Têgehên ME û Yên ‘Wan’

Zimanekî bifikirin ku me tune dihesibîne, me tune dike. Rihê me, mejiyê me dikişîne nav tariyê û nahêle em qasî serê derziyê xwe bigihînin ronahiyê, nahêle em bibin wek xwe. Gelo ev ziman dikare bibe sînorê cihana me? Eger bibe jî, ew cîhan, cîhana me ye, an ya “wan” e? Eger em bixwazin di cîhana “wan” de bijîn, pirsgirêk tuneye. Lê divê em bipirsin, gava em di cîhana “wan “ de cih bigrin, em dikarin wek “xwe” bimînin? Li cîhana “wan”, di nav peyv û têgeh û fikrên ku li ser tunebûna me avakirine, em ê çawa hebûna xwe biparêzin? Gelo em ê bikaribin cîhanê û jiyanê wek xwe, wek milletê xwe bibînin û rave bikin? Em ê bikaribin dîroka xwe, sembolên xwe, êşên xwe, wek xwe fehm bikin û bi hestên neteweyî tevbigerin? Em ê bikaribin li nirxên xwe xwedî derkevin û rê li ber bêqîmetkirina wan bigrin? 

***

Gava em qala “insan” dikin û taybetmendiyên insanan tînin ziman, fikirîn wek taybetmendiyeke sereke derdikeve pêşiya me. Insan, wek zindiyekî baqil(!), difikire û bi fikirînê, sînorekî dixe nav xwe û candarên din. Lê insan çawa difikire? Bi çi difikire? Di bersiva van pirsan de em rastî têgehan tên. 

Têgeh, di pêvajoya fikirînê de, amûrên bingehîn in. Wek amûrên razber, wateyan di nav xwe de dihewînin û bi van wateyên em li tiştan bar dikin, em dikarin bifikirin. Têgeh, li gor wateyên xwe, rê li ber fikirîna me vedikin û li gor wateyên xwe fikr û ramanên me kategorîze dikin. Bi vî awayî, di fikirînê de sîstemekê ava dikin. Bi vê sîstemê em dikarin mijarên têkildar û netêkildar ji nav hev bineqînin û pêvajoya fikirînê bi rêk û pêk bimeşînin. Têgeh, bi van taybetmendiyên xwe, di fikirînê de xwediyê cihekî girîng in û di pêvajoya fikirînê de bandoreke mezin li ser hişê mirov çêdikin. Bi wateyên têgehan em difikirin, em dinyayê fehm dikin, em li ser bûyeran şîroveyan dikin û nîqaşan dimeşînin. Loma têgehên di hişê me de cih digrin, di avabûna fikr û ramanên me de pir girîng in. Têgeh wek hêmanên ziman, fikr û ramanan ava dikin û bi zimanî tên îfadekirin. Bi vî awayî têkiliya di navbera ziman û ramanê de derdikeve pêşiya me. A rast ne têkilî, nîqaşa li ser têkiliya di navbera ziman û ramanê de! Gelo têkiliyek di navbera ziman û ramanê de heye an na? Ji bo vê pirsê em berê xwe bidin felsefeya ziman û em binêrin ka ji me re çi dibêje.

