Fanzîneke din li kurdî zêde bû: fanzîn-aşî. Gava min di storya Whatssapê ya hevalê xwe Ebû Tirî de dît ku li qirtasiyeyê hejmara xwe ya ewil çap kirine, heyecanekê ez girtim. Vejîn Fanzîn hat bîra min ku xwendekarên lîsansa beşa kurdî yên Mardin Artukluyê derdixistin û du hejmaran ez jî di nav wan de bûm, flashhilata fanzîna fotografiyê hat bîra min ku Omer Faruk Baran derxistibû û min jî sirf seba wê çend çîrokên fotografî nivîsîbûn. Herçî fanzîn-aşî ye ku dixwazim ji bo wê jî binivîsim, ji 12 rûpelan pêk tê, tê de helbest, gotin, henek, xêz û playlist hene. Di vê kadroya wan a nivîskar, xêzkar û wergêran de diyojeno çewlîgij, c. bukowski, ebû tirî, Sûat Gûneş û Hisên cih digirin. Ji bo ku em wan nas bikin, min hin pirs arasteyî wan kirin. Li ser navê fanzînê Diyojeno Çewlîgij pirs bersivandin
Hûn dikarin xwe bidin nasîn, we çima xwest fanzîneke weha derxin?
Em çend heval in û aniha li Bîngolê (Çewlîgê) dijîn. Fikra derxistina fanzîneke weha li ser şîvekê niqutî dilê me. Û me got; bila xeyaleke me ya din jî çem û çem neçe, ji lewma me zend û bend badan, helbet her fikrek li gorî xwe berî veguhere pratîkekê bingehekî xwe yê dûr û dirêj heye; lê ji çaxê ku me kompîterên xwe ji bo vê fanzînê vekirin û heta çapkirina wê, bi tenê 2-3 şev bihirîn.
Armanca we bi vê fanzînê çi ye û hûn dixwazin berdewam bikin?
Em bi tenê dixwazin hinekî bi erzanî û naşîtî çend gotinan bikin, digel ku çanda fanzîngeriyê ekseriyet piştî wêjeyeke elît bi gewde dibe jî û rewşa kurdî –qet nebe li Bakurê Kurdistanê– gelekî bi dûr be jî ji vê qonaxê; ji bo belavkirina fanzînekê rewşa kurdî vê pêlê guncaw e; hem ji ber asaqên ku li kurdan û kurdî dibin û hem jî ji ber ku dema mesele dibe kovargerî an jî weşangeriyeke “pisportir”, hiyerarşî û desthilatdariya navxweyî bêhna meriv teng dike. Bê guman; hinekî jî zû ye ji bo zelalkirina armanc û mîsyonekê, lê a niha em weha difikirin. Û ji ber ku em hewil didin fanzînekê belav bikin, ne ku weşaneke pisportir, awayê me yê xwe-gihandina xwendevanan jî dê bi merhebayeke fîzîkî pêk bê û bi vê riyê me bawerî heye ku em ê bêhtir xwe bigihînin gel. Ro bi ro zextên li ser kurdî tûjtir dibin û hema bêje ji bilî medyaya sosyal qadine din nînin ku kurd, –nexasim jî ciwan– li wan kurdîtiya xwe derbibirrin; lê hiyerarşî û desthilatdariya ku me qal kir, îcarê li ser medyaya sosyal, bi redaksiyon-hebandinê xwe dide der. Bala me li ser bû ku ev standardîzasyon-perestî peşkê li hewesa ciwanan a nivîsandina bi kurdî dixe, şiyan û qabîliyeta wan vedimirîne, hinekî jî ev acizî bû sedem ku em li fanzînekê bifikirin. Heger bi riya we hinek bixwazin tevkarî û piştgiriya me bikin, em ê li ser wextê belavkirinê û hejmara rûpelan û wd. nîqaşinan bikin. Lê ji ber ku çanda fanzîngeriyê û ne-diyarî pirr li hev dikin, em ê zêde serê xwe bi periyodîkbûna wê neêşînin, kengî qumbareya me ya komîne tijî bû bi qasî ku em bikarin hejmarine din bicivînin û belav bikin, em ê wê hingê cardin silavekê bidin xwîner/tevkarên xwe. Lê bi taybetî em li bendî kesên amator in ku destê xwe şûştine ji bidestxistina popûlertiyê ya bi riya nivîsandina bi kurdî.
Fanzîn zazakî-kurmancî ye, dê wisa be an hûn dixwazin zaravayên din jî lê zêde bikin?
A rastî halê hazir kurdên zaza/kirmanc di nav me de nîn in, hebûna me ya li Çewlîgê kir ku piçekî bîna zaraveyê me yê kirdkî jî jê bê. Lê li gorî wext û tevkarên xwe em dikarin li ser zaraveyên din jî nîqaşinan bikin.
Di kurdî de demekê pêla fanzînan hebû lê zêde dewam nekir, hûn bi giştî ji bo vê rewşê çi dibêjin û hûn xwe berdewama wan dibînin?
Belê, li gorî bipêş/paşketina kurdan a polîtîk weşanên fanzînan zêde dibin an jî kêm dibin; lê ji bilî vê yekê, bikaranîna zêde ya medyaya sosyal jî bû sebeb ku fanzînger êdî xwe newestînin an jî berê xwe bidin bloggeriyê. Kêm û zêde; her weşaneke kurdî anegorî me qîmetekê heq dike, lê em bi serê xwe ne û “berdewamî” jî dê bike ku em hinekan dubare bikin û bi rihetî ya di dilê xwe de neyînin zimên. Lewre, em zêde mîsyonekê li xwe nakin bar. “Berdewamî” jî mîsyonek e û dibêm qey ew ê me ji amatoriya me bi dûr bixe.
Hûn her nivîsan di fanzînê de belav dikin an tema û cure diyarkirî ne?
Na, me tiştek ji bo cureyan diyar nekiriye û em ê hewil nedin ku ji hinan re bêjin “ka ji me re helbestekê an jî çîrokekê binivîse”, lê em ê bixwazin temayên cureyên ku dê ji me re bên, zêde ne dûrî naveroka fanzînekê bin. Her weha em pirr dixwazin cureyekî nû yê wekî “henekên berredayî” jî di civata me de bigere. Em zehf giringiyê didin vî cureyî û îroniyê bi giştî. Yanî heçiyê karibe henekine berredayî “biafirîne” bila ji me re bi rêke. 😊
Navenda we ku ye, xwendevan dê çawa xwe bigihînin fanzînê û hûn ji derve jî nivîsan qebûl dikin?
Çawa me li jor jî got; em niha li Çewlîgê ne. Çêdibe ku em piştî demekê ne lê bin, lê ji ber ku qirtaseciyê me yê êmekçî Kekê Yaşar, gelekî bi me re dite’be dilê me heye ku em hejmarên li pêş jî li vira çap bikin. Ji bo ku hinek xwe bigihînin fanzînê yan jî qebûla nivîsên ku dê ji derve bên, me divê ku e-maîla me jî li binê vê hevpeyîna we cih bigire: