Li dû çîrokên terora hamburgerê ketibûm. Min derheqa mirovên ku bi xwarina hamburgerê nexweş ketibûn, dozîneyek qertên dosyeyan bi dest xistibûn. Carekê jinikekê, ji min re qala xwe û xwarina hamburgeran kir, hindî nexweş ketibû ku çi nemabû ji berbanika li pêşiyê serserkî gêr bibe xwarê. Min çavek li Încîlê jî gerand, çi ka çi behs jê hatiye kirin. Lê ez wek navê xwe jê piştrast bûm ku di Kitêba Wehîyê de referanseke xwe ya veşartî hebû. Belkî jî Çarsiwarên Mehşerê ji xwarina hamburgeran hez dikirin.
Richard Brautigan

Mommyyyyy! Mommmyyyyyy! Qîjeqîja keçika cîrana min Miayê bû gava min dicehidand wekî ji xewa xwe ya tewşo mewşo şiyar bibim, çarîkek, belkî zêdetir wisa bi vegevizînê derbas bû, li ser pira xewê û hişyariyê, li naverastê daçikilîbûm, li serîyekî Mia –bi serê dûva ajalekî girtibû û dihejand–, li serê din reşeyek hebû, min başebaş tê dernexistibû bê çi teba ye, destê xwe –dest bû qey– li ba dikir ji min re, Mr. Robaaar! Look it that! Nedihat bîra min bê piştî wê paşîvê bû –min nîyeta xwe li qeta masîxatûnka ji doh êvarê mayî xera kiribû– yan di heyna xwendina romana Brautiganî de bû, bêyî ku nivînoya tenik bi ser xwe da kim, wilo di xew re çûbûm û niha, bi qîjeqîja Miayê hişyar dibûm.

Mia deng li diya xwe dikir wekî ji hûndir derkeve, bê û termê sivorîyê ji nava bermîlê derxîne, –şev pê ve bi baranê tije bibû–, û bi rêûresmeke layiqî ajalên çarereş ew çal bike, heger na, dê gazî min bikira û dest pê kiribû jî giloverê, Mr. Robaaar! Look it that! Qey tofana doh bi şev li sivoriya bextreş xistibû, lê çi şev bû!? Wîlewîl bi iPhonean ketibû hingê, hişyarî û peyamên Tornadoyê yek li dû yekê hatibûn;
“Dezgeha Baûbaranê ya Netewî: Heya 22:45ê dema navendî, li vê deverê hişyariya Tornadoyê. Niha dakevin serdabekê yan qatê jêr a jûreke mehkem. Heke hûn li derve, di malmeşekê de yan di tirimbêlekê de bin, herin cihekî penayîyê yê nêz û xwe ji xurdikên fironek biparêzin. Saxtiyê li medyayê bikin.”
Pê re pê re li Wilmetteê şawirên agadarîyê lê xistibûn, min got qey wê qiyamet rabe, her ku çûbû baranê xweştir kiribû, bi şerbikan dibarîya, hatûçûya trafîkê jî tirp û sekinîbû, bûbû gurmîna birûskan, ji nişka ve hêlîna beytika reben hatibû bîra min, hema li tenişta lûlika baranê çêkiribû û ji destpêka havînê ve bi çêkirina wê re mijûl bûbû yexsîrê! Xwediyê xênî rojşikênek danîbûya jora dêrî, dê ji bo wê û hêkên wê jî baş bûya, halbûkî erzan bû di Amazonê de. Hinek hema ne camêr in, xasma jî Hindî!
***
Axiriyê rabûm, bi zor û heft belayan ji nav cih-nîvinan derketim, bi tena derpîqutkî çûm li ber şibakeya bi perdeya jalûzî, biqasî ku hewşa mala cîranan bibîne, min serê darikê wê yî kor çend caran nermika ba da –zûbizû xera dibûn–, Mia hîn jî li ber bermîlê bû, vê carê jî şivikek ka bê ji ku peyda kiribû nizanim, di destê wê de bû û pîzî hundirê bermîlê dikir; …are you dead!? My mother will come soon, or Mrs. Robar… dest pê kiribû bi sivoreyê re dipeyivî, rewş giran bûbû û tu his û pis ji dayîkê tune bû, jinik roj pê ve bi xwezûrê xwe re –û car carinan bi çend pêxwasên taxê re– li heşîşê dixist, bîhn û bixara boçikên wan li çarnikar belav dibûn, çi gava em rastî hev dihatin –ya rast ne pêkan bû wekî her roja Xwedê em rastî hevûdin neyên–, Mrs. Estherê ez keremî dembihêrkê dikirim bi devoka xwe ya xas; “Are’ya comin’?”, didît ez bêdil im û ji heşîşê jî hez nakim, hingê tîqetîqên wê bi ser telpên boçikan diket yên ku dest bi dest digeriya, xwezûrê wê Mr. Thompson di binê simbêlan re dikeniya, kengî ez didîtim, bi dengekî hêl silaveke alav dida min û digot, “Salaaammm!” û pê re li qelûnê dixist, kuş û hey kuş! Carekê-du caran min derzî di ber guhê wî re kir wekî ez ne misilman im, min bawerî bi Xwedayê wan nîn e, ez kurd im, kurdekî bêdewlet, lê guh pê nedikir, qey aqilê wî piştî ewqas salên li girtîgehê, ji min û ji timtêla min nedigirt, ji cahil û cihûlên li dorê civîyayî re bayekî wisa radikir, te yê bigota qey reşikên dinyayê giş li destê wî dinihêrîn! Qaşogiravî gava di girtîgehê de bûye, xwe bi xwendina Qûranê kuştiye, destê xwe ji bozebeliyê, ji çavqehpiyê, ji çavquliyê, axiriyê ji hemû kirên xwe yên pîs yên ku bûne bayîsê hefsîbûna wî, bi tevayî şûştiye, gava ji girtîgehê derketiye, bûye mirovekî din û filan û bêhvan…
***
Ji bêgavî min kinceke sivik li xwe kir û derketim derve, gava Miayê ez dîtim, hema devê wê çû paş kerika guhê wê, wisa kêfa wê hat, nema zanî bê çi bike. Lêbelê me tu rêwûresm danenî ji yexsîrê re, rûçikê Miayê tirşûtal bû, birûyên xwe kirin cot û bi zîzikîn çû li ber derê xênî sekinî, wisa jî, çavên xwe ji min bernedan, li liv û tevgerên min zûr bû, ji bo dilê wê çêkim, min kîsikek jê xwest, bişirî û bi bayê xwe çû hûndir û hat, di wê navê re Mrs. Esther û qafseqetê xwezûr jî derketin, serê wan germ bûbû ji heşîşê, pê re pê re belafiroşên din jî, erê çima şalên xwe wisa li xwe dikirin, wisa bê kember, şiqitî, çima dixwestin kamaxên xwe –carê heya bi qelîşteka qûnê– şanî alemê bidin?

