Li ser Rêya Xewnên Şêrîn: Zanîna Nexweşiyên Xewê, Teşhîs û Çareseriya Wan

Li ser Rêya Xewnên Şêrîn: Zanîna Nexweşiyên Xewê, Teşhîs û Çareseriya Wan
Li ser Rêya Xewnên Şêrîn: Zanîna Nexweşiyên Xewê, Teşhîs û Çareseriya Wan
Canan Yalçın
  • 7 Mayıs 2023 07:41

Xew – em hemî jê hez dikin, lê carna ew dikare bibe hevalek bêwefa. Demên ku hin ji me ji şevên xweş ên xwedî xewek bênavber kêfê digirin, yên din bi nexweşiyên xewê re têkoşîn dikin. Di vê qotarê de ez ê nexweşiyên xewê yên wekî bêxewî, apnea xewê, narkolepsî û xewgerokê vebikolim û li ser teşhîs û dermankirina van bisekinim. Ka herin balgihên xwe yên herîbaş bînin, em sirên xewê vekin!

Bêxewî: Hejmartina Pez an Zêdetir!

Me hemûyan şevên bi vî rengî derbas kirine ku em di vî mîlî û di milê din ve dizivirîn û em nikarin razên. Yêdî ji bo hinekan, ev dansa bêhûzur dibe rûtînek şevê. Bêxewî, yanî nekarîna ketina di xew de an jî nekarîna domandina xewê ye. Zedetirî stres, anksîyete û tewra adetên xewê yên xirab dibe sedema vê nexweşîya xew ê.

Ji bo têkoşîna li dijî bêxewiyê, lêkolîneran Terapiya Reftarî ya Venasînî ya ji bo Bêxewiyê (CBT-I) pêşve xistine, ku ew mejiyê me ji nû ve perwerde dike da ku em xewek çêtir bikin. Ev terapî, ji bo hişên me, wekî rûtînek werzîşê ye ku tê de qedexekirina xewê, teknîkên kontrolkirina hişyarker a(stimulus) û rihetbûnê hene. Piştî vê terapiyê, xatir ji şevên westiyayî bixwezîn û ji xewnên şîrîn rê bibêjin silav.

Apnea xewê: Dema ku Xirînî Beoxir Dibe

Dibe ku xîrexira we ya di xew ê de ji bo hevjîna we pirsgirêkek be. Lê ji bilî vê, dibe ku ev nîşaneya tiştek cîddîtir jî be – apnea xewê. Ev nexweşiya xapînok bi rawestanên nefesê yên di xewê de tê ravekirin  û carinan hûn bi bêhnepîşk rê dikevin. Apnea xewê ne tenê pirsgirêka deng û bêhvedanê ye. Ew di heman demê de bi nexweşiyên kardiyovaskuler ve jî girêdayî ye.

Ji bo çareserkirina apnea xewê, zanyaran amûrek kêrhatî ya bi navê makîneyên zexta hewaya erênî ya domdar (CPAP- Continuous Positive Airway Pressure) çêkirine. Ev makîne bi nermî hewayê diherikîne rêyên we yên hewayê û pêşî li hilweşîna wan digire. Mîna ku superqehremanêkî we heye ku li dijî xerabkarê apnea xewê şer dike!

Narkolepsî: Dagirkerê Xewê yê Bêpêşbînîkirî

Bifikirin ku hûn di nîvê civînek girîng de ne û ji nişkê ve hûn radizên. Yan jî bi hevalan re dikenin û cardin ji nişka ve qelsiya masûlkeyên we çêbû. Gelo ev çi ye? Ev narkolepsî ye, nexweşiyek neurolojîk e ku dibe sedema razana zêde ya di nav rojê de û êrişên xewê yên nediyar.

Lekolîner di wê baweriyê de ne ku narkolepsî bi kêmbûna hîpokretîn ê diqewime. Ev kîmyewîyek mêjî ye ku ji me re dibe alîkar em hişyar bimînin. Ji bo vê nexweşiyê bijîşk dikarin dermanên wekî sodyum oxybate, modafinil an armodafinil destnîşan bikin.

Xewgerok: Serpêhatiyên Şevê

Xewgerokî, an somnambulism, dibe ku wekî adetek xerîb xuya bike, lê ew nexweşiyek xewê ya rastîn e. Ji gerîna li dora malê bigire heya xwarin û ajotinê, xewgerok dikarin di xewê de tev li tevgerên tevlihev bibin.

Gelo hûn dizanin ku ev nexweşîya dayik û bavan derbasî zarokan dibe û di zarokan de pirtir tê dîtin. Lê belê netirsin ji ber ku di lêkolîna ku ji hêla Pilonî ve (2012) hatiye kirin, hat dîtin ku şiyarbûna plansazkirî dikare alîkariya birêvebirina xewgerokî ya li zarokan bike. Ji bo mezinan jî derman dibin çareserî. Lê belê tê zanîn ku pirraniya xewgerokan her ku mezin dibin ji vê nexweşiyê rizgar dibin.

Guhertinên Jiyanê û Terapî: Sazkirinên Piçûk ji bo Xelatên Mezin

Bêgûman hûn dixwezin ji nexweşiyên xewê xilas bibin. Ji bo vê jî hûn dikarin di rûtîna xwe ya rojane de guhertinên piçûk lê bi bandorker pêk bînin. Hin serişteyên hêsan:

  1. Bernameya xewa xwe bi tavê re hevdeng bikin – rabin û bibiriqin!
  2. Afirandina rîtuelek dema razanê – serşokên germ, guhdarkirina muzîkên aram, xwendina pirtûkek baş û hwd.baş bifikirin.
  3. Ji ekranan ra bêjin şev baş – ronahiya şîn a cîhazan dikare xewa we asteng bike.
  4. Qehwe an jî alkola derengî-şevê re bibêjin “na”.
  5. Xwehdan- werzîşa birêkûpêk dê bibe alîkar ku kalîteya xew a we baştir bibe.

Ligel van guhertinên şêwaza jiyanê, dermankirinên mîna yoga, medîtasyon û perwerdeya hişmendî jî dikarin ji we re bibin alîkar ku hûn xweştir û çêtir birazin.Ev wekî ku meriv berî razanê hembêzek germ û aram bide hişê xwe.

Teşhîskirina nexweşiyên xewê: Detektîvên Xew ê.

Teşhîskirina nexweşiyên xewê heye ku dijwar be, lê netirsin – pisporên xewê mîna dedektîvan in, ji dîroka we ya bijîjkî heta muaneya laşî û bi testên teybet, hewl didin ku nexweşiya we teşhîs bikin. Hin amûrên hevpar en ku bi kartînin ev in:

  1. Polysomnography (PSG): Lêkolîneka xewê ya ku pêlên mêjî û çalakiya masûlkeyê dişopîne.
  2. Test a apnea xewê ya malê: Guhertoyek sadekirî ya PSG ku di xewê de balê dikişîne li ser şêwazên nefesê û hûn dikarin li mala xwe çêