û karakterên sereke yên helbestên wan e ku şa’ir bi hemûyan re di nava diyalogeka jidil de ne. Hem hevalê wan hem jî hemderdê wan e û bi saya wan îmaj û îfadeyên resen ji bo helbesta xwe û çanda xwe çêkirine. Haîkû cureyeka taybet ya vê çandê ye ku berê pêşî xweserî japonan e, belê dîsa û her xizmê helbesta çînî ye ku xwedî dîrokeka dûr û dirêj e. Van salên dawî di şi’ra kurdî de meyleka nû ya poetîk heye ku tesîrê li gelek şa’irên me dike. Ev nivîsîna haîkûyan e ku ji sed salî zêdetir e ji welatê xwe japonyayê dirêjî gelek ziman û çandan bûye.

Di kurmancî de nimûneyên wê yên ewil di sala 2011an de ji teref Berken Bereh û Selîm Temo ve hat dayîn. Berken Bereh di sala 2011an de di pirtûka xwe Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re ku hemû helbestên wî yên ta wê demê hatibûn weşandin di xwe de dihewand, cih da dosyeya xwe ya haîkûyan ku cara pêşî dihatin weşandin. Ev dosya paşê wekî pirtûkeka cûda bi navê haîkû jî çap bû [1]. Selîm Temo jî heman salê di dîwana xwe ya ewil ya kurmancî Sê Dengê de cih da deh haîkûyên biharî [2]. Kawa Nemir bi Bayê Labûte Morana Gerdûnê [3] ve, Ulku Bîngol bi Dengê Pepûkê, Sidîq Gorîcan bi Gumbilê û herî dawî Ergîn Sertem bi Sihrên Mizewran [4] ve di vê cureyê de berhem dan. Ji van dîwanan her yek xwedî şêwaz û rengekî taybet in, ji vê hêlê ve qedrê wan zêde ne li ba min welew ku min hêj newêriye berê xwe bidim nivîsîna haîkûyan.

Şa’irên me ji bilî haîkûyê jî çend formên din ên helbesta japonî ceribandine. Rêdûr Dîjle di dîwana xwe Kêsekê [5] de ligel haîkûyê, cureyên wekî Senryu û Jisei jî ceribandine ku her du jî wek form gelekî dişibin haîkûyê lê ji hêla naverokê ve gelekî cihê ne. Kawa Nemir jî di dîwana xwe ya dawî, Peyvên Piçûk [6]de çend mînak ji cureya tankayê dan. Bi min baş e ku alaqeya bo helbesta japonan bi tenê bi haîkûyan sînordar nemaye. Lew ziman bi ceribandinên nû û zehmet jî li xwe zêde dike, hay ji cewherên xwe dibe. Zimanê me yê ku heta vê axiriyê jî ji her derê xwezaya welatê me ber xwariye û pê kemiliye helbet dê bi xweşî pêşwaziyê li haîkûyan bike.

Heke li hev were ez dê paşê hewl bidim ewil nivîsekê bi taybetî li ser haîkûyên Berken Bereh û paşê li ser haîkûnûsên me yên din binivîsim. Lew Berken Bereh ne tenê danerê dosyeya ewil ya tekmîl ya vê cureyê ye di helbesta me ya bakur de, di heman demê de ew bi nivîsîn û fikirîna li ser haîkûyan jî vê yekê nîşan dide ku çend xemxurê helbesta haîkûyê ye. Di jimareya 141ê ya kovara Nûbiharê bi sernavê “Haîkû”yê [7] nivîsek wî heye ku her wekî xwezaya haîkûyê wê bi kurtî dide nasîn. Vê dawiyê jî ji bo dîwana haîkûyan ya Sidîq Gorîcan pêşgotinek nivîsî. Bereh haîkûyê wekî zimanê sade û zelal yê xwezayê dibîne. Xwezaya bê ser û ber di haîkûyan de bi sê riste û hivde kiteyan ancax detayeka xwe ya biçûk nîşanî me dide. Ev detay têrê dike ku mirov heyran û hejmekar be li miqabil ezameta wê û şiyana şairê wê.

Samî Hêzil jî di nivîsa xwe ya li ser haîkûyên sidîq gorîcan de amaje bi vê hêla xwezayê dike: Haîkû wek tema bêtir derbarê sirûşt û demê ne. Besta haîkûnûs bi demsalê, bi danê rojê û bi hêmanên xwezayî tê xîretê. Dem û xweza wek du temayên bingehîn di hişê haîkûnûs de bi mîzaheke bicoş li hev diqelibin û dibin kakilên gotinkî [8]. Mîzaha di haîkûyan de şayanê behsê ye ku yek ji taybetmendiya wê ya herî karakterîstîk e û axlebe di risteya dawî de cih digire. Di haîkûya jêr ya Berken Bereh de hem mîzaheke wisa heye hem jî meraqeke zarokane heye ya ku taybetmendiyeka lîstikî dide haîkûyê:

balafir bi şev

çawa dibînin xaniyên xwe

xudêkî? (r. 25)

Helbesteke serkeftî bi piranî pêdivî bi xebateke dûr û dirêj ya xwendin, ponijîn û xeyalkirina li ser maseyê dibîne. Lê belê haîkû ji ber taybetmendiya xwe ya naverokî û forma xwe ya kurt, bereksê vê, dixwaze ku li derve, li nav dîmenên balkêş yên helbestî bi carekê re were zeftkirin û nivîsîn. Haîkû helbesta xwezayê ye loma ji fikirîn û lêgerina li ser maseyê zêdetir, divê berî her tiştî çav û dilê şa’ir li derve vekiribe, ango jê re xasenezerî divê. Di jiyana rojane de gelek dîmenên helbestî hene ku şa’ir guhveçin [9] li wan digere. Divê guhveçin be çiku dîmene haîkûnak bi tenê bo çend kêliyan derdikevin pêşber mirov û dubarebûna wan zehmet e. Ji bo helbestên bi formên dîtir tên nivîsîn xeyalsaziyeke berfireh giring e, belê ji bo haîkûyan detayên poetîk yên xwezayê wekî kereste têrî şa’iran dikin. Lêgerîn û dîtina van detayan sebrê dixwaze. Lew bi dîtina dîmenê payî jî mesele naqede, bi gotina Başo, şa’ir divê haîkûyekê bi hezaran caran li ser zimanê xwe bibe û bîne [10]. Ev karekî gelekî zehmet dixuyê û heke her şa’ir hewl bide bi vî şiklî nimûneyeka haîkûyê bide divê jimareya haîkûyan kêm be. Belê gava em li pirtûkên haîkûyan yên kurmancî dinihêrin em rastî jimareyeka zêde tên ku ne pêkan e encamên xebateka wiha bin.

Li hêla din haîkû dîsa bereksê şi’rên din berê wê li ser keliyên fotografîk yên jiyanê ne ku carna mirov jî di wan de cih digrin. Di vê dîmenê de mirov carna xeml e ku dîmen pê xweştir bibe an jî ahenga di navbera mirovan û xwezayê de diyar bibe. Xwendina haîkûyekê, bo haîkûyên kurdî dibêjim, bi min û îhtimal e bo gelek kesan, di heman demê nihêrîna li wêne an jî resmekê ye. Peyv di haîkûyan de ne tenê bi peywira xwe ya kevneşopî belê her wiha bi nîşandana rengên xwezayê jî radibe. Çiku herçend di haîkûya japonî de helbestkar di helbesta xwe de amaje bi felsefeya bûdîzmê û zenê bike û ji vê hêlê xwedî paşxaneyeka kûr û resentir be jî ev yek di haîkûyên zimanên din de kêm e û lewre gelek caran di wan de tenê dîmen hene. Di haîkûyan de dîmenên cur bi cur yên xwezaya nazdar, rewnaq, xwîneran gazî dîtin û xwendina hezar û yek halên xwe yên evîndar û xayis dikin. Şa’irên me li pey dîmenên demsalan ji diyaloga xwe ya bi xwezayê re namînin, pê re dikelimin carna bi tinazî, carna bi hevalînî. Mînakek ji dîwana Sihrên Mizewran ya Ergîn Sertem tam li gor vê dabaşê ye:

cemeda xeşîm

nahewî tu jî l’ber

tavika biharê (r. 26)

Di helbestên serbest an jî formên din de metn an jî afrinerî li ser têkilî û hestên mirovan in û bi giştî li ser mirovan e. Di wan de hestpêkirina şa’ir giring be eger, di haîkûyan de dîtin û bergeha li pêş wî dilive, diçe û tê giring e. Di mînaka şa’irên kurd da em dibînin ku dîmenên xwezayê her car ewçend şertekî bivê-nevê nayê dîtin. Li şûna wê şa’ir bi hindek îmajan îşaretê didin tarîx, trajedî û kesayetiyên kurdan ku ev bixwe jî di hişê mirov de tevkariyê li çêbûna dîmenên tesîrdar dikin. Gava vê yekê dikin jî yekser hin dîmenên girêdayî wan îmajan tên hişê me. Li gor fikra min ev şêweyek ji şêweyên îhlalkirina haîkûyê ye ku îhtimal e Başoyê ku çar demsal li ber sirr û germê, ba û bagerê hewl dida çengek aramiya poetîk ji xwezayê hilde, sil bibe. Bo nimûne Gorîcan di haîkûyek xwe de vê yekê wiha dike:

tim xwîn nizilîye

j’dest û alaya l’ser wan-

dîwana ropo (r. 43)

Haîkûyên wisa di dîwanên şa’irên me yên din de jî têra xwe hene, bes ji ber ku şênbertir e ez dê mînakekê ji dîwana Kawa Nemir bidim:

mezopotamya

kurd e bi reh û rîşal

derd lê hêşîn tê (r. 72)

Her du haîkû jî tije ne bi îmajên min li jorê behs kirî. Ne di nav tixûbên rengîn yên haîkûyê de ne, belê dîsa jî têra xwe serkeftî ne ji estetîkê ve. Bi xwendina wan ya di carekê re hemû tarîx dibe pel bi pel, li ber çavan difirin.

Di dawî de divê bibêjim ku li Japonyaya ku welat û jêdera haîkûyê ye û li Amerîkayê her sal festîval, civîn û pêşbirkên li ser haîkûyê çêdibin. Hemin çend salên dawî, muzîk û ferhenga kurdî li wan deran deng dide, hêvî dikim çar demsal haîkûyên Kurdistanê jî li wan çalakiyan strana me bistirên. Bi vê hêviyê û pênc haîkûyên ku min ji pên dîwanên kurdî yên haîkûyan neqand bila nivîs biqede.

guregura biharê ye

masî diçêrin

li xewna min (Berken Bereh)

***

li ser deryayê

ecêb bûktîyê dikî

Heyva mirwarî (Kawa Nemir)

***

ba dilorîne

siya darên kehrîbar

bajbala, xembar (Ulku Bîngol) [11]

***

her demsalekê

qencî l’payîzê kirîye

j’kulîna rengan (Sidîq Gorîcan)

***

l’pencên tavê

binefşa bişkiftî, tu

huba biharê (Ergîn Sertem)

Çavkanî

[1] Berken Bereh (2020). Haîkû. Stenbol: Weşanên Avesta.

[2] Selim Temo (2011). Sê Deng. İstanbul: Agora Kitaplığı.

[3] Kawa Nemir (2017). Morana Gerdûnê: Bayê Labûtê. Stenbol: Weşanên Lîs.

[4] Ergîn Sertem (2022). Sihrên Mizewran. Stenbol: Weşanên Avesta.

[5] Rêdûr Dîjle (2017). Kêsek. Diyarbakır: Weşanên Lîs.

[6] Kawa Nemir (2021) Peyvên Piçûk. Stenbol: Weşanên Avesta.

[7] Berken Bereh (2017) Haîkû. Stenbol: Kovara Nûbiharê. J.141.

[8] Samî Hêzil (2022), Gupik bi Gupik Haîkû, Xwebûn: https://xwebun1.org/gupik-bi-gupik-haiku/

[9] Min ev peyv ji Sidîq Gorîcan bihîst ku gelekî li haîkûyan tê. Pênaseya ku min ji şair wergirtî ev e: guhveçin: çavenêrî û guhdarîkirina hişyar, baldar û mereqdar; guhbelmayîn; guhbeliqandin.

[10] Sidîq Gorîcan (2022). Gumbil Gupik bi Gupik Haîkû. Stenbol: Weşanên Dara.

[11] Ulku Bîngol (2020). Dengê Pepûkê. Îzmîr. Weşanên Na.