“Awayekî protestoyê ye…” got, Mr. Thompson, “…ev jî ji girtîgehan belav bû, şalên ji qûnê şiqitî peyameke xwe heye, helwêsteke sembolîk e, ji wêdetir nasnameyek e, bi vî awayî reşikên me dixwazin her gav du gav di bîra spîyan bixin wekî hêjî reşik in dê heta hetayê jî wisa bimînin… bi min, şalên teng jî –yên ku bi qûnê ve dizeliqin– û şalên şiqitî jî, dizê heman neqebê ne, ev mirovana bi hêviya ku mirovên din, derheqa şert û mercên jiyana wan de bibin xwedî agahî, xwe dispêrin trendên wehakîno…”

“Trend tewş in… ji binî ve tewş in…” min gotiyê, bi hêviya ku hê xeber bide. Destên xwe bire ser kêlekên xwe û li cotesivoriyên ku li rasta me çirtvîtk didan, zûr bû. Bîhneke têkel-giran a heşîş û bîrayê jê difûriya.
“Ez jî dizanim tewş in û îş û karê cahil-cihûlan e, lêbelê kêm mirov dizanin wekî ji vê trendê re dibêjin sagging, trendeke modayê a xortan bû, destpêkê di çanda Hip-Hopê de bi hilîskera çerxkirî (patên) bi pêş ket, paşê, ango di salên 90î de popûlarîteya xwe hêdî hêdî ji dest da. Lê ez ji te re tiştekî din bibêjim Mr. Robar, çaxa ez di girtîgehê de bûm, ji girtîyên ku şalên xwe ji newqê berjortir dişiqitandin re me digot amade ye, ango ji aliye wê meselê ve… te zanî?”
“Wek nîşaneyekê!”
“Henekan dikim… sagging erê di pergala girtîgehên Amerîkayê de kemilî, ne ji bo ku zilamên çeteyan bi hêsanî karibin çek-rehalên xwe veşêrin. Pirsgirêk ew e ku gava tişt dibin trend yan mode, qaqilk pûç dibe, tişta tê jibîrkirin ev e; di esasê xwe de cilên mîrî (ûnîforme) yên ne îşê fireh li girtîyan belav dikirin û ji bo ku xwe bi destên xwe nekujin (yan hinên din), kember nedidan wan, kombînasyon bi firehbûna şalan û di encama vê de bi şiqitînê temam bû, gava girtî azad jî dibûn, wek ku di girtîgehê de bin, şalên şiqitî li xwe dikirin.”
“Rêznameya cilûbergan ya Hip-Hopê wekî te nabêje lê…”
“Tu qala low-ridingê dikî, tu qala Justin Bieberî dikî, wî xortikî jî şalên kot yên skinny (çîçelaskî) bi nav û deng kir…”

Sivoriyên berxweneketî hîn li wê rastê bûn.
“Ji siharê de holhola wan bû… ez te vexwînim jî tu yê bêjî na, em diçin hamburgeran bixwin…” got Mr. Thompson, bi destê Miayê girt û semtika li paşiya tirimbêlê siwar kir. Keçik bejna xwe girê dabû, cilûbergên cejnerojê li xwe kiribûn, solên wê alfirengî bûn û lê diçû. Lê ew qelewî? Di wî temenî de! Mrs. Esther jî wisa, bi zor û heft belayan li tirimbêlê siwar dibû. Xortikên qafseqet jî li tirimbêla xwe siwar bûn, pê pê derketin, Mia bi bişirîn destê xwe li ba kir ji min re, Mrs. Esther li qorneyê xist, Mr. Thompson vê carê bi serê xwe silavek da min. Derûdor xalî bû, wekî dîkê qoqo bi tena serê xwe mam li wê rastê.
***
Hay ji bayê cotekîvroşkan nîn in, yên ku xwe li pişt dara tûyê telandine, bi şaşwazî û parîyek jî bi tirs li liv û tevgerên wan yên dînomîno dinihêrin, tu dibê qey bavê min bû yê şeva berîn di binê wê barana gur de –tam duwanzdeh xulek ajotibû!– şilopilobûyî! Qet ne xema qûna wan bû, çirvîtk didan, xwe di ser hev re zer dikirin, teriyên xwe yên mirêsdar rep dikirin û li tiştekî zûr dibûn. Lêbelê ev xwendineke şaş e, tu sivorî, heta ku dest û ling nekevin zik û bêmefer nemîne, di baraneke wisan de –paşê vekiribû lê êdî gelek dereng bû ji bo min– ji lana xwe ya ewle dernakeve, vêca ew çirvîtik û lotik, ew teriyên rep û livên dînoke, ne ji bo baranê bûn, xureka wan qediyabû û birçî bûbûn, fena min ew jî, bi hêviya ku zadekî, tiştekî bidin ber dilê xwe, piştî demekê bi der û dorê ketibûn. Tezîker jî vikî vala bû, xanima ku beriya min di malê de demeke dirêj mabû, qetek nanê tisî jî ji min re nehiştibû, ne kevçî, ne çetel, ne şûşeyek av, diza heram, heya bi kaxezên destavê jî bi xwe re biribûn, yên ku ji aliyê weqfê ve dihatine dayîn! Çûnkî gava Sylviaya cîgira rêvebira weqfê her du kilîlên avahiyê (a mezin ya deriyê derve bû û a piçûk jî ya hûndir, wekî din tu taybetiya wan nîn bû, ji xêncî ku bi kilîldankeke sosret ve hatibûne kirin, min ev jî wekî fen û fûtên xanimê xwendibû, heger na, çima bi yeka nû re pevneguhertibûn û kîrûgûnek kevirîn dabûn min?) ji berkêşkê der anî û dirêjî min kir, fena ku tiştekî ji rêzê radestî min kiribe, pê re jî nîvkaxezek, wekî min filan û bêhvan jê wergirtine… “Please sign…”, kenekê ez girtim, na, ne li ber Sylviayê, piştî ku me kar û barên kaxezan qedandin û ez ji jûra wê ya ku tavê xweş jê digirt bi xatirxwestineke jidil derketim û li asansorê siwar bûm, hingê, anku gava min yeqîniya xwe pê anî ku ez bi tena serê xwe me, min xwe ranegirt. Ez bi falûsekî diçûm mala xwe ya nû, ji bilî vê her tişt asayî xuya dikir…
Ma peyva asayî çi ye ji kurdekî re?
(Dê dom bike…)
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.