Perîxan mir. Ji tirsa tenêtîyê her xwe bi van ‘îş û emilên beredayî ve mijûl dikim, newêrim li odeya tenêtîya xwe bimînim û xwe bişerimînim, newêrim li xwe mikûr bêm û bêjim Perîxanê, min nekarî ez bêm hawara te, ji min nehat, ew zirav bi min ra tunebû, çi fêyda min ji çi kesî ra tune, ev sifeta beredayîtîyê jî min li sûka virkeran ji bo xwe kirîye, ya rast min nekirî jî, min dizî! Çîrok hatin kuştin, min got şikir em sax in; bavên kezebşewitî -yên ku neman li hêvîya xebera şehadeta zarên xwe- xwe kuştin, min got şikir em sax in.
***
Saet: Silêman Kêm Perîxan
Perîxan mir. Bila tarî jî raze, wekî ronahîyê, eyn wek hirça ji govendê hatî heft qet di binê erdê da bitemire, çi fêydeya heyîna tarîyê heye? Pa ne malkambaxî ye dasa sincirî rabe di zevîya bêdexil da de’wa dirûnê bike? Pa ne şerm e ku sîkutk rabin di nav çemê miçiqî da serê xwe tûj bikin? Wekî gera çerxê nîşana tofanê be, çima çerx silametîya xwe nahizire û xwe jî, me jî gêj dike belasebeb? Kîjik soza êgir ji dûvpişkê ra sabit e? Ma dûvpişk nizane rika êgir ça’ lê ye? (Dûvikê cixareya xwe li kuçê ber lingê xwe vedide, dîsa çavê xwe berware dike ji tirba pîrika xwe ra) Pa ne, her devbelaşî ji devdostîyê çêtir e…
Perîxan mir. Venî du roj in ez li vî gundî, min dengê xwe nekirîye; ya rastî ez dengê xwe bikim jî ma ez ê ji kê ra bikim, şînxweyê? Ji xeynî tava har û bêdengîyeka xof tu tişt tune. Te li vê şkefta henê vêca! Mirov dibêje qey fîka wî ye û rabûye çavên xwe ji xenaqa gêlî ra neqandine, xenaqa gêlî jî berê xwe daye çêm, çêm jî masî kirine qurbana jeneratorê. Her ro hin tên ber vî çemî, bi jeneratorê kîsik û telîsên xwe tijî masî dikin, diçin li bajêr dikebizin, diziqumin, dikerifin û heçko malê Xudê be, aha welê jî, belavî xelkê dikin. Jixwe, nabêjin ji xudê ve guneh e û ev masî ji têhnan telaqî dibin. Kuncir û zapir bi şal, derpî û goreyên wan ve dimîne û vêca yek û dudu dest bi dijûnan jî dikin bîjîyên heram! Dema baca avê bi jeneretoran ji masîyan bistînin edet e, lê dema kuncirek bimîne bi goreya wan ve jî qebehet e, seyên pîs! (Kuncirên li ser goreya wî ya xetîxetî xwe li kuja çavên wî didin, kuncirek ji goreya xwe jê dike, bêhnekê lê dirêne û paşê dûrê dike.) Wê henî tûjikê gund… Ew şkefta ku tam di ber da jî Hepsa Filehan e. Hepsa Filehan kor e, kor kirine, her du çavên wê rijandine; ev ne bes, fihêt nekirine nextê bêhnvedanê ji kuçên dora tifikê standine. Erê, jixwe bikujin, bikujin û paşê ra bêjin Hepsa Filehan, xweş mesele ye bavo! Eyn xudê dizane ka we heta niha çendî caran tofanê rakirîye li ser wan rebenan. Wekî destê tûjikê ji we bigirta yekî ji we jî xwe xilas nedikir; lê hema ew e rabin û rûnin ji navmilên şkestî yên tûjikê ra dia bikin –xudê ji we be jî diaya we qebûl nake! (‘Emeleyên mermerê îşê xwe qedandine, xwêhdanê avêtîye li ser rûyê wan, Silêman ber bi wan ve diçe.)
– Wekî me bizanîya em ê bên û xwe bikin di nava van zapir û kunciran da, ma me yê lingê xwe bavêşta li vê derê, ne bavo, heft car heram be, goştê sê be ku heke em careka din hatin, ha, ev e me ya xwe got, vêca tu û Xudayê xwe kekê Silê! (dibêje hostayê mermerê yê simbêlboq.)
Perîxan mir. Kurê îman teneke! Dema min devê hewe yê genî û sifto tijî pere kirîn te çi we nedigot? Ma ez ji hewe ra dibêjim, haşayî ji civatê, bêhna gûyê kerê cehimî ji laşê hewe tê? Bêhna hewe ya gû edma vî gundî, vî gelîyî bir; yên wek hewe tenê ji mie’lmîyeta xirab fêm dikin, lê belê hema ew e min heta niha, wek te gotî, mêranî nekirine ku ez rabim dev û dimaxê hewe bişkînim, paşê ra birevim û hey birevim.
– Qisûrê nerêne bira, wesîyet ev bû û me ew li vê derê veşart. (Dibêje û paşê ra desteyekî pere dirêjî hostayê mermerê yê simbêlboq dike.)
