Çalakîya ‘Gotûbêjên Sînemaya Guhêzbar: Nîgaşên Jinên Kurd’ tê lidarxistin

25/08/2023

Çalakîya ‘Gotûbêjên Sînemeya Guhêzbar: Nîgaşên Jinên Kurd’ li Farqînê tê lidarxistin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MEDDER) li ser hesaba xwe ya Xê ragihand ku ew dê çendîn kurtefîlm, belgefîlm fîlmên dirêj ên kurdî nîşan bidin.

Projeya nîşandana fîlman a Nîgaşên Jinên Kurd bi piştevanîya CultureCivicê tê birêvebirin. Herwiha MEDDERê diyar kirîye ku piştî nîşandana fîlman dê derbarê temsîlên di sînemayê da atolyeyek jî bê lidarxistin.

Nîşandana fîlman û atolyeya temsîlan taybet ji bo jinan e û bes jin dikarin beşdar bibin.

Çalakî dê 27ê Tîrmeha 2023yan, saet 15:00an li Farqîna Amedê pêk bê.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Jinên kurdan ji kîjan xwarinan hez dikin?

Weşana paşê

Ji dewlemendan 5 rêyên dewlemendbûnê

Te hay ji vê heye?