Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li bin baranê Newroza Amedê û peyamên Leyla Zanayê 

21/03/2024

Newroza 2024an ya Amedê li bin baranê dest pê kir û xelas bû ku berîya rojan dihat gotin dê bibare.  Bêguman di vê newrozê da herî zêde gotinên Leyla Zanayê dihatin miraqkirin ku ev 8 sal in ji  sîyasetê dûr ketîye. Zanayê piştî salan ji  qada newrozê banga vegera pêvojoya çareserîyê li hikûmetê kir.

Pirozbahîya Newrozê, ya herî biheybet bêguman wekî her sal, îsal jî bi mazûvanîya Amedê hat lidarxistin.

Ligel barana ku di seatên sibehê de dest pê kir, xelkê bi cil û bergên xwe yên gelerî, bi malbatî tevlî newrozê bibûn. Hin kesan jî ji bo ku beşdarî şahîya newrozê bibin ji derveyî bajarî dabûn rê û bi taybetî ji bo vê rojê hatibûn wê qadê.

Wekî her sal 7 hezar polîs li dora qadê hatibûn erkdarkirin û di ketina qadê da 2 caran lêgerîna cil û bergan hat kirin. Tê gotin ku 112 kes di wan lêgeranînan da bi sedemên cur bi cur hatin desteserkirin.

Li pîrozbahîya Newroza Amedê bêguman tişta herî zêde dihat miraqkirin, axaftina sîyasetmedar Leyla Zanayê bû ku 8 sal in derneketîye qada sîyasî.  

Dema Zana derket ser dikê, kesên beşdarî newrozê bibûn bi baldarî guhê xwe dan Zanayê ka çi dibêje. Zanayê banga vegera pêvajoya aştîyê kir û hilbijartinên 31ê Adarê bi bîr xistin “ Em ê îradeya xwe ji bo xwe bikarbînin.”

Li gor salên borî hejmara jin û ciwanan zêdetir bû. Jin û ciwanan rûyên xwe bi rengên kesk, sor û zer boyag kiribûn û tevlî ahenga newrozê bibûn.

Dayikên ku bi laçikên sipî li qada newrozê cihê xwe girtibûn jî daxwaza xwe ya aştîyê carekê din anîn ziman.

Ji ber hewayê sar, ciwanan li ber dahol, def û zirneyê xwe germ dikir.

Meteorolojîyê berîya çend rojan ji ber barîna zêde hişyarî dabû, ji ber baranê hejmara kesên tevlî şahîyê bûn, îsal li gor salên borî kêmtir bû lê mesaja xelkê wekî her sal dîsa heman bû, “ Aştî, azadî, û azadkirina girtîyan” 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê