Medyaya civakî derfet e yan bêderfetî ye bo edebiyatê?

Aşê dinyayê bi hibrê, penûsê û kaxizê digere.

Jonathan Swift

Medyaya civakî bi maneya xwe ya herî berfireh, qadeke berbelav a ragihandinê ye bo danûstandina civakê. Ji ber ku berbelaviya xwe bi pêşketina teknolojiyê re têkildar e, di nava kurtedemekê de xwe gihandiye lûtkeya popûlerîteya xwe û çawa ku tesîr li hemû qadên civakê kiriye, herwiha tesîr li qada edebiyatê jî kiriye û qada edebiyatê -şair û nivîskar jî tê de- ji nişka ve xwe di nava wê dinyaya xweş î xemîlok û têr-rengîn de dîtiye. Ne tenê nivîskar û şairan, lê ji stranbêjan heya peykersazan hunermendên hemû beşên hunerê bûne dinyewîyên wê dinyaya rengîn. Loma jî qesta vê gotarê ji edebiyatê huner bi xwe ye.

Di seranserê serboriya edebiyatê de -ji kaxiz û penûsê heta klavyeyên mekanîk- tişta divê bê nîqaşkirin ev e bê ka geşedana di warê medyaya civakî de derî û derfet li ber edebiyatê vekirine yan jê re bûye asteng û derbend? Ango bi awirtêdaneke dorfireh û di pêwendiya metin, nivîskar û xwîner de medyaya civakî tesîreke xwe ya çito heye li ser edebiyat, huner û afirandinê. Sêbareya wek “metin, nivîskar û xwîner” hatî formûlezekirin dibe ji bo beşên din ên hunerê jî bê adaptekirin, sermeselê bo mûzîkê stran-stranbêj-guhdêr, bo şanoyê lîstik-şanoger-temaşevan û hwd…

Hewldana însanan a ji bo derbirrîn û têkilîdanîna bi kesên dîtir re li gor derfetên teknolojîk ên dema xwe teşe girtiye/digire. Ji paşerojê heya gehiştiye roja îro resimên li ser şikeftan, xet û xêzên li ser darûberan, heya nivîsên li ser dîwaran hemû hewldanên ragihandina însanan in û di hemûyan de jî kêm zêde şûn û şopa medyaya civakî tê ajotin. Di vê rêwitiyê de qonaxa herî balkêş û ji wan navgînan ya herî pêşketî torên dîjîtal ên ragihandinê ne ku bi pêşketin û geşedana înternetê ketiye navenda jiyana me.

Her ku teknolojiya dîjîtal bi pêş ketibe ziman, naverok, şikil û şêweya medyaya civakî jî pê re guherîbe û dirûv dabe xwe jî kakilê xwe her mayînde maye. Sermeselê radyo, televîzyon û rojnameyên ku berê wek agahdarkirineke yekalî kar dikirin, niha bûne qadên înteraktîf. Însan ji wê pozîsyona xwe ya pasîf ya guhdêriyê derxistiye û kiriye yek ji kirdeyên sereke yên çapemenî û ragihandinê. Lê kakil her heman kakil e û armanc her heman armanc e. Lewre ji bo ku toreke ragihandinê heqê “civakîbûna” di navê xwe de (medyaya civakî) bide, êdî xîtabkirina li gireseyekê têrê nake lê divê wê derfetê bide girseyan ku ew jî xwe wek yek ji parçeyekî wê qadê, yek ji kirdeyeke wê navgînê bibîne.

Nexwe medyaya civakî êdî ne weşan û ragihandineke yekalî, lê toreke piralî ye ku tê de gelek hoker û kirdeyên ji hev cihê di nava hemahengiyekê de kar dikin. Ji wan gelek hokeran tenê însan e ku ji gelek hêlên xwe ve ji bûnewerên din cûda ye. Qebîliyeta xwe ya çêkirina halet û amûran jî yek ji wan aliyan e ku însanan ji bûnewerên din cûda dike. Bira jî ji xeynî însanan tu bûnewer tune li ser tecrûbeyên ku ji pêşiyên xwe bifikire û wan tecrûbeyan neqlî îroj û siberoja xwe bike, amûran çêke, wan amûrên ku çêkirine bi pêş bixe û baştir bike. Qey xêra vê “xislet” û “tebîata” xwe ye ku dibêjin “însên di têkoşîna xwe ya xwezayê de hêzeke xurt û serketineke pir hêja bi dest xistiye.” Teknolojî jî asta herî dawî ya vê “serketin” û “xurtiyê” ye. Însanê ku qîma xwe bi ditîna tiştên li derûdora xwe nayîne dixwaze di heman demê de derûdora xwe saz jî bike; lewre wek bûnewarên din ew tenê ne parçeyekî xwezayê, lê derî û derfetan jî ji xwe re diafirîne da ku hebûna xwe ya di nava xwezayê de xurttir bike, şikil bide xwezayê û pê de pê de li xwezayê hukim bike.

Şaşî û rastiya vê cihê nîqaşê ye helbet lê ne mijara vê gotarê ye. Esil binavkirin û ravekirina vê rewşê ye û binavkirin û ravekirin jî êdî dimîne ji nirxên civakê re ku edebiyat jî yek ji wan nirxan e.

Heke mesele nirx û edebiyat be nexwe têkiliya teknolojiyê û însanan û ji nû ve hewceyî nirxandinê ye ku îro roj bûye serhevdeya serê xwezayê û bûye sedema qirêjiya ax, av, hewa û fezayê. Loma jî çi di warê pêkanîna sazkirina nirxan de û çi di avakirina çanda hevpar a dinyayê de rola edebiyatê îro ji her demê girintir e. Çi erênî û çi jî neyînî bandora teknolojiyê ya li ser xwezayê ne tenê ji hêla sazkirina hestiyariya estetîkî lê ji hêla wijdan, dilrastî û fêldirûstiyê ve jî bivênevê ye. Di vê derbarê de heke bersivek ji pirsa me re (pêwendiyeke çito heye di navbera edebiyat û medyaya civakî de) hewce bike wê bersiv tiştekî nêzî vê be: edebiyat ruh û maneyê dide medyaya civakî. Lewre çi ji hêla mijarên ku dide ber xwe û çi ji hêla hest û nirxên ku derdixe pêş, edebiyat her di wê hewldanê de ye ku her tiştî û hemû hokerên ku jiyanê pêk tînin, bikişîne deraxeke însanî û exlaqî. Di warê medyaya civakî de jî lêpirsîna jêderkên nûçe û agahiyan, pêşxistina fikrên rexneyî û afirineriyê, pê de pê de di avabûna etîka medyayê û sazkirina çandeke jiyanê de edebiyat xwedî giringîyeke taybet e.

Helbet pirsa “medyaya civakî wek amûrekê wê çi derfetan bide edebiyatê û çi lê zêde bike” jî wê pirseke balkêş be. Sermeselê bi saya serê teknolojiyên pêşketî yên ragihadinê têgihên mîna “otorite” û “navend” maneya xwe ji dest dan. Lewre êdî her der, quncikekî dûrîdest ê dinyayê jî dikare bibe navend. Navend li kîjan quncikê dinyayê jî be ew der e ku nirx lê heye, nirx lê tê afirandin û nirx lê tê vejandin. Bi vê nêzîktêdayînê çand, huner û fikrên ku xwe li navendekê ve girê dane bi xêra derfetên teknolojiyê krîstalîze bûne û her çûye her însanek kiriye navendeke bi serê xwe. Vê rehetiya bi serê xwe (ne xweser) derî li ber wê derfetê vekiriye ku wek navendeke bi serê xwe nirxekê biafirîne, nirxa ku afirandiye pêşkêş û belav bike û xwe bigihîne nirxên ku navendên dîtir afirandî û belav kirî. E-pirtûk, e-kovar û podcastên ku van demên dawî berbelav dibin mînaka herî ber bi çav ya vê rehetiyê ye. Her wiha malperên mîna Tîwitir, Facebook û Instagramê jî mînakên din in.

Heçî pêwendiya medyaya civakî û edebiyatê ye û her du jî li ser sê stûnên bingehîn ava bûne. Sê stûnên ku di edebiyatê de wek “nivîskar, xwîner û berhem” tên binavkirin di medyaya civakî de wek “bikarhêner, şopîner û (post) parvekirin” hatine formûlezekirin. Nivîskar tune be wê edebiyat jî tune be. Berhem tune be tiştê jê re dibêjin edebiyat wê pêk neyê. Her wiha ku xwîner tune be karê edebiyatê naçe serî. Heman mîkrodiyalektîk bi navên cuda jî be ji bo medyaya civakî jî derbasdar e. Loma pêwendiya medyaya civakî û edebiyatê divê bi awayekî danberhevî û di bin sê binbeşan de bê nirxandin; nivîskar, xwîner û metin…

Gelo medyaya civakî bi xêra forsa xwe û popûlerîteya xwe -bihemd an jî bêhemd- dixwaze bikarhêneriya medyaya civakî li ser nivîskarê edebiyatê ferz bike çima ku argûmana her duyan jî nivîs û afirandin e? Çima ku medyaya civakî jî xîtabî kesên dil daye nivîsê û kesên afirîner dike ro bi ro ji qada edebiyatê didize? Wek qadeke lezgîntir û berbelavtir li pêşketin û xwegihandina nivîskar zêde dike an jê dixwe? Li naverok, ziman û çawaniya nivîsandinê zêde dike û radike darexeke dîtir an jê dibe, ro bi ro dihelîne, dikoje û dikuje, bêqîmet û tune dike?

Bêguman medyaya civakî bi xêra rê û rêbazên xwe yên bêdawî û bi çavkaniyên xwe yên piralî yên sûdjêgirtinê daneheva mirovahiyê ya sedan salan -bi çi zimanî bixwaze bi wî zimanî- li ber nivîskar raxistiye. Bira jî çend salên dawîn bi rêya torên civakî herkes bêyî tahdeyê li xwe bike dikare xwe bigihîne pirtûkên ku sedan sal berê bi destxetê hatine nivîsin jî. Îro roj ji felsefeyê heta edebiyatê, ji dîrokê heta zanistên din ên curbicur daneheva mirovahiyê di bin destê me de ye. Nexwe heke baş bê bikaranîn medyaya civakî “bêndereke bixêrûbêr” e li ber destan û li me gişan xweşhelal e.

Baş e, lê tevî van derfetên bêserûber çima çend salên dawîn e têgihên herî zêde li ber guhên me dikevin têgihên mîna “melankolî”, “bohemî” û “xirabderûnî” ne? Ji ber ku (herçend medyaya civakî dinyayek çavkanî û bahrek danehevên mirovahiyê li ber me raxe jî) edebiyat beriya her tiştî qadeke bieslûfesl e ku di rêwiyata xwe ya dûvdirêj de bi bêhnfirehî şikil dide afirînerên xwe. Di encama wê şikildanê de nivîskarê ku dikemile hêdî hêdî bi zimên dikeve û dikelime.

Nivîsandineke ji wê eslûfesl û binyadkûriyê dûr jî dibe sedema krîzên hebûnwerî yên li jor hatî qalkirin; bohemî, melankolî, xirabderûnî… Gelo medyaya civakî sedema vê krîzê ye an encama wê ye, an jî vê krîzê teşwîk dike an çareser dike? Çi di sohbetên ser sifreyên dostan çi jî di nîqaş û gengeşiyên li ser medyaya civakî gotin çerx dibe doş dibe tê ser heman gazinê; “îca kê du helbest di malperekê de weşandine ser serê me bûye şair,” “jê jî xirabtir nivîseke bi keda mehan hatî nivîsîn bi qasî çend gotinên pûç ên bikarhênerekî Twitterê nayên xwendin”, “li ser medyaya civakî ku lotikxaneya eboş û berdoşan e herkes têra xwe lotikan dide xwe, pesnê xwe dide û herkes têra xwe nav daye, nivîskarên navdayî zêde ne lê berhemên navdayî tune”, “ew dinyaya qelp û qurre nahêle ciwan bikemilin, xwe nas bikin û bi pêş bixin.” Endîşeya beloq a di van rexneyan de newala di navbera “ya berê” û “ya nû” de kûrtir dike, “ya edetî” û “ya hevçax” bera hev dide û ev jî tesîreke neyînî li bayê edebiyatê dike.

Helbet di endîşeya wan rexneyan de cihê mafdariyê jî heye lewre edebiyat dawiya dawîn li ser dîrok û kelepora xwe şitil dide û bêyî van nikare aj bide. Gelo medyaya civakî ku bala xwe her li ser “ya nû”, “ya herî nû” û “ya herî rojane” ye, dikare binyadkûriya edebiyatê ragire? Bi gotineke din medyaya civakî ku derî û derfetên berbelavtir û berfirehtir li ber me vedike helbet dikare bibe amûrek ji bo kesên dil dayî nivîsê. Lewre 1) îro roj berhemên edebî bi rêya medyaya civakî bêhtir û baştir tên nasandin, weşandin, belavkirin û nirxandin. 2) Medyaya civakî dike ku xwîner rasterast dengê xwe bigihîne nivîskar. 3) Çi berhemên nivîskarên navdar çi yên nûgehiştî her berhem di medyaya civakî de li gor xwe ji xwe re cih peyda dike. Tew carinan hê roman nehatiye nivîsîn xwîner nûçeyên derbarê romanê de dibîne û dixwîne, hê berhem nehatiye weşandin berhem tê şîrovekirin û rexnekirin ku ev jî aliyekî din ê erênî ya medyaya civakî ye ku tesîrê li edebiyatê dike. Xwîner hema bêje dibe şahidê nivîsandina berhemê, di pêvajoya nivîsandinê de dikare têkiliyê bi nivîskar re deyne, bi fikir û pêşniyarên xwe midaxele bike û bi vî hawî tevlî proseya nivîsîna berhemê bibe.

Helbet ew nayê wê maneyê ev hemû derfetên ku xwîner bi pêşketina teknolojîyê re bi dest xistî tiştekî baş e ji bo berhem û nivîskarê berhemê. Lewre yek ji rexeneyên li vê proseya “têrşefaf” bê kirin ew e ku edebiyat xwedî xumamî, nepenî û nistiyeke xweserî xwe ye. Ji bo nivîskar bi berhema xwe tije bibe, lê vebe û motîve bibe ew qonaxa nepen û wersirî bivênevê ye jê re. Dijberî vê medyaya civakî, bikarhêner û şopînerên medya civakî ji aleniyetê hez dikin, aleniyeta mahremiyê, pîroziyê, nepeniyê û xumamiyê. Bi qewlê Zweig ve “proseya yezdanî, têrnepenî û wersirî ya afirandinê” marûzî medyaya civakî tê ku ji ifşayê hez dike û eyankirina mahremiyetê ferz dike. Mahremiyet û wersir du qadên sereke ne ku medyaya civakî xwe lê digire, jê hez dike û li ser bikarhênêr û şopînêran ferz dike.  Sedema vê helbet eleqadarî û meraq e. Jixwe medyaya civakî jî di ser zaaf û meraqa însên re girseyan li xwe digihîne hev. Ji loma edebiyata ku xwe û dinyaya xwe diafirîne nabe li ber bayê popûlîzma medyaya civakî bikeve, nabe li wê xweş î xemilokiya xelp bixape û di eynika efsûnî ya wê dinyaya re li xwe binêre.

Ne tenê popûlerîteya wê derê, lê xemsarî û bêelaqedariya wê derê jî dafikeke xetere ye ku nabe nivîskar an jî hunermend pê bixape. An nexwe ew xemsarî û bêelaqedariya wê derê wê wek qîmetnedanê bê şîrovekirin û ew ê hunermand an jî afirîner demoralîze bike ku daxuyaniya vê dawiyê ya stranbêja kurd Pervîn Çakarê jî di vî warî de mînakeke baş e ku dema hunermand bi wê dinyaya qelp bixape çawa ji dinyaya xwe ya xweser dûr dikeve û ji bîr dike ku afirandin di nerma xwe de dizê, di qalikê xwe de mezin dibe û di nava xwe de li xwe zêde dibe, ne li ber çavan û li ser medyaya civakî ku êdî bûye pornozekirina şîn û şahiyan û êş û kêfxweşiyan.

Axir, medyaya civakî pişt e, lê edebiyat her tişt e! Lê di vê serdemê de ku pişt bûye zik û zik bûye pişt heke afirînerên hunerê, wan dinyayên xwe yên xweser derxin mezatê wê ji axa xwe ya têrbixêrbêr a hilberînê dûr bikevin û bimînin li wê aziyê.


Çavkanî:

Aristoteles (1983). Poetika. (çev. İsmail Tunalı). İstanbul: Remzi Kitabevi.

Stefan Zweig (1949). Yaratıcılığın Sırrı. (çev. Melahat Özgü). Stenbol.

Vefa Taşdelen (2013). Felsefeden Edebiyata. Ankara: Hece Yayınları.

Vefa Taşdelen (2016). Sosyal Medya ve Edebiyat. Zanîngeha Bartınê, Uluslararası Edebiyat ve Toplum.