Jinên kurdan ji kîjan xwarinan hez dikin?

Çend roj berê hevalekî li encamên lêkolîneke me dinêrî. Piştî çend slaytan li min vegeriya û got: “Çi eleqe heye we ev pirsa pirsîye?” Pirs li ser hezkirina xwarinan bû. Me jî ji jinên kurdan pirsîbû ku ji kîjan xwarin û vexwarinan hezdikin.

***

Çend meh berê min ji bo lansmana lêkolînê li ser Googleê “Kürt kadınlar”, “jinên kurdan”, “kurdish people” û “kurdish women” nivîsî û li forografan nêrî. Ger hûn jî binêrin di nav wan de zêde ferq tune ye û kurd li ser înternetê komeke yekpare û homojen in. Li gor Googleê kurd leşker in, govendvan û partîzan in.

Ne sûcê Googleê ye, hem li Tirkîyeyê hem jî li qada navneteweyî kurd wer tên zanîn. Ji ber ku kurd komeke polîtîk û homojen in û meraqa her kesî li ser rayên wan heye. Ji bilî vê tu tişteke kurdan nayê meraqkirin. Wexta meriv li ser tiştekî din lêkolînekê dike jî, pir kes şaş dimînin û dibêjin: “We çima ev pirsa pirsî?”

***

Jixwe bersiva vê pirsê motîvasyona min a lêkolînerîyê ye jî. Çend sal berê dîsa dewr û dewraneke sîyasî bû û her kesî ji pêşeng û rûspiyên kurdan dipirsî ka kurd çi difikirin û wê çi bikin. Min ferq kir ku her kes li derdora xwe dinêre û qala kurdan dike. Wek mînak serokê şaxa Diyarbekirê yê AK Partîyê digot kurd wê li serokkomar Erdogan xwedî derkevin û serokê HDPyê jî digot kurd wê deng bidin partîya “xwe”. Piştî vê yekê min qenaet anî ku her du alî hev du pir nas jî nakin. Wê salê di hevpeyvînekê de min got “em dixwazin kurdên Bakur û Başûr ji hev û ji rojeva hev haydar jî bikin” rojnameger şaş mabû. Mi go hema tu bi sîyasetê re eleqedarî ka bêje nifûsa Başûr çi ye û li wir çend partî hene. Ji xeynî navê PDK û YNKyê tiştek nizanibû. Naxwazim şaş werim famkirin, ne ku kêmanîya wê rojnamegerê bû, ji xwe rewş ev e.

Yanî, ya yekem kurd ne homojen in û ji bilî polîtîkayê heyateke wan a fireh heye. Ya din jî ez kurdan meraq dikim û dixwazim ji bilî polîtîkayê jî werin naskirin. Û divê rast û objektîf werin naskirin. Yanî perspektîfek lazim e ku di koma kurdan de her çêşît kurd hebin. Dûrketina ji qada polîtîk ne hêsan e û ne rast e ku meriv pişta xwe bidê, lê divê meriv heterojenîya sîyasî û jiyanê hêdî hêdî bide ber çavan.

***

Ji ber vê yekê jî tevî siyaseta kurdan em her tiştên kurdan meraq dikin. Û loma jî me ji jinên kurdan pirsî ka ji kîjan xwarin û vexwarinan hez dikin.

Lêkolîna me li Bîngol, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Dêrsim, Wan, Semsûr, Entap, Îdir, Meletî, Riha, Edene, Mêrsin, Enqere, Stenbol û Îzmîrê li gel 1123 jinên kurd bi awayekî rûbirû hate kirin.

Baş e, bersiv çi ne? Yanî jinên kurdan ji kîjan xwarinan hez dikin?

Kerem bikin ji bo bersiv û hûrgiliyên derbarê vê pirsê de li her du tabloyên xwarê binêrin.

***