Li Amedê hemî cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyeyê ragihandibû ku wan qeyûm tayîn kirîye bo şaredarîya Colemêrgê.
Li ser vê yekê li Colemêrgê hemî cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin. Piştî Colemêrgê walitîya Amedê jî ragihand ku hemî cure çalakî û xwepêşandan qedexe ne.
Li gorî daxuyaniyê hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemenîyê, grev, vedana konan û çalakîyên rûniştinê hatine qedexekirin. Qedexeyê îro dest pê kirîye û dê çar rojan berdewam bike.
Îro, serokwekîla koma DEMê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihandibû ku dê DEM Partî li ber hemî şaredarîyan dest bi çalakîyên nobetê bike.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.