Perîxan mir. Ha ji te ra vî heşsed milyonî jî bêxe xwe ve û ez ji mineta te xilas bibim! Cehnima bavê te kirî!
– De ka borî û çû, dîsa serê te û malbata te sax be Kekê Silê.
– Hûn saxtir!
Perîxan mir. Ha welê, wek seyan dagerin herin. Ez ê niha bêdiayîyan bikim lê hindî yên wey hewe hene, mirov nizane wê ji kê dest pê bike. Dilê min çû çayê. Erê, qehweya te û bavê te li vê derê heye heta tu çayê vexwî, pa ne? Çima na? Ji xêra Xudê ra min dîtî ez ji wî bajarê hetkê xilas bûyîm û min li vir ji xwe ra qehweyekî vekirî! A rast, camêr viran jî nake Silokê Çavberware. Bi Xudê yê xweyaqil xwe nake di nava van zapiran ra, îmana min ji vî gundî diçe, her der teht, tûjik, kuncir, zapir û kaş in; ez niza bav û bapîrên min çawa bi qasî neh deh nifşî tovê xwe lê reşandine, ne îşê insanan e. Lê hûn bi serê xwe û kurê xwe yê şirmîz kin ku hûn ji min ra bêjin ka ev insan çi îşî dikin? Kurê xelkê halê ye û kurê xelkê halê ye… Şape! Xudê zane ev kurê xelkê ehmeqekî li wan erdan e, ka rojekê bi xeleteyî kîsikek zêr ji xwe ra dîtîye; an jî bîjîyekî hirda wirda ye, çûye hinekan ew xapandîye, xwe li ber dilê mirovan şîrîn kirîye û welê welê bûye kurê xelkê! Xwezî rojek destê min ji wî kurê xelkê bigirta… Te go min ê çi bikira? Min ê dev û dimaxê wî jî bişkanda, paşê ra ez ê wey her carî birevama, pa ne her dinya mezin e, elbet wê ji bo min jî kunek hebe de qene xwe tê da xef bikim, mala xwêyka min Binefşê heye, ew ê dîsa bi gotin û hêstiran xwe bike qurbana serê min û min xef bike, paşê ra wê zavayê min ê eyn wek derpikê şeytên here xwe li ber lingê wan bigerîne da silehetek pêk bê, nebû heta zindan û mirinê rê li ber min fireh e, ev ji min tê û hew!
Perîxan mir. Ehhh! Biborîne pîrikê, jixwe min ji bîr kir ku tu li vê derê yî û ez li ber serê te me. Belkî jî, wekî gelik caran, tu li ber serê min î. Nikarim wey her kesî ji te ra behsa xweşîya heyatê bikim. Erê go! We ye, mirin jî hebû, mirov çi qasî wê paşda bavêje wî qasî nêziktirî wê dibe gotibû Seydayê Evdilbaqî kültebaqî. Mirin tarî ye, rizgarî ye, azadî ye… çi ye? Wek şevê ye? Şev be xweş e, qet nebe carinan bêdengîya şevê dibe aramî. Quzilqurt! Hey bêdengîya şevê bûbe aramî aha ez ji vê derê ranebim! Hey lê, te li vê virê! Qisûra min efû ke pîrkê, dîsa bû wextê min û mitaleyên beredayî. Ji bo ku ez pê tecrûbe bikim bavê min, ew kurê te yê qedirnezan, ti tiştî ji min ra negotibû, jixwe ji xeynî îş û ‘emil ti tiştî jî nabêje, were ha d(er)ê, here wê d(er)ê… Lê te gotibû, şev ne tarî ye pîrikê, baş tê bîra min, wê hingê em li serê bên bûn û me li esmên dirênîya. Belkî jî esmên li me dirênîya, te dî dema çav li esmên bin xeyal jî ne ji vê dinyayê ne. Mûyê laşê min qij dibin dema ez li tarîyê dihizirim. Tarî û reşbînî heman tişt in an ne, pîrikê? Ronahî heft qet di binê erdê radize, qeta şeşan da kî radize ez niza’m, na, ronahî raneze heçku, wekî raze jî ma hîç xewa wê naşeride, min cawa serê wê pêçayê!
Perîxan mir. Ji tirsa tenêtîyê her xwe bi van ‘îş û emilên beredayî ve mijûl dikim, newêrim li odeya tenêtîya xwe bimînim û xwe bişerimînim, newêrim li xwe mikûr bêm û bêjim Perîxanê, min nekarî ez bêm hawara te, ji min nehat, ew zirav bi min ra tunebû, çi fêyda min ji çi kesî ra tune, ev sifeta beredayîtîyê jî min li sûka virkeran ji bo xwe kirîye, ya rast min nekirî jî, min dizî! Çîrok hatin kuştin, min got şikir em sax in; bavên kezebşewitî -yên ku neman li hêvîya xebera şehadeta zarên xwe- xwe kuştin, min got şikir em sax in; birayê çavnebarê çavbirçî bi hetk û derewan şeref û heysîyeta xwe firot li bazara heraman û min got şikir em sax in; derîyê talanê li me vebû, min got şikir em sax in; yên çûyîn bûn sedema xofa xwişk û birayên kawik û bûn navê înkarê, min got şikir em sax in; ew ên sozdar mirin, min got şikir em sax in û tu mirî…
Perîxan mir. Min got, çima ez hê sax im? Korê nemayê…