Li welatê rojavayê Afrîkayê li Nîjerê leşkeran dest danîne ser desthildarîyê. Serokkomar Bazoum jî hatiye desteserkirin.
Li Nîjerê komeke leşker derketine televîzyona dewletê û ragihandine ku wan derbeyek leşkerî pêk anîne.
Leşkeran diyar kirin ku destûra bingehîn a welêt hatiye rawestandin, hemû sazîyên dewletê û sînorên welêt hatine girtin.
Serokkomarê Nîjerê Mohamed Bazoumî jî duh ji aliyê parezvanên serokkomarîyê ve hatiye desteserkirin.
Berdevkê derbekaran got, “Em bang li welatên derve dikin ku mûdaxaleyî vê tiştê nekin. Heta ku rewş asayî bibe me hemî sînorên bejayî û hewayî yên welêt girtine. Herwiha dê bi şev jî qedexeya derketina derve bê ragihandin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.