Zemîna edebîyatê gava nivîs û xwendevanê xwe digihîne hev du ji bo nasnameyekê jî dibe çavkanî. Ji bo xwendevanên xwe carna dibe çavkaniyeka eşkere carna jî dibe çavkaniyeka veşartî. Fikra metnê ya polîtîk her çi be der tê û dikeve nav ruhê mixatabê metnê. Wê gavê edebîyat yan dibe perçeyeka çîroka nasnameya xwendavanan yan jî dibe perçeyeka çîroka windabûna xwendevanan.
***
Nasname him ji bo miletekî him jî ji bo kesekî pirsa “ez kî me”yê dibersivîne. Zemîna ku hebûna me xwe lê ava dike nemummkun e bêyî hêmayên nasnameyê bê fêhmkirinê. Cûdabûn û nêzîkatiyên me û yên din rasterast îmge û nîşaneyên nasnameyê ne. Têgeha nasnameyê têgeheka evqas navendî û giring e hema bêje em temamî temsîlîyeta civakê û taybetîyên civakê tê da dikarin bibînin.
Nasname di nav pêvajoyeka dîrokî da ava dibe, kamil dibe, vediguhere û aîdîyetên duh bi awayekî dînamîk neqlî îro dike. Ji ber wê jî nasname û hêmayên ku nasnameyê temam dikin zindî ne. Nasname bi civakê ra dijî û hebûna xwe didomîne. Helbet di vê pêvajoyê da hin tişt di avakirina nasnameyê da rol digêrin. Weke dîrok, rabûn û rûniştandina civakê, siyaset, bawerî, aborî, huner û edebiyat. Dibe ku ji bo kurdan, edebiyatê qasî hêmayên din tesîr nekiribe, lê belê mînakên dinyayê girîngiya rola edebiyatê nîşanî me didin. Di avakirina nasnameyê da rastiya edebiyatê ya ku girêdayî rastiya civakê ye roleka mezin dide nivîskar û kitêban. Weke sazîyeke edebiyat him veguhertina civakê qeyd dike, him jî hewl dide hin veguhertinên din bike. Edebîyat yanî “rojnivîska neteweyan” [1] têkiliyên me yên bi duh ra jî pirsgirêkên me yên îro ra jî û hêviyên me yên siberojê ra jî heman eleqeyê nîşan dide. Ji ber wê jî di vê serdema modern da edebiyatê mîsyona avakarina nasnameyan jî girtiye.
Piştî van gotinên têkildarî nasname û edebiyatê ez dixwazim li pey hêmayên nasnameyê yên kitêba Seherê ya Selahattin Demirtaş bikevim. Kitêb sala di 2017yan da bi Tirkî derket pişt ra ji bo gelek zimanan hate wergerandinê. Helbet wergera Kurmancî jî di nav wan wergeran da benda dora xwe sekinî. Halîhazir wergera Kurmancî li ber destan e. Seher kitêbeka çîrokan e û ji 12 çîrokan pêk tê. Nivîskar kitêba xwe dîyarî hemû jinên kuştî û mexdûr kiriye, lê naveroka çîrokan, kuştin û mexdûriyet jî di nav da qala gelek meseleyên din dike.
Nivîskar di çîrokên xwe da weke mekan carna girtîgeh, metropol û bajarên Tirkiyeyê, di hin çîrokên xwe da jî bajar û gundên Kurdistanê hilbijartiye. Çîrokên ku qala pirsgirêkên kurdan dikin bi xwe ra qala hêmayên nasnameya kurdbûnê jî dikin, piranî li mekanên weke girtîgeh, gund û bajarên kurdan derbas dibin. Çîroka ewil ya Mêrê di Hundirê Me de bi xêra du çivîkan him qala zimanê ku ji zaroktiya hepsiyan da maye dike him jî qala keda jinan dike. Ziman weke hêmayeka sereke ya nasnameyê di vê çîrokê da ne di navbera hepsî û gardîyanan da, lê belê di navbera hepsî û çivîkan da dibe amûreka hevbeş. Lê em li mekanên weke metropol û bajarên Tirkan rastî meseleyeka mîna “meseleya zimên” nayên. Gava çîrok ji mekanên Kurdistanê dertên berê xwe didine problemên aborî, civakî, însanî û çînî. Problemên kurdan yên bi xwe ra qala hêmayên nasnameyê dikin reng û dûriv diguherînin û dibin problemên şêniyên Tirkiyeyê (piranî çîrokên jinan in, lê çîrokên mêran jî heman rewş e).
Çîroka Silav li Wan Çavên te Yên Reşbelek weke çîrokeka du ling diherike. Lingek li gundekî Kurdistanê, lingek jî li bajarekî tirkan e. Gava xwendevan bûyerên gundê Kurdistanê dixwînin rastî Berfînê tên. Berfîn di emrekî biçûk da çûye çiyayan. Lê gava çîrok derbasî bajarê tirkan dibe, mijar dibe Cemîl û Huseyîn, pirsgirêk jî dibe kedkarên zarok û neheqiyên li wan dibin. Helbet nasnameya nivîskar bibe nebe di çavê xwendevanan da mîsyoneka din jî li nivîskar û çîrokan bar dike. Weke mîsyona qalkirina problemên civaka xwe. Lê nivîskar ji wê mîsyonê bêtir mîsyona qalkirina problemên erdnigariya Rojhilata Navîn girtiye ser xwe û çîrokên xwe ser wê prensîbê ava kirine. Weke çîroka mexdûrên şerê Sûriyê ya bi navê Ezmeya Helebê û zarokên penaber yên mexdûrê vî şerî û çîroka bi navê Gulperîyê. Çîroka herî zêde fikr û mîsyona kitêbê dide der çîroka Nazoya Paqijvan e. Nivîskar bi devê karektera xwe ya jin û bi sa ya mijara wê panoramayeka Enqerê lê weke ya Tirkiyeyê pêşkêşî me dike. Nazo ji ber xizaniya xwe dev ji dibistanê berdide û diçe paqijiya dewlemendan dike. Bavê Nazoyê jî kedkarek bûye lê ji ber şertên kar yên neewle miriye. Feqîrîya ku bi salan dewam dike weke temsîlîyeta jiyana tebeqeya kedkaran e.
Nazo keseka polîtîk nîne, tenê li pey nan û rizqê xwe ye. Rojekî rastî xwepêşandanekî tê û çawa dibe ev jî di nav xwepêşandanan da dimîne, birîndar dibe û axir dikeve hepsê. Gava xwendevan wan bûyeran dixwîne bûyera bi çavê Nazoya paqijvan û kedkar dixwîne. Nazo mirovahiyê dike du cure: Yên ji taxa me (yên feqîr/mexdûr) û yên taxa din (yên nemexdûr). Ev du cure kes û taxên wan gorî kar û perwerdeya wan naguhere, gorî nêrîna Nazoyê diyar dibe. Kesên ji ber xwepêşandanan hatine girtinê, lêdan xwarine û bûne mexdûr û kesên li wan xistine, ew girtine avêtine girtigehê jî carna dibin şêniyê heman taxê. Gotina Nazê “ne ji taxa me ne, lê ji me ne” [2] fikra kitêbê û çîrokan zelal dike.
Çîrokên weke mekan yên dûrî Kurdistanê li ser mijarên hêmayên nasnameyê bêtir li ser problemên hevbeş yên hemwelatiyên Tirkiyeyî disekinin. Mesela di çîroka Ah Asumanê da karakterê me di navbera Stenbol û Amedê da diçe tê. Geşedana çîrokê li Stenbolê weke çîrokeka evînê diherike li Amedê jî mijar dibe xwepêşandan û mehkemeya xwendevanekî. Çîroka ku navê xwe daye kitêbê, di çîroka Seherê da helbet nivîskar qalajinan û qala nêrîna civakê ya beramberî jinan dike. Seher tenê jin e, ne kurd e ne jî tirk e. Bav û birayên ku Seherê bi girî û xemgînî dikujin, ew jî tenê mêr in. Nivîskar gava qala probleman dike, problemên aborî û civakî weke problemên hemû kesan be tîne ziman. Ev problem yên hepsiyan, yên polêsan, yên jinan yên mêran, yên bajariyan û yên gundiyan in. Helbet vê demê em di çîrokê da şopa hêmayên nasnameyê winda dikin û di nav problemên giştî da qibleya xwe ji nasnameyê dizivirînin problemên aborî û tebeqeyî.
Axir nivîskar her du çîrokên xwe yên dawî da ji bo kurd û tirkan weke mizgîniyekî çend karekterên ku qîmetê didine erd û xwezayê diafirîne. Di çîroka Hisabdîtina Ligel Dê da Bêkes li kêleka Dicleyê xeyalê bav û apê xwe pêk tîne, di çîroka Mîna Dîrokê Tik û Tenê da jî Nermîn li gundê Fenîkeyê qîmetê gotinên bavê xwe fêhm dike.
Helbet xweza bênasname ye, lê xwezaya ku bi salan e hatiye dagirkirinê bênasname nîne, zêdetir di bin mija mirovên vê erdnîgariyê da ye. Weke xwezaya Kurdistanê. Karekterên çîrokên mekanên Kurdistanê navê wan Berfîn û Bêkes, lê karekterên mekanên metropol û bajarên Tirkiyeyê navê wan Seher, Kader, Cemil û Pınar e.
Edebîyat tenê encama endîşeyên edebî nîne. Mixatabên wê jî tenê ji bo zewqeka edebî naxwînin. Zemîna edebîyatê gava nivîs û xwendevanê xwe digihîne hev du ji bo nasnameyekê jî dibe çavkanî. Ji bo xwendevanên xwe carna dibe çavkaniyeka eşkere carna jî dibe çavkaniyeka veşartî. Fikra metnê ya polîtîk her çi be der tê û dikeve nav ruhê mixatabê metnê. Wê gavê edebîyat yan dibe perçeyeka çîroka nasnameya xwendavanan yan jî dibe perçeyeka çîroka windabûna xwendevanan.
Çavkanî
[1] Gregory Jusdanis, Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür (wer. Tuncay Birkan) Metis, İstanbul, 1998.
[2] Selahattin Demirtaş, Seher (wer. Rêdûr Dîjle) weşanên Aram, Diyarbakır, 2018.