Sevda Çoban: Hewl didin birînên hinekan bipêçin

Sevda Çoban: Hewl didin birînên hinekan bipêçin
Sevda Çoban: Hewl didin birînên hinekan bipêçin
Qesîm Etmanekî
  • 21 Nisan 2023 17:39

Şaredarîya Mezin a Stenbolê li Qada Beyazitê Bazara Hevgirtinê ji bo mexdûrên erdhêjê organîze kiriye.

Ev organîzasyon ji hêla şaredarîya mezin ve 17ê Adarê dest pê kiriye û îro jî roja dawîyê bû.

Di vê çalakîya alîkarîyê da, 11 bajarên ku ji erdhêjê bandor girtine bi berhemên xwe yê resen hatine temsîl kirin. Armanc ew e ku ji pereyê firotina berheman hatiye komkirin wekî alîkarîyê bigihînin bajarên erdhêj lê bûye.

Bajerên wekî Meletî, Semsûr, Enteqya û Entab bi berhemên ku navê wan li wan bajaran navûdeng bûne beşdarî vê Bazara Hevgirtinê bûne.

Xwebexşan bi me dane zanîn ku ev çalakîya alîkarîyê çi qasî ji ber rewşa keş û hewayê bizehmetî derbas bûye jî, wan alîkarîyeke baş kom kirine.

“Me karekî pîroz dikir”


Me dev ji karê xwe berda, malbata min aniha li Semsûrê ye û em jî li vir bi awayekî xwebexş çi ji destê me bê em dikin. Em hewl didin ku birînên hinekan bipêçin.
Em li vir gelekî westîyan û zêde qelebalix derbas bû lê ji ber ku me karekî pîroz dikir ev westîyabûn zêde çavê me nedihat.

Sevda Çoban

“Hatina hemwelatîyan baş bû”


Ez ji bo xêrê li vir im. Berhemên gundî û cotkar li bajêr hazir dikin, ez jî li vir difiroşim, ji wan ra dibim alîkar. Hatina hemwelatiyan baş e, bertekên wan jî baş in. Fiyêt normal in ji ber ku berhem yekser ji berhemdêr digihije destê mişterîyên xwe.

Atalay Camcı

“Rewşa hewayê tesîreke mezin li me kir”


Ez xwendekara Şêwirmendîya Derûnîyê me. Ez bi awayekî xwebexş hatime vê Bazara Hevgirtinê. Ji ber ku ez Farisî, Erebî û Ingîlîzî dizanim, min li vir bi geştîyarên biyanî ra têkîlî datanî. 25 roj in em li vir in. Bazara Hevgirtinê baş derbas bû lê rewşa keş û hewayê tesîreke nehênî li me kir; min dixwest serê bazarê girtî bûya, me ji ber vê zêde zehmetî kişandin. Me zêdetir berhemên Meletî wekî qeysî, liqûm û hin cureyên pestîlê firotin.

Fatma Zehra Kocabey

Şîranîya Enteqyayê.

Kifteya Semsûrê

Peqleweya Entabê