Li ser xelatnedayîna pêşbirka Arjen Arî civatek bi şeş şairên xelatgir ra

Rêzan Diljen

Piştî dîyar kirin ku sala 2024an tu dosyeyekê xelata Arjen Arî heq nekiriye li min bû meraq û min jî wek xelatgirê herî dawî xwest bikevim pey şopa vê yekê, pirseke girêdayî vê, ji şeş kesên ku xelata Arjen Arî wergirtine bikim û em erd û zemîneka minaqeşeyê ava bikin. 

Wekî hûn jî dizanin ji 2014an ve pêşbirka Arjen Arî bi alîkarîya malbata Arjen Arî û weşanên sor -berê Evrensel Basim Yayin bû- tê lidarxistin. Armanc û mebesta vê pêşbirkê rêzgirtin û liserpêyahiştina navê şairê mezin Arjen Arî ye, tevî rêya şairên ciwanan veke da ku deng û rengê birca helbesta kurdî berztir bibe, asoya helbesta kurdî berfirehtir bibe. Helbet ji ber vê yekê ye, yên ku tevlî pêşbirkê dibin bi dosyeya xwe ya ewil serî lê didin lê îsal wekî sala 2016an kesî xelat wernegirt û tişta giring eleqeya şairan jî kêm bûye. 2014an gava Selamî Esen xelat wergirt bîst û sê dosye tevlî pêşbirkê bûbûn lê îsal tenê çar dosye hatine qebûlkirin û kesî heq nekiriye li gorî jûrîyan. Tişteka din ku bi min gelekî giring e: Eve yazdeh sal in ev pêşbirk tê lidarxistin, neh kesan xelat wergirtiye lê tenê yekî -Yehya Omerî- dosyeya xwe ya diduyan çap kiriye, tiştekî din Yehya Omerî piştî xelatê heşt salên din bû yek ji jûrîyên pêşbirkê jî. Em li ser gihiştina armanca vê pêşbirkê çi erênî çi neyînî hinekî dikarin bifikirin. Em van hemûyan wek pirs û bersivekê kom bikin; bi te çima eleqe kêm bûye, çima dosyeyeka baş û pak nehatiye pêşbirkê û helbet çima şairên ku xelat wergirtine ji bo dosyeya diduyan evqasî disekinin?

SELAMÎ ESEN: Ji bo van pirsan spasdarî te me. Bersiveka yekser a van pirsan nîne, bes bersiva her sê pirsan jî têkildarî yêk in. Derengmayîna berhemên duyem a şairan ne girêdayî xelatgirîyê ye, sedema derengmayîna berhema duyem a şairan û kêmbûna eleqeya ser pêşbirkê ji heman rewşê diqewime. Nivîsîna helbestê weku cenabê te jî pê dizane, motîvasyoneka xurt dixwaze, ev motîvasyona xurt jî gelek caran girêdayî psîkolojîya me ya “malkambax” e. Psîkolojîya me ya kambax gelek caran dibe dengê qelem û kelama me, herwiha dibe sedema bêdengîya wan jî. Heqeten jî em di dem û dewranên qewî zor ra derbas dibin (belkî ev gotineka klîşe be jî lê tiştek berîya ku bibe klîşe ewila ewil populer e); atmosfera polîtîk zext û zorê dide dahatûya ciwanan, debar berbad e, lêpirsîn û dozên “kurdbûn”ê yên li ser ciwanan berdewam in, tiştên qewimîn û diqewimin ne tiştên normal in, stresa me carinan li ser normalbûnê ye lê ew jî ne di destê me da ye. Di vê heynê ra qelem raneweste jî li ber xwe dide, dixwaze bibe “deng”ek lê ew deng carinan bêyî vedeng e, carinan lalote ye. 

Ez ne terefgirê wan kesan im ku dibêjin di demên zor û zehmet da mirov berhemên baş dide. Dereweka sadomazoşîstane ye! Dema xweşî û geşî hebe wê hingê huner bêtir pêş dikeve. Helbet, çi be jî ev atmosfera polîtîk a giran nabe mazereta rawestanê. Erê, em gelekî dereng mane, rast e; lê belê mirov bi sîparîşan jî dosyeya xwe temam nake, “hema biweşîne, çawa çêbû bila çêbe,” bi gotinên wiha jî divê mirov dilê helbesta xwe nehêle.

Organîzasyona pêşbirkê ne xirab e, çend tiştên nexweş qewimîbin jî wek organîzasyon şefaf in. Lê weşanxane di weşan û belavkirina berhemên xelatgir da hinekî qels e, meyla wan a reklamê hema bêje qet nîne. Xwegihandina berhemên xelatgir şûna ku rehet be, zor e. Şert û mercên niha hewceyî van tiştan e: reklam û belavkirin. Belkî di xelata ewil û ya duyem da (ya min û Yehya) merasîma xelatê gelekî baş bû. Lê merasîmên din çi deng û rengek nebûn û raya giştî pê nehesîya jî. Ji bo ku pêşbirk vegere li ser populerîya xwe ya berê divê eleqeyeka mezin nîşanî merasîmê bide. Belkî jî ew îmkan û delîveyên wan nebin, lê îmkana me ji bo navê Arjen Arî jî tune be hema em êgir berdin helbesta xwe jî!..

YEHYA OMERÎ: Berê berê bibêjim, hîç nexweş e ku îsal çu kesî xelat nestand. Pêşbirka xelatnedayîna helbestê ya Arjen Arî, wekî nav belkî bibe alternatîfek baş. Ev cara duyem e ku wisa dibe lê qenc dizanim eger di salên cuda de lijneyê zor bidaya xwe, dikarî carek du carên din jî ev xelat nehata dayîn çiku dosyeyên baş pirr kêm tên an jî nayên mixabin.  Lew erê, xebera te ye, eleqe kêm bûye çiku meyldariya bo kurdî her diçe kêmtir dibe. Ev tişt tesîra xwe li nivîsandin û afirandinên hunerî yên baş jî dike. Anku civaka me her diçe zêdetir ji qewetê dikeve. Loma jî Eliot rast digot; erê, eger şairên me yên sax tunebin, yên mirî jî bi kêrî tiştekî nayên. Dosyeyên ku heta niha hatine hilbijartin tev baş in li gor min lê mixabin ne di encama reqabateke mezin ya pêşbirkê re hatine hilbijartin. Yanî dosyeyên hatine neqandin herî pirr belkî bi du dosyeyên din ên ji hêla poetîk xurt ketibin rikeberiyê, gelek caran yên din ji ber asta xwe ya kêm belkî hîç nayên nirxandin jî. Dosye kêm in çiku ciwanên ku eleqedarî helbestê ne bi şiklekî cidî berhemên xwe amade nakin. 

Em ji bîr nekin ku helbest wisa hayella dernakeve, jê re gelek tişt divê lê beriya wan hemûyan rêwîtiyek ligel xwe divê, bi wê re di encama danûstandinên dil û ruhî de tovên helbestê zîl didin, ji dinyaya hundirîn ya şair berê xwe dide dinyaya rasteqîn ya ku mirov dikare encax bi destpelînkên helbestî lê bijî. Li wê derê vêca xwendin, dîtin û hizirîn û lêgerîna poetîk wê tovê dikemilîne. Ev tev pêvajoyek e û bi ceribandinên poetîk re, bi şikestinên mirovî re diçe serî, dikemile. Xwendina berhemên baş destpêka vê yekê ye.  Ji helbestên ku tên barhelbestê jî dizanim rewş gelek xerab e. kêm helbest tên ku bi kêmanî hêvîbexş bin. Ji bilî sitandina seta hînkerê û kitêbên bi tirkî yên li ser tarîxê û axaftinên tekrar û ezber yên li ser rewşa kurdî, 15ê gulanê, çu çalakî û gotin bo van meseleyan nayên kirin. Belkî jî, ev heqeten, lukseke mezin be, loma dê çu carî dor neyê serê. Lê belê pêwîstiya me bi xebata li ser helbestê, li ser çêkirina wê heye. Û helbet, edîtoriya baş. Ev ji bo cureyên din jî derbasdar e.  Her bi vê fikrê gava me hejmara ewil ya barhelbestê derxist, hevalê me Miradê Miradan lîsteyeke baş bo xwendinên li ser helbestê jî weşand da ku yên eleqedar berê xwe bidinê, jê fêr bibin.

Vegerim ser kêmbûna eleqeyê,  piştî xalên min li jor diyar kirin, li gor min yek ji sedemên bingehîn yên vê meseleya kêmbûna eleqeyê ew e ku danasîn û reklama pêşbirkê baş nayê kirin. Bi dîtina min haya kesan zêde jê çênabe, heçku pêşbirk bi zorê tê li dar xistin. Dosye gava tên hilbijartin û weşandin jî, ji bilî nirxê manewî yê xelatê tiştek bo kesê xelatgir nayê kirin, ne çalakiyek du çalakî, ne hevpeyvîn, tew de di ser de belavkirina dosyeyan jî problemeke din e. Dosyeyên hatine hilbijartin pê de nabin mixabin. Sermerselê em nikarin van kitêban li pirtûkurdî an jî li kitêpfroşek din yê li Diyarbekirê, Wanê, Mêrdînê bibînin. Her du salên ewil dosyeya min û ya Selamî baş hat belavkirin ya rast, lê piştî wê nebû. Di vir de rexneya min li weşanxane û aliyên din ên kurdan e jî ku di vê meseleyê de tevkariyeke hêja li organîzatorên pêşbirkê nekirin. Sala ewil çend weşanxaneyên kurd, tevî Komeleya Nivîskarên Kurdan ligel Weşanên Evrenselê wekî piştgirên pêşbirkê dixuyan lê paşê yek bi yek xwe jê dan alî. Ev bo me kêmaniyek mezin e, her kes bi serê Arjen Arî û helbestên wî sond dixwe, lê pêşbirka li ser navê wî tê lidarxistin mixabin baş nayê birêvebirin.  

Li ser mesela derengketina dosyeya duyem jî dikarim wiha bibêjim ku xelat wekî barekî giran li ser dilê mirov rûdinê û ji lewre, di ber hezar û yek xem û şayişên kurdbûn û takbûnê de tu bikî nekî amadekirina dosyeyê dereng dikeve, dikeve heta ku li miqabil mirov dibe lat. Vê yekê ez gelek aciz dikirim loma piştî xelatê min xwe mecbur didît êdî bi deng û şêwazeke xweser, tekmîl derkevim, vê yekê kir ku dosye bi kêmanî du salan derengtir derkeve. Axir, barek bû, min ji pişta xwe danî. Niha ez jî hevalên xwe rexne dikim ku wisa xwe sist dikin bo dosyeya duyem.

EMERÎKÊ SIDIQAYÊ: Esilanî eleqeya zimanê kurdî bi tesîra prosesên aktuel û dîrokî ve giridayî ye ango ku civata me hinekî nefes werdigre, vedigere ser meseleyên xwe yên bingehîn, di van meseleyên bingehîn de herî zêde ya bala civatê dikşîne ziman e, ev çend sal e tesîra çewêsandina miletê kurd eleqeya ziman jî kêm kir. Em dikarin bibêjin eleqeyên xebatên çand û hunerê jî bi pêşkeftinên siyasî û dîrokî ve giradayî ne, esilanî  civat organîzmayeke yekgirtî ye gava ji hêlekî xwe ve bikeve tengasiyan, ev rewş li ser hemû hêlên wê yên dî jî tesîr dike. Ji bo me kurdan jî tesîr herî zêde li ser ziman xwe diyar dike, mixabin ev meseleya herî tirsnak dide ber me ev jî asîmîlasyon e, ev çend sal in em zêde asîmîle dibin. (Gotina vê yekê ji me tevan re zor tê, lê rewş jî ev e mixabin.) 

Her ku diçe desthilatdariya zimanê kurdî kêm dibe û ev rewş ziman bê qîmet dike. Gava di nav civatekê de ziman bê qîmet bû helbesta wî zimanî jî bê hêz dibe, berhemên baş nayên nivîsandin. Ez behsa bêhêvîtiyê nakim, ji bo hêviyên meriv pêk werin lazim e hewildanên ji hêviyan zêdetir hebin, dibe ku îsal berhemeke hêjayê xeletê nehat nivîsandin lê helbesteke baş jî tête nivîsandin.

Kêşeyeke dî li gor min ya herî mezin kêmxwendin e, nexewendina berhemên helbestê ye, bêhaybûna helbesta kurdî û helbesta dinyayê ye, berî nivisandinê xwendineke pak lazim e, mixabin ev jî kêm e. Di vê kêşeyê de ez dixwazim behsa du kovaran bikim yek Lewerger e ku hewil dide helbesta dinyayê wergerîne kurdî, ya dî Bar Helbest e ku dixwaze pêşiya helbestkarê cîwan veke û di her hejmara xwe de bi helbestkarekî kurd re heypeyvîn dike, dixwaze helbesta kurdî tevahî bide nasîn. Mixabin nizanim eleqeya her du kovaran çiqas e! Lê tişta ez dibêjim berhemeke helbestê divê piştî xwendineke baş bête çêkirin. Helbest ne tenê rêjandina kela dilê meriv e, di nav cureyên wejeyê de belkî berhema herî zehmet û ji qewlê Borgesî ve karkeriyeke mezin jê re divê, ev kedkarî an karkerî kêm e.

