Bîranînên Şehkirî

Xaltîka berfê bi tena serê xwe du keç mezin kiribûn û bi firê xistibûn. Piştî ku her du ketin zanîngehê berê xwe dane Stenbolê, yekê beşa Bijişkî yekê jî ya Parêzerî  dixwend. Hefteyê rojekê li dêya xwe digeriyan, ji roja dest bi dibistanê kiribûn nehatibûn serdana dayika xwe. Xaltîka Berfê bi halekî xerab her du keçik ji bo bibin xwende karê dirûnê dikir, cil û berg didûritin, kirasên her kesî li bejn û bala wan diediland lê kirasek ji bo jiyana xwe nikaribû bidûrita.

***

Bîranînên wê li ser qermîçekên rûyê wê nexşeyek çêkiribû, dema dikeniya jî mirov li kenê wê hayil nedibû, di taldeya kenê wê de dilekî şikestî hebû… Ji mala wê bêhna tenêtiyê dihat, eyneyeke şikestî li dîwarê ber nivînên wê hebû, her sibeh dema ji xew radibû ewil li wê eynikê dinihêrî, porên xwe yên wekî berfa çiyayê sîpanê sipî bi şehê xwe yê zîv şeh dikir û carê şehê xwe di tasa avê ya li ber xwe dadikir.  Av ji nav şehê wê diherikî nav têlên porê wê û wekî dilopên li ser pelê darê digindirî ser kirasê wê. Şeh di nav porê wê de ma, awirên wê li derza eynika wê ket, rûyê keça wê Şîlanê û Perî hat ber çavê wê, dema sibehê beriya dibistanê porê wan şeh dikir bi kelecan ji dayika xwe re behsa xeyalên xwe dikirin, dayika wan guhê xwe dida wan û porên wan, xeyalên wan bi destê xwe dinixûmand, li xeyalên wan xwedî derdiket dayika wan, nizanim çend dayik li xeyalên keçên xwe xwedî derketine heta niha? 

Ji nişka ve dengê pisîka wê hat xuya ye birçî bibû bi dora xwediya xwe ketibû, Xaltîka Berfê navê pisîkê kiribû Sebrê, jê re bibû wekî hevalekê, tenêtiya xwe bi wê re parvedikir. Sebrê şeveke zivistanê deriyê hewşa xaltîka Berfê vekirî dîtibû, bi rojan birçî mabû kesî pariyakî xwarinê nedabûyê, li ber baranê şil bibû, hestiyên canê wê ji zeîfbûnê dihat jimartin. Şeva Sebrê xwe li deriyê vekirî xist, Xaltîka Berfê dîsa li ber paceya xwe li benda keçên xwe bû, dengekî wekî nalîna nexweşan hat guhê wê, dema meraq kir û serê xwe rakir, çav pisîka reben ket, agir bi kezeba wê ket, rabû xwarina di dolabê de kir tasekê, pisîk anî hundir, bi xewliyê ew ziwa kir û jê re cîhekî germ çêkir û xwarina wê danî ber. Pisîkê wekî bêhişa xwarina di tasê de dixwar. Xaltîka Berfê hinekî bêhna wê fireh bibû bi hatina vê mêvanê, çavên wê li tevgerên pisîkê bû. Pisîkê piştî xwarina xwe xwar berê xwe da xwediya malê û serê xwe danî ser çongên wê. Hatibû ji bo mazûvaniya vê jina dilrehm spas bike, Xaltîka Berfê destê xwe li ser serê pisîkê gerand, ne niyeta pisîkê hebû careke din ji wir biçe û ne jî ya xaltîka Berfê, di wê şeva sar de, hatina pisîkekê mal germ kiribû. Carna pisîkek jî dikare di jiyana mirov de, ji me re bibe hêviya jiyanê ji xeynî mirov û xeyalan… 

Tavê berê xwe bi ezmanan vekiribû, ezmanê şîn bi tîrêjên rojê hatibû xemilandibû. Sibehên havînê yên hênik, bayê çiyayan xwe li nav kuçe û kolanan dixist û pelên daran dikir xuşexuş tû di daran ve xilxilîbûn, bi hatina bayekî tûyên sistbûyî xwe ji darê berdida. Dema kesek ji ber wê darê derbas dibû an tûyek li serê wî/wê diket an jî solên wan bi erdê ve dizeliqîn ji ber tûyên weşiyayî. Sebrê zû ve hişyar bibû, çibû ber serê xaltîka Berfê ji bo ew jî rabe ser xwe, ev demek dirêj bû dengê tu kesî ji mala wê nedihat, pisîkê mala wê şên kiribû. Zengila derî lê da, Berfê bi liv û tevgerên hêdî ji nav cihê xwe derket û berê xwe da derî, cîrana wê Gulîstanê sibehê nanê tenûrê çekiribû, yek ji wê re jî anî bû. ‘’ Xanima jêhatî xwedê ji te razî be, destê te sax be, ka bisekine ez têm, adeta xaltîka Berfê bû di bin başî û mineta kesî de nedima, çû tasek anî, 6 heb hêkên gundan xistinê û da cîrana xwe Gulîstanê, her hefte jê re ji gund hêk dihat. Piştî Sebrê û Xaltîka Berfê taştêya xwe xwarin, dengê zarokan ji kuçê dihat. Kuçe û kolanên li ber malê ji zarokan re bibû sitargeh, Pisîk û xwediya xwe jî tejika xwe avêtibûn ber derî û ji dûr ve li zarokan dinihêrîn. Xaltîka Berfê ji xeynî xwarin vexwarin û raketinê di nava rojê de, jiyana wê di nava biranînan de derbas dibû. Şîlan û Perî her du keçên wê dema biçûk bûn ew jî li ber deriyê malê dilîstin, dengê wan wekî çivîkên li ser darê li kuçeyê olan dida, ev dengê bextewariyê bû ji bo Xaltîka Berfê, wê jî li malê karê xwe dikir û berêvarî li hêviya zarokên xwe dima ku werin ser sifreyê û xwarina xwe bixwin. Ew hertim li benda hinekan dima da ku pergala malê xera nebe, lê ne kes li benda wê ma ne jî hatin cem wê. Dema Şîlan û Perî hatibûn dinê bavê wan ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû, Xaltîka berfê bi tena serê xwe du keç mezin kiribûn û bi firê xistibûn. Piştî ku her du ketin zanîngehê berê xwe dane Stenbolê, yekê beşa Bijişkî yekê jî ya Parêzerî  dixwend. Hefteyê rojekê li dêya xwe digeriyan, ji roja dest bi dibistanê kiribûn nehatibûn serdana dayika xwe. Xaltîka Berfê bi halekî xerab her du keçik ji bo bibin xwende karê dirûnê dikir, cil û berg didûritin, kirasên her kesî li bejn û bala wan diediland lê kirasek ji bo jiyana xwe nikaribû bidûrita. Sal derbas bûn Şîlan û Perî zanîngeha xwe xelas kiribûn û berê xwe dabûn bajarê dayika xwe. Êdî jiyanek aram û xweş li pêşiya dê û keçikan bû, dema her du keçik gîhaştin ber deriyê malê qerebalixiyek dîtin li dora malê, xofek ket dilê wan bi lez û bez xwe avêtin hundir. Dema ketin odeya dêya xwe, dêya wan li ser nivînên xwe, betaniyek gulgulî avêtibûn ser wê pisîka wê Sebrê li ber serê wê veketibû, şîna xwediya xwe bi tena serê xwe digerand. Keçên wê jî li ber deriyê odeyê bi qêrîn û hawar xwe avêtin ser dêya xwe…

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir