Du têgihên têkildarî hev: Çand û ziman

Du têgihên têkildarî hev: Çand û ziman
Du têgihên têkildarî hev: Çand û ziman
Zana Farqînî

Gel û neteweyên ku bindest in, li hemberî serdestên xwe ji bo bikarin hebûna xwe bihêvişînin û biparêzin, wateyên din li çand û zimên bar dikin û wan wek diyardeyên nasnameya xwe bi nav dikin û tê dikoşin, bi wan li ber xwe didin da ku nehelin.

***

Çand û ziman, du têgihên wisan giring in ku qet ji rojeva cîhana akademîk û xebatên wan ên teorîk dernakevin. Ev her du têgih, ku wan bi şoreşa fransiz û damezirîna netewe-dewletan re hîn zêdetir bal kişandiye ser xwe, ji hêmanên sereke hatine hesibandin ku neteweyan dikin netewe. Di gel vê yekê, ji ber hebûna têkiliyeke gelek xurt a di navbera wan de, ew mîna pênaseyên gel û neteweyan jî hatine dîtin.

Ev rewşa hanê, çawan hîn li ba gelek neteweyan tê dîtin, li cem gel û neteweyên bindest jî tê dîtin ku pêvajoya netewebûnê yan jî netewedewletbûna wan hatiye astengkirin, hebûna wan jî hatiye red û înkarkirin û polîtîkayên pişaftinê bi tundî li ser wan tên sepandin.

Tevî ku di heqê giringî û fonksiyona têgihên çand û zimên de ji lihevkirineke giştî bê behskirin jî, lê terîfeke wan a hevpar nîn e. Aloziya mijarê, bi taybetî ya zimên û têkiliya di navbera zimên û çandê de, wekî pirsa ka berê kîjan hebû û nêzikîtêdana zanyaran a ji aliyê teoriyê ve, dike ku di vî warî de nêrîn û ramanên ji hev cihê çêbin. Îcar ji ber ku tê gotin her çi qas ziman berhem û hêmaneke çandê be jî, lê yê çandê hildiberîne û vediguhêze ew e û ziman warê hêzên civakî ye ku heta bi hestiyan tesîrê li mirovan dike û wan dişêwîne. Loma ya baş ew e ku serê pêşîn ji pênaseya zimên dest bi mijarê bê kirin.

Ziman hêmaneke wisan e ku nabe mirov bêyî wî bê fikirandin. Ji lew re ew pêkereke sereke ye ku mirovan ji candar û afirandiyên din vediqetîne û bi saya zimên mirov dikare bifikire, hest û nestên xwe, ramanên xwe, tek û bertekên xwe bide der. Ziman ku bi awayekî klasîk mîna amraza fehmkirina ji hev û ya lihevkirinê tê terîfkirin, mirov pê raman û bihîstinên xwe bi rêya bêje û îşaretan radigihîne. Lê kesên eleqedarî mijarê, ku serê xwe gelek li serê êşandine, bi awayên din ên ji hev cuda, zimên pênase dikin.

Dogan Aksan, di xebata xwe ya Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim (Ji Her Aliyî ve Ziman, Bi Xetên Sereke Zimannasî) de, bi berfirehî li ser pênaseya zimên radiweste û li gorî wî ziman saziyeke welê ye ku em nikarin zimên ji mirov, ji civakê û ji mirov û civakê cihê bifikirin û têkiliya zimên bi warên wekî zanist, huner û teknîkê re heye. Gava ji aliyê mirov ve lê bê nihartin ew cihê mirov ê li dinyayê diyar dike, ji aliyê qabiliyeta axaftinê ya mirov ve jî, ziman ji wan wesfên sereke ye ku mirovan dike mirov. Ji aliyê ragihandin û danûstandinê ve jî di nav sîstemên pevragihanê yên cur bi cur de ya herî bipêşketî û bêpal û bal e. Dîsan ji aliyê civakî ve ew saziyeke wisan e ku berî her tiştî tê û eger ziman nebe civak jî pêk nayê. Ji lew re civatekê dike civak û yê ku civakê dike netewe jî dîsan ziman bi xwe ye. [1]

Martin Heidegger, zimên tenê wek amrazeke ragihandinê ya ku fikir pê tên îfadekirin, nabîne. Li gorî wî ziman rehenda jiyana mirov bi xwe ye û ew tişt e ku dinyayê pêk tîne. Dibêje ku cihê ziman lê hebe, li gorî wateya xweserî mirovan, dikare “dinya” hebe. Ew dadixuyîne ku hebûneke taybetmend a xweserî zimên heye û gava mirov tevî wî dibin û bi beşdarîkirina li zimên, ew ancax dikarin bibin mirov. Ziman her tim berî kirdeyê (bikerê) heye, kirde di nav qada zimên de geş dibe û diperise. Ziman ne tenê amraza ragihandina zanyariyên rast e, ew “heqîqetê” vedihewîne ku xwe pêşkêşî ramana me dike. [2] Îcar Iain Chambers jî li dijî pênaseya ku ziman amrazeke ragihandinê ye radibe û dibêje ew amrazeke çandî ya avakirinê ye. [3] Li hêla din Bozkurt Güvenç, ziman wek xerca ku civakê bi hev ve dizeliqîne, gencîneya hevpar a ku çandê radigire û eyneya ku civakê vedibeyîne, dişayesîne û diyar dike ku têkiliya di navbera kom û ferdan de ew sererast dike. [4]

Ji van pênaseyan dixuye ku têgiha zimên û pênaseya wî gelek berfireh e. Ew ne tenê amraza ragihandin û têkilîdanîna mirovan a bi hev re ye. Ew yek ji diyardeyên herî mezin ên şaristaniya însanî [5] ye. Her wisan bêyî ku ziman aîdî yekî be, mirov di nav civakekê de tê dinyayê û bi rastî ziman aîdî wê civakê bi xwe ye. [6] Ji bilî van yekan, Ferdinand de Saussure ku ew hîmdarê zimannasiya binyadgeriyê ye, balê dikişîne aliyê fizîkî, fizyolojîk û ruhî yên melekeyên zimên û dibêje ku pêwendiya zimên bi warên ferdî û civakî re heye. [7]

Ev fikir û ravekirinê li ser zimên in, lê bê ka çand çi ye ku ew pirî caran di gel zimên tê bikaranîn û tim ji têkiliya navbera wan a xurt tê behskirin. Li gorî Mermî Uygur, çand ew heqîqet e ku mirov wê tîne holê û mirov di nav de bûnewer dibe û dibêje ku her tiştên mirov ew anîne meydanê, çand e. [8] Claude Lévi-Straus di xebata xwe ya Yapısal Antropoloji (Antropolojiya Binyadî) de, der barê pênaseya çandê de, ji Edward Burnett Tylor vediguhêze û dibêje çand tevahiyeke aloz e ku navgînan, saziyan, baweriyan, nerîtan û her wisan zimên jî digire nav xwe. [9]

Nexwe bi alîkariya van tesbîtan dibe ku bê gotin, tiştên bi destê mirovan hatine hilberandin û afirandin, ew dikevin nav çarçoveya çemka çandê, ku ew çi madî çi jî manewî bin û mirov van hêmanên çandê vediguhêzin nifşên dahatûyê. Wekî hemû amûrên teknîkî, aborî, hiqûq, zanist, estetîk, huner, muzîk, dewlet, metod, sazî, rêxistin, mîmarî, avahî, cil û berg, xalî û ber, qir û qaf, xwerek û vexwerek, nirxên civakî, bawerî, zanyarî, rêzik, dab û nerît, reftar, rabûn û rûniştina mirovan, hêma ango sembol û hwd. Ev hemû kir û kiryarên hanê, ev hemû tişt û avahî, ev hemû nirx û rêzik/rêsa ku mirovan ew di dem û serdemên gelek dûr û dirêj de afirandine û çêkirine, gelo bêyî zimên û qabiliyeta karîna axaftin û hizirînê ya mirov mimkin e? A ev pirseke wisan e ku bersivandina wê gelek zor dixuye. Loma Claude Lévi-Strauss ji kêşeya têkiliya navbera zimên û çandê behs dike û dibêje ku yek ji kêşeyên herî aloz ev têkiliya hanê ya di navbera zimên û çandê de ye. [10]

Nermin Uygur li ser têkiliya zimên û çandê dide xuyandin ku pêwendiyeke pihêt û xurt di navbera zimên û çandê de heye û diyar dike ku ziman tenê war û qadeke çandê û rehenda wê ye. Ji kîjan aliyan ve lê were mêzandin bila bê mêzandin, di avakirina/çêkirina çandê de ziman xwedî roleke zehf giring e. Ji lew re jî, gava ji hêla zimên ve li çandê bê nêrîn, tu çand ne bêyî zimên e û ew mîna çîmentoyekî ye ku dike avaniya çandê bi hev ve bimîne. [11] Di gel vê yekê, kesên ku bi taybetî li ser hevbandoriya van têgihan jî radiwestin hene û amaje bi têkiliya wan a beranberî hev dikin ku ziman hem çandê ava dike hem geşe pê dide û her wisan bi hev re jî di nav çerx û geranekê de ne ku hîkariyê li hev dikin.

Bozkurt Güvenç balê dikişîne ser alozî û pirsa ka kîjan têgih berî ya din e û dibêje ku çi di nav civak û çandê de hebe, di zimên de îfadeya wê heye, di nav zimên de çi hebin, di nav civak û çandê de esil an jî vebeyînên/eqsên wan hene. Ji van her duyan ka kîjan berê tê, miemayeke wisan e ku felsefenas û dîroknasan jî pê dernexistiye.” [12] Lê ew dîsan wekî pêşikiyê bide çandê, vê tesbîtê dike ku bi bipêşketina çandê re ziman, bi geşbûna zimên re jî çand geşe bi xwe dide û zengîn dibe.

Her çi qas ji bo vê têkiliya dabaşê, sînorên misoger di navbera pênaseya çand û zimên de neyê danîn û lihevkirineke giştî li serê nebe jî, di navbera kesên eleqedarê mijarê de hemfikiriyeke gelemper heye ku ew her du têgihên navborî xwedî pêwendiyeke pihêt û bendekî hişk in. Çendî ziman wek hêman û parçeyê çandê bê pejirandin jî, îcar ên ku çandê wek berhemeke zimên [13] dinirxînin jî hene.

Terry Eagleton di xebata xwe ya bi navê Kültür Yorumları (Şiroveyên Çandê) de, amaje pê dike ku rehendeke avakirinê ya çandê heye û zimanê hevpar û çand jî xwedî roleke yekîtiya civakî ne. [14] Bi xebat, lêkolîn û dahûrînên li ser zimên û çandê, hem raboriya mirovahiyê hem jî ya neteweyan dikare bê ronîkirin ku li gorî K. Vossler “ziman, eyneya çandê ye.” [15]

Jixwe ji zûde bi giringiya xebatên li ser çanda devkî û ya nivîskî hatiye hisandin ku W. J. Ong jî di berhema xwe ya bi navê Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi (Çanda Devkî û Niviskî Teknolojîbûna Peyvê/Gotinê) de îşaret bi ranêzî û helwesteke balkêş a lêkolîneran dike. Diyar dike ku kesên zimên vedikolin û ditiwîjînin, li şûna zimanê devkî berê xwe didin metinên nivîskî ku ev yek ne bêsedem û tesadifî ye. Ev rewş ji pêwendiya pihêt a cîhana lêkolînê ya bi nivîsê diqewime, ji lew re kesên ji nivîsê bêhay in û di nav çanda devkî de dijîn, lêkolînê nakin. [16]

Bi rastî jî, gava em bi taybetî li ser zimên û çanda kurdî bifikirin, em ê bibînin ku ev peyteke gelek rast e. Heta zargotina me nehatiye qeydkirin, ango derbasî nivîsê nebûye, em bi awayekî analetîk û lêkolînî li serê têr nesekinîne.

Gava bi awayekî giştî li ser teoriyên zimên û çandê mirov hûr bibe, mirov dikare bigihîje encameke wisan û bibêje ew gişt ranêziyeke gelemper a nêrîna li mijarê ye. Ji mirov tirê ku ew wekî kesên endamên civaka serdest û serwer bin, wisan mijar tiwîjandibin. Lê ji aliyê gel û neteweyên bindest ve, ku ziman û çand pênaseya wan e, dêhna xwe nedane mijarê bê ka ziman û çand ji bo wan tên çi mehneyê. Bi kurdî gotinek heye, dibêjin “birîndar bi birîna xwe dizane.” Gelo kesê ku ziman lê nehatibe qedexekirin, hebûna wî nehatibe redkirin, çi qas dikare bi êşa yê din bihise?! Mesele li vir hinek jî ev e. Di gel giringî û rola çand û zimên, em dizanin ku neteweyên serdest çand û ziman wek amrazên asîmilasyonê bi kar anîne, nemaze ew gelên ku netewe-dewleta wan xwedî karakterekî monîst e. Îcar gel û neteweyên ku bindest in, li hemberî serdestên xwe ji bo bikarin hebûna xwe bihêvişînin û biparêzin, wateyên din li çand û zimên bar dikin û wan wek diyardeyên nasnameya xwe bi nav dikin û tê dikoşin, bi wan li ber xwe didin da ku nehelin.

Li encamê, ji van xebatên navborî û teoriyan dixuye ku di heqê çand û zimên de terîfeke qebûlkirî nîn e. Jixwe danîna sînorekî qethî ya ji bo pênaseya wan jî pir zor e. Lê di gel vê rastiyê, her kes hemfikir e ku çendî ziman hêman û parçeyekî çandê be jî, ew afirîner, hilgir û veguhêzerê çandê bi xwe ye. Her du hîkariyê li hev dikin û hev bi pêş dixin. Têkiliya zimên û mirov jî, têkiliyeke nîqaşbar e, lê qet nebe hîngî ku ziman peyde bûye bi şûn de, mirov di nav zimên de tên dinyayê, di nav zimên de çêdibin û ziman mirovan dişêwîne. Ji ber vê em parçeyekî zimên in û paşê jî em dibin navgîna zimên. Ji lew re ziman hem li derveyî me ye, hem di hundirê me de ye hem jî di navbera me de ye.

Ziman berî fikirînê ye, bi rêya ziman mirov dirame, ya dilê xwe derdibe, radigihîne yekî din û hemû berhemên gotinkî, hunerên ku xwe dispêrin gotinê, bi saya zimên diafirîne. Mirov bûnewereke çandî, ziman jî ji aliyê sosyolojik ve dameziraweyeke civakî ye.

Çand ku encama xebat û hilberîna mirovan e, hem xwe pê bi pêş ve dibe hem jî bi alîkariya wê mirov serweriya xwe ya li ser siruştê xurt dike. Xwe pê azad dike. Ew têkiliya ku di navbera zimên û mirov û di navbera çand û mirov de heye, nêzî wê pêwendiyeke beranberî di navbera çand û zimên de jî heye. Bi qonaxa demê re her du jî tesîrê li hev dikin û hev bi pêş ve dibin.

Ji bilî têkiliya jêbehskirî, tiştekî zehf asayî ye ku dibe çand û ziman ji bo neteweyan xwedî wateyên cuda bin an jî mirov bi çavên cihê li wan binêre û terîf bike. Li gorî rewş û hewcehiyan, li gorî serdestbûn û bindestbûnê, li gorî azadbûn û nebûna nasnameya ferdên civakekê, pûtepêdana van diyarde û çemkan dibe ku biguhere.

Neteweyên serdest ên xwedî dewlet an jî netewe-dewlet, bi rêya zimên û çanda xwe gel û neteweyên din ên di nav sînorê serweriya xwe de dipişivînin û wan dişibîn xwe. Bi wan nasname û aîdiyeteke hevpar ava dikin. Têkoşîn û berxwedana li dijî sepandina van polîtîkayan û bi rijd hildana alaya zimên a li dijî kirinên wan, ji ber vê yekê ye. Ji bo gelên ku ew ji mafên xwe yên zimanî, çand û nasnameyê bêpar hatine hiştin, ziman hêma û nîşaneya hebûnê ya cihêwaziyê ye.

Çavkanî:

[1] Dogan Aksan, Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu Yayınları, 4. Baskı, Ankara 2007.

[2] Veguhêzer Terry Eagleton, Edebiyat Kuramı Giriş, Ayrıntı Yayınları, 4. Baskı, (Wergêr Tuncay Birkan), İstanbul 2014.

[3] Iain Chambers, Göç Kültür Kimlik, Ayrıntı Yayınları, 2. Baskı, (Wergêr İsmail Türkmen & Mehmet Beşikçi), İstanbul 2014.

[4] Bozkurt Güvenç, Kültürün ABC’si, Yapı Kredi Yayınları, 4. Baskı, İstanbul 2007.

[5] Ernst Cassirer, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme, Say Yayınları (Wergêr Necla Arat), İstanbul 2005.

[6] Terry Eagleton, Edebiyat Kuramı: Giriş, Ayrıntı Yayınları, 4. Baskı (Wergêr Tuncay Birkan), İstanbul 2014.

[7] Ferdinand de Saussure; “Genel Dilbilim Dersleri”, ji nav XX. Yüzyılda Dilbilim ve Göstergebilim Kuramları 2. Temel Metinler (Berhevkar Mehmet Rifat), Yapı Kredi Yayınları, (Wergêr Mehmet Rifat-Sema Rifat) İstanbul, 1998.

[8] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996.

[9] Veguhêzer Claude Lévi-Straus, Yapısal Antropoloji (Wergêr Adnan Kahilogulları), İmge Kitabevi, İstanbul, 2012.

[10] Claude Lévi-Straus; Yapısal Antropoloji (Wergêr Adnan Kahilogulları), İmge Kitabevi, İstanbul 2012.

[11] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996.

[12] Bozkurt Güvenç, Kültürün ABC’si, Yapı Kredi Yayınları, 4. Baskı, İstanbul 2007.

[13] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996.

[14] Terry Eagleton, Kültür Yorumları (Wergêr Özge Çelik), Ayrıntı Yayınları, 2. Baskı, İstanbul 2011.

[15] Karl Vossler, veguhêzer Dogan Aksan; Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu Yayınları, 4. Baskı, Ankara, 2007.

[16] Walter J. Ong, Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi, (Wergêr Sema Postacıoğlu), Metis Yayınları, İstanbul, 1995.