Wêne: Murat Bayram, arşîv
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê lîsteya kontenjanên dersdaran eşkere kiriye.
Îsal dê ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî 15 dersdarên Kurdî bêne tayînkirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê ku her sal 2-3 dersdarên Kurdî tayîn dikir. Îsal dê 50 dersdarên Kurdî tayîn bike. Ji van 35 mamosteyên Kurmancî û 15 jî dê mamosteyên Zazakî bin.
Li aliyê din roja tayînkirina 45 hezar dersdaran jî wek 8ê Gulanê hate diyarkirin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozerî dema tayînkirinê eşkere kiriye.
Ozerî gotiye “Em ê di navbera 2-6ê Gulanê de tercîhên tayinkirinê yên berbijêrên dersdarîyê werbigrin, em ê di 8ê Gulanê de jî encamên tayînkirinê eşkere bikin.”
Ev du sal in li Tirkîyeyê ji bo dersên bijarte yên kurdî kampanya tê meşandin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.