Meseleyeke dî ew e, kêmbûna sazî û dezgehên edebî, ên heyî jî nikarin pêşiya xortan vekin, hewildanên şexsî carna têra afirandina berhemên baş nakin. Divê dorhil an civateke edebî hebe ku helbestkar ji dorhila xwe fêrî helbestê bibe. Ji nîqaş û guftugoyê edebî dûr nesekine.

Ya dî eleqeya zemanê îroyîn e, ku îro edebiyat, helbest, menewiyat zêde bala civatê nakişîne lewra dinya veguherî, ev veguherîna postmodern li ser helbestê jî tesîreke mezin dihêle an em dikarin wiha jî bibêjin di nava vê veguherînê de gelek objeyên biriqandî hene, helbest bête nivîsandin jî di bin şewqa van objeyên dewra dijîtal de di tarîtiyê de dimîne.

Meseleya derengmayîna hazirkirina dosyayê hinekî şexsî ye,  ez dikarim ser xwe bibêjim; yek ji ber tu dixwazî dosyeyeke paktir derkeve, ya dudu hinekî şert û mercê heyata min a şexsî ve giridayî ye, wext an firsend çênebû, îmkanên motivasyon û psîkolojîk carna nahêlin meriv ser dosya xwe bisekine. Dibe dereng bikeve lê ez bi hêvî me hemû xelatgir dê ji vir şûnde berhemên baştir binvîsînin.

MIRADÊ MIRADAN: Belê di serî de ji bo van pirsên te, rexne û nirxandinên te spasiya te dikim. Ez ê ji xwe dest pê bikim û hewl bidim pirsên te bibersivînim. Berî sala 2019an ku min biryar da ez tevlî pêşbirkê bibim, eleqeyeke min a mezin hebû li ser xwendin û nivîsandina kurdî, li gor xwe û zanîna xwe min hin tişt dinivîsin lê min nikarîbû bêjim ev helbest in an jî tiştekî din. Seriyê ewil tişta kir ku ez binivîsim xwendinên min bûn. Helbesta cîhanê bi awayekî ji nêzaketî min dixwend û dişopand. Şairên ku min nas kirin û poetikaya wan wêrekî û zanîneke berfireh li ber min raxist. Helbet wek her berhema ewil ev werekî ligel naşitiyeke kubar kir ku gelek tiştan biceribînin û turikê xwe bi navê helbestê tije bikim. Gava ji min werê pirsîn sebeba ewil ya ku kir ez di pêşbirkê de bi ser kevim çi ye? Dê bersiva min, xwendinên min ên berhemên baş be. Li jor min behsa naşitiyê kir, belê naşîtî serê ewil tişteke xweş e, gava despêkê bi meriv didê avêtin lê piştî berhema ewil derdikeve û zanîna meriv zêdetir dibe êdî qiyma xwe bi berhema xwe ya ewil nayêne û wêrekiya wî ya nivîsandina “metnen” kêmtir dibe ango hin nişmî û  hûrbijer dibe. Dixwaze li berhema xwe ya ewil zêdetir bibe. Belkî jî ji ber ku di berhema xwe ya ewil de hemû tiştên di nava xwe de diverîşê, li bendê dimîne ku werê ser hişê xwe. Ji lewma nivîsandina berhema duyem û derçûna wê derengtir dikeve û zortir dibe. Sebebek din jî bi min girêdayî xwendin, xwedîderketin û eleqeya li hember wan berhemên ewil e. Kesê ku di pêşbirkê de bi ser dikeve, belê pirtûka wî çap dike lê piştî wê rewş ewqas nebaş e. Çi ne ev nebaşî? Reklam û danasîna wê berhemê, belavkirina wê, hevpeyvîn an ropartaja bi helbestkar re bi awayekî bi rêkûpêk û têr nayê kirin. Erê pirtûk çap dibe lê nagihe armanca xwe ya esas û helbestkar motivasyona xwe ya nivîsandinê winda dike û belkî jî lewre berhemek din dereng dikeve an jî hêç dernaçê. Jixwe kesek û navekî nû ye tevî van neyênî û kêmasiyan yekcar paşguh dibe. Hêviya min ew e ku ji bo nasîna şair û berhema wî weşanxaneya ku pêşbirkê li dar dixe bêhtir danasîn û belevkariyê bike, gotûbêjan li dar bixe û hwd. Mixabin kêmasiya van tiştan di her sal û pêşbirkê de em dibînin. Ji bo pirsa te ya “çima kêm berhem tên?” jî bi kurtasî dixwazim wiha bibersivînim: Bi min ciwanê me beyî ku xwendin û xebatek berfireh bikin radibin dinivîsin, zêde guhê xwe nadine dengên kûr ên helbestê. Tenê ji bo ku tu bêjî pirtûkeke min heye û ez şair im tu nikarî bibî şair û ya tu dinivîsî jî ne şi’r e . Spas dikim bo vê fersenda cenabê te.

SUAT BARAN: Helbet her însan ji hev cuda ye, her însan motivasyonek, armancek, xeyal û heyateke ji hev cihê heye. Xelatgirtina Arjen Arî wan kesan nake ku heman tiştan hîs bikin, heman xeyalan bijîn, bi heman arezûyan bikevin li nav qada edebîyat û jiyanê.  Ji ber vê ez ê tenê qala nêrîn û tespîtên xwe yên şexsî bikim ku dibe xelatgirên din cihê bifikirin. Lê ji hêla din jî ez bi xwe nêzî 20 salan e di nav bazara edebiyatê de me wek wergêr û nivîskar, dibêm vê yekê jî têsîr li ser fikr û şiroveyên min kiribe. Bi min bersiva vê tiştê, ku çima kêm kes serî li xelatê didin, çima ewên xelat girtîn di qada helbestê de berdewam nînin, dibe ku ji heman çavkaniyê be: rewşa bazara edebiyata kurdî, kêmeleqeya xwendevanan ji bo berheman hwd. Ser meselê, dema min xelat girt ji gelek ciyan xwestin bi min re hevpeyvînê bikin li ser fikr û ramanên min, hem li ser xelatê, hem jî ser helbesta min û ya edebiyata  kurdî. Eleqayeke xweş, bo min motivasyonek cihê jî bû. Min digot wê gelek kes kitêbê bixwînin. Lê hema bû sê sal piştî derketina kitêbê, ne rexneyek min dît li ser hatiye nivîsîn ku bibe nîşaneya xwendina wê, ne jî rastî niqaşekê hatim ku bêjîm ew eleqeya piştî xelatgirtînê min dît ne eleqayeke magazînel bû. Wê tiştê nîşanî min da ku di bazar û piyaseya kurdî de arezûyek bi eşq heye ku bila her tim kitêb bên çapkirin, her kes bi kurdî binivîse lê neyê xwendin jî dibe, an jî kêm were xwendin. Yanî qesda min ew e heyecana li ser xelatê tê nîşandan kêm caran an jî hema qet ji bo derketina berhemên xelatê nayê nîşandan. Xelat û berhem teqez tên jibîrkirin, ta ku sala bê, heta encama pêşbîrka nû bê diyarkirin. 

  Helbet li ser qada civakî hewldanên ji bo berhemên xelatgiran çêdibin lê axirî ew jî mixabin ne bi saya naveroka berheman lê bi saya têkiliyên şexsî yên xelatgiran pêk tên. Bila şaş neyê famkirin;  ew  hema tenê meseleya berhemên xelatê nîne, dibe ku ya hemî bazara edebiyata kurdî be; ku min bi xwe jî bi salan heman gazind û axîn ji nivîskar û helbestkarên cihê bihîstine. Helbet bi van peyvan, qesda min li vir ne gazindeke şexsî ye, bêtir tespîtek e li ser kêmbeşdarbûna xelatê û kêmberhemdayîna xelatgiran. Axirê ew rewşa hanê dibe ku bibe motivasyona sereke hem ya xelatgiran hem jî ya beşdarên nû yên xelatê…  

BAHADÎN AKHAN: Bi min pirsên te giring in û divê meriv vana, çawa te gotî, di zemîneke wisakîna de nîqaş bike ku meriv heqeten bigihîje armancekê. Hekena hema em ê tenê xwe li ber barana wan şil bikin. Ez jî bi te re, divê em bi vê meseleyê, hem xwe hem jî hinek kes û derinan sil bikin. Aciziya me bira nebe encama aramiyê, berevajî, bira bibe sebebê wê. 

Te sê pirs kirine. Yek, çima eleqeya me ji bo pêşbirkê kêm bûye? Dudu, çima dosyayeke baş û pak nehatiye? Sisê, çima şairên xelatgir seva dosyeyên duduyan xwe hinde egle dikin? 

Hema ez kurt lêxim: Eva yazdeh sal in Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî heye, neh dosyeyên xelatgir hene. Bi min eva ji bo edebiyata kurdî tiştekî gelek baş bû, her wisan ji bo kesên xelatgir jî. Lê eva nayê wê wateyê ku ew dosye, berhemên herî baş ên edebiyata kurdî ne. Divê milet pêşî vê yekê fam bike. Ev ceribandinek e. Hin kes xwe di vê pêşbirkê de diceribînin; hunera xwe, wêrekiya xwe, kesayetiya xwe diceribînin. Baş an jî xirab qebûlek çêdibe û tê hêvîkirin ku pêşbirk bigihîje armanca xwe. Bi min dosyeyên xelat girtine gelek baş in lê yên herî baş nînin. Jixwe ku yên herî baş bin ew çax divê em êdî pêşbirkê li dar nexin. Rind dizanim, bi van dosyeyan ruhekî terr û teze li rehên helbesta kurdî geriya. Li temenên wan xelatgiran binihêrin, hemû ciwan in. Nexwe bi rihetî dikarim bibêjim ku wana ruhekî ciwan pifî laşê helbesta kurdî kirin. Jixwe bedenek hebû, ruhek tê de digeriya, lê wan ew ruh teze kir. Ev ne pesindaneke reqerût e, kesî ev yek nekir, wan kir, loma ez dibêjim. 

Salên destpêkê eleqeyeke zêde li beramberî vê pêşbirkê çêbû. Navê Arjen Arî hebû li holê. Yên ku serî lê didan dixwastin bibin wek wî. Me hê şîna wî digirt, kela dilê me venemirîbû. Te dî li ba me edetek heye, divê tu çeka bira, xuşk û hevalê xwe li erdê nehêlî, loma ciwanên terecan didin dû hev, tev li agirê şoreşê dibin. Aha ew kesên ku serî li pêşbirkê dixistin jî bi niyeteke bi vî rengî beşdar dibûn. Wana digot gerek e em qelema Arjen Arî li erdê nehêlin, ew dîwarê ku wî lê kiribû berztir bikin. Heta radeyekê ev yek pêk jî hat. Lê bi demê re eleqeya me kêm, qelema me ko bû. Binêre, paralelî hev in; eleqeya ciwanên kurd a li hemberî çeka xuşk û birayên wan jî kêm bû, eleqeya ciwanan a li hemberî qelem û helbesta Arjen Arî jî kêm bû. Baş e çima wiha bû? 

Bi min rêvebiriya seqet, a tim û daim xetayan dike, ya ku qontrola xwe ji dest daye, ya ku tenê ji bo bike tiştinan dike bûye sebebê vê yekê. Ruhêkî mezin ê ciwaniyê hebû, lê bi polîtîkayên sext û sexte ew ruh hate keritandinê. Kes naxwaze tu tiştî bike. Sersedemên vê yekê elbet hene, lê li şûna ku rabin rexneyan li xwe bikin, kêmasiyan telafî bikin, radibin heftê xwe li ser heştê meriv dixin. Eynî tişt ji bo pêşbirka helbestan jî derbasdar e. Eva çend salên dawî ne hema bêje 5-6 dosye tenê serî lê didin. Lê ew jî bi rêvebiriyeke xemsar, a ku tenê ji bo bike dike, ango dide seva xatiran, her ku diçe kêmtir dibe. Evrensel Basim an jî Weşanxaneya Sor êdî pêşbirkê tenê dide seva xatirê rehmetî Arjen Arî, loma çêdike. Çimkî weşanxaneyê bi xwe eleqeya xwe ya pêşbirkê ji dest daye. Lewra dawiya dawî weşanxaneyek e ku ji sedî 80yî zêdetir bala wê li ser tirkî ye. Xêncî berhemên xelatgir, yên Arjen Arî û belkî çend hebên din berhemên wan ên kurdî tunene. 

Lê bi min di vî warî de ji Weşanxaneya Sorê bêhtir berpirsiyariya weşanxaneyên kurdî yên mayin ciyê nîqaşê ye. Her çi be jî Evrensel Basim-Weşanên Sor vê pêşbirkê didomîne, lê weşanxaneyên din çi qas piştgiriya vê yekê dikin? Her sal Weşanxaneya Sor bang dike ji sazî û dezgehên kurdan re, seva xwedî li pêşbirkê derkevin. Lê mixabin. Tiştekî zehmet nîne, pêşbirk pir hêsanî dikare bê organîzekirin. Rûspiyên me yên edebiyatê dê bi dil û can teklîfatiya juriyê qebûl bikin. Jixwe xelateke maddî nayê dayîn, tenê berhem tê çapkirin. Eger reklameke baş bê kirin ew berhem ji bo weşanxaneyê jî dibe qezenc. Lê nizanim çima ev pêşbirk hinde bêxweyî ye. 

Pirsgirêka Weşanxaneya Sorê ya mezin ev e: Weşanxane, ji bo pêşbirkê çend kesan ji bo juriyê hildibijêre, tenê nûçeyekê ji bo rêzik û qaîde û dîroka serlêdanê belav dike, dûre deng ji wan dibile. Heta dosyeya serkeftî eşkere dibe, ku hema bêje salek ser re derbas dibe. Helbet eleqeya li hember vê pêşbirkê dê kêm be. Ji bo li rojevê bihêle, hema bêje qe nacehdîne. Teşwîqek tuneye, bernameyek tuneye seva dosye zêde bibin, dosyeyên baştir bên ber destê wan. Ê ka çawa bû, ma ne armanca pêşbirkê ew bû ku helbesta kurdî berz bike? Nexêr ji bo vê yekê rêbazên durist nayên tercîhkirin. Carekê du caran weşanxeyê bernameyên baş li ser helbesta kurdî û li ser helbest nivîsînê çêbikira dê ji bo pêşbirkê baştir nebûya qey? Hema qe nebe bêhtir dêhn û bala xwe bidana ser kurdî. Weşanxane dikare bi tehrekî şirîkatî, van bernameyan li dar bixe, eleqeyê zêde bike, lê nake. Divê meriv vê yekê ji wan bipirse, çima nakin. 

Her wiha weşanxane ji bo dosyeyên serkeftî tu bernameyekê jî çênake, reklama berhemê hema bêje nakin. Heta, hetanî berhemê ji bo firotanê derdixin bazarê milet ji bîr dike ka kîjan dosye bi ser ketibû. Loma dibêjim tenê ji bo bikin dikin. Ji ber van yekan eleqeya şairan a li hemberî pêşbirkê kêm dibe. Ya rastî xêncî her du salên ewil, hema bêje piştî 2015an rêjeya dosyeyan kêm bûye. Dema şerê xendeqan e ne wisa? Loma dibêjim, me hem li kolanan hem jî li edebiyatê nifşek qetil kir. Nifşekî ciwan. Em loma bi ser xwe de hilweşiyan, me destê  xwe ji her tiştî kişand. Ji ber çi? Tenê ji ber biryarên xelet, kiryarên nelirê. Piştî 2015an heta niha ji 9an bêhtir dosye neçûne pêşbirkê. Çimkî eleqeya me ya li helbestê jî kêm bû. Li gorî min, eger polîtîkayeke te ya baş tune be, poetîkayeke te ya baş jî çênabe. Nivîskar û şairên kurd heqeten berxwedêr in, her carê ji sifirê dest pê dikin, asta xwe tînin derekê, lê di carekê de tiştek diqewime tevşê wan dişkînin, aşê wan dihedimînin. Siyaseta me hema bêje qe aliyê edebiyata me nake. Heta siyaseta me li ser pişta edebiyata me bar e. 

Ez werim ser pirsa te ya duduyan, çima dosyayeke baş nayê ber destan. Ji bo meriv bikaribe dosyayeke baş derxe holê divê meriv bi tiştên baş re rabe rûnê. Edebiyat warekî bi qaîde ye. Pîvanên dosyayeke baş jî bi lêhûrbûna edebî tê bidestxistin. Çawa min behs kir, seva meriv bikaribe dosyayeke baş derxe holê, divê meriv dosyayên baş bixwîne, wan dosyayan baş jî binirxîne. Aha em li vir diniçînin ruhê reqabetê, pêşbaziyê. Meriv bi tiştekî baş re nekeve nav qayîşkêşanê, neşê tiştekî baştir jî derxîne holê. Li edebiyata me, seva nirxandina berheman, hin pîvanên pirr besît hene. Divê bi xwendinên rexneyî ev pîvan biguherin. Xwendinên kûr ji me re lazim in. Seva vê jî bername û atolyeyên nivîsandinê, dibistanên rexneyê dikarin bên avakirin. Lê em her tiştî bi tena serê xwe dikin. Loma dibe ku kêmasî peyda bibin. Dam û dezgehek, sitarek tune ye ku herinê û bi kêmasiyên xwe re rû bi rû bimînin.  

Herwiha bi min pirsgirêkeke edebiyata kurdî a din jî heye; edebiyata kurdî jî mîna siyaseta kurdî û jiyana kurdewarî pirtî pirtî bûye. Li edebiyata me jî hinek kes hene li hev kom bûne û mîna partiyekê tevdigerin. Ji bo tu di edebiyata kurdî de cî bigirî divê tu îcazetê ji wan werbigirî, di partiya wan de bî û pesnê poetîkaya wan bidî, ku gelek caran poetîkaya wan jî mîna polîtîkaya wan xumam e. Bi min ev yek kesên ku nû dest bi kurdî kirine demoralîze dike. Pê re pê re wan ji kurdî sar dikin. Hizr û poetîkayeke pirr resen heye li ba şairekê/î lê ew berî dosyeya xwe biweşîne hezar carî li ser berteka giregirên heyî difikire. Ji tirsa mafyayên edebiyatê newêrin dosyeya xwe derxin renkayiyê. Çimkî ew mafya dê ambargoyekê daynin ser wê/î. Weşanxane dê berhemên wan çap nekin, partiya filankesê dê xwendina berhemên wê/î li xwe û li murîdên xwe qedexe bike. Her cara behsa wê berhemê bê kirin, ew TheGrandfatherê edebiyatê, dê di nav cimaetê de lêv lopirê xwe daxe. Ev yek nahêle dosyeyên baş derkevin holê. Yên ku derketine holê jî an tên serindakirin an jî tên sekesizkirin. Tenê endamên partiyê pesnê hev didin, berhemên hev dixwînin. Te dî edebiyateke çiqas ecêb e, her ku diçe di nav du rengan û du dengan de diherişe. Eynî mîna siyaseta me. Çi xweş digo Bro Omerî, ne: “Du şervanên min ên çê, kenê guran bi wan tê.”

Ez werim ser pirsa te ya sisiyan. Bi min şariên xelatgir rind dikin xwe egle dikin seva dosyeya duduyan. Ez dibêm qey, em neh kes fenanî hev difikirin, piştî ku em xelatê distînin em vê yekê ji xwe re dibêjin: “Aha teze gera min dest pê kir.” Yanî, piştî me xelat hilda me negot hitûm mitûm em bi ser ketin û hew. Em teze teze li poetîkaya xwe digerin. Di nav sêla zemên de dipijin. Loma em rind dikin ku ecele nakin. Mîna hinek nivîskar û şairan em jî rabin salê du berheman çap bikin ew çax pizepizeke wisa wê ji me here, ku qet ne bixêr e. 

Herwiha, di vî warî de ne Weşanxaneya Sor, ne jî weşanxaneyên kurdan yên din piştgiriya me dikin. Haya kesî ji me nîne ka em bi çi re mijûl dibin, ser dosyeyên çawa dixebitin. Ne ew dipirsin, ne em dibêjin. Binêre ez çak dizanim ku derfetên weşangerên me pirr kêm in, lê ji bo ew bikaribin tiştine baş derxin holê divê ew jî li tiştên baş bigerin. Weşangerên me ji xwe re ofîsekê vedikin, ser kursîkî rûdinên û li bendê ne ku milet dosyeyan ji wan re bişînin. Ma tenê wisa dibe? Divê ew jî li nivîskarên baş bigerin, piştgiriya wan bikin. Ez dibêm qey dema dosyeyeke baş tê ber destê weşangerên me serê pêşî ziravê wan diqete. Dû re eger ji derekê sponsorekê bibînin bêhna wan fireh dibe. Ev rewşeke kambax e ji bo me. Ger dê hebûya me padişahek, layiq bidiya Xwedê kulahek, teyîn bibûya ji bo wî textek, zahir vedibû ji bo me bextek. Ev hemû dibin sedem ku em dereng bixin. Yehya dosyeya duduyan çap kir, siheta wî xweş, lê ez bawer dikim di tûrikê yên mayîn de jî têra berhemekê helbest hene. Tenê ew jî benda zemanê xwe ne. Li gorî şert û mercên xwe belkî ew hêdî dijîn. 

Lê ez vê bêjim, ez bawer im pêşbirka helbestan ji bo me û ji bo edebiyata me bû qezencek. Tenê divê em li ser rê û dirban biramin ka em ê çawa vê mezintir bikin. Heta meriv li ser pêşbirkên din jî bifikire çiqas rind dibe. Carekê Pirtukakurdî tişteke baş kir, lê ew jî bi carekê man. Wan di sê kategoriyan de xelat dida; hem berhem hem jî xelateke madî didan. Lê digel vê ew jî xwedî li berhemên xwe derneketin, pêşbirkê dewam nekir. Pêşbirk ji bo teşwîq û tercîha kurdî rêbazeke baş in bi min. Lê inyata me di vî warî de nîne. Bi min meriv nede seva xatiran, bi tehrekî profesyonel pêşbirkan amade bike gelekî baştir dibe. Hêvî dikim di demeke nêz de hejmara pêşbirkan zêde bibe, ew eleqeya me ya bi xeletiyên polîtîk têk çû bi serfiraziyên poetîk li me vegere.