Felsefeya ziman, wek dîsîplîneke felsefî, li ser ziman disekine. Têgeh û lêpirsînên li ser ziman, nîqaşên li ser ziman, mijarên wê yên sereke ne. Felsefeya ziman, li ser têkiliya di navbera ziman û ramanê de jî disekine. Li ser vê têkiliyê, em nêrîn û teoriyên cuda dibînin. Ji van teoriyan yek  “Teoriya  Sapir-Whorf” e. Ev teorî pêşiyê ji aliyê zimannas Edward Sapir tê avakirin. Dûre xwendekarê wî Benjamin Whorf teoriyê berfirehtir dike. Loma ev teorî,  bi navê her duyan wek “Teoriya Sapir-Whorf” tê nasîn. Ev teorî di têkiliya ziman û ramanê de pêşaniyê dide ziman û dibêje zimanê me li ser fikr û ramanên me bandorê dike. Yanî fikr û ramanên me, girêdayî zimanê me ne. Li gor zimanê em pê xeber didin, em dinyayê fehm dikin û fikrên xwe li gor zimanê xwe ava dikin. Fîlozof Wittgenstein jî li ser vê meselê disekine. Wek ku piştgirî bide Teoriya Sapir-Whorf, dibêje : “ Sînorê zimanê min, sînorê cîhana min e!” Em sînorê cîhana xwe bifikirin. Sînorê cîhana me bi kîjan zimanî hatiye avakirin? Bi zimanê me an bi zimanê “wan”? Em dikarin bêjin, ji bo em sînorê cîhana xwe berfirehtir bikin divê em zimanên cuda, zimanên biyanî bielimin û wan bi kar bînin. Lê gelo em dikarin zimanê “wan” wek zimanên biyanî yên din, wek zimanekî ji rêzê qebûl bikin û bi hêsanî bi kar bînin? Zimanekî bifikirin ku me tune dihesibîne, me tune dike. Rihê me, mejiyê me dikişîne nav tariyê û nahêle em qasî serê derziyê xwe bigihînin ronahiyê, nahêle em bibin wek xwe. Gelo ev ziman dikare bibe sînorê cihana me? Eger bibe jî, ew cîhan, cîhana me ye, an ya “wan” e? Eger em bixwazin di cîhana “wan” de bijîn, pirsgirêk tuneye. Lê divê em bipirsin, gava em di cîhana “wan “ de cih bigrin, em dikarin wek “xwe” bimînin? Li cîhana “wan”, di nav peyv û têgeh û fikrên ku li ser tunebûna me avakirine, em ê çawa hebûna xwe biparêzin? Gelo em ê bikaribin cîhanê û jiyanê wek xwe, wek milletê xwe bibînin û rave bikin? Em ê bikaribin dîroka xwe, sembolên xwe, êşên xwe, wek xwe fehm bikin û bi hestên neteweyî tevbigerin? Em ê bikaribin li nirxên xwe xwedî derkevin û rê li ber bêqîmetkirina wan bigrin? 

Wek bersiv hûn dikarin bêjin: “Ziman amûrek e, ewqas ne girîng e”. Baş e, em ziman wek amûrek qebûl bikin. Lê çima amûra “wan”? Çima amûra ku pê rihê me tune dikin em di jiyana xwe de bi kar bînin? Gelo mumkin e ku, zimanekî  di zarokatiya me de,  bi lêdan û heqareta, bêyî tercîha me, bi zorê hînî me kirine, ji me re bibe amûrek û jiyana me hêsantir bike? Eger em ziman wek amûrekî qebûl bikin, amûra “wan” ne amûrekî ji rêzê ye. Amûrekî ewqas ecêb e ku di her bikaranînê de, wek amûrekî bisêr, ji rihê me perçeyekê tune dike, ji destê me digre me ber bi tariyê ve dikşîne. Heya ku em di nav tariya “wan” de bifetisin û wenda bibin. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Rêzefîlma Black Mirror, di beşa xwe ya “ Men Against Fire” (Sezona 3emîn, beşa 5a, 2016), li ser mijareke balkêş disekine. Leşkerên taybet, bi lens û mercekeke (berçavk) taybet derve dibînin. Bi van mercekan, derdikevin operasyonan û pê êrîşî “mexlûqatên tirsnak” dikin ,wan dikujin, tune dikin. Wan wek “kêzik” bi nav dikin û bêqîmet dibînin û birehetî dikarin wan bikujin. Gava leşkerek, rojekê wê merceka taybet ji ber çavê xwe derdixe, dibîne ku ew “kêzik” insan in. Jin û zarok û pîr û kal in. Fehm dike ku ji ber mercekê (amûr) wan insanan cuda dibîne û bê pirs û sual dixwaze wan bikuje. Ew merceka (berçavk) didin ber çavê leşkeran amûrek e û leşker bi wî amûrî dinyayê dibînin. Wek ziman! Eger ziman amûrek be, bi bikaranîna amûra “wan” em ê karibin xwe wek xwe bibînin an em ê jî xwe bi berçavka wan, wek “kêzikek” bibînin? Wittgenstein gotibû,  “sînorê zimanê min, sînorê  cîhana min e”. Li vir divê em bifikirin: Em sînorekî çawa dixwazin? Em sînorekî dixwazin ku bi ziman û têgehên me hatiye avakirin an sînorekî bi zimanê wan? Em sînoreke dixwazin ku rihê me diparêze an sînorekî ji rihê me re dibe zindan? Du sînoran bifikirin: Yek bi gul û kulîlkan xemilandî, rê li ber me nagire, rihê me  diparêze û îmkan dide ku em wek xwe bimînîn û em bi çavên xwe dinyayê bibînîn. Sînorê din jî bi dîwarên qalind û bilind derdora me dorpêç kiriye, nahêle em xwe bigihînîn ronahiyê.. Ew têldiriyên derdora sînor, her diçe rihê me dijdîne, diêşîne, bêhna me diçikîne, hêdî hêdî me tune dike… Em kîjanê dixwazin?

Nivîskar/rojnameger
Murad Dildar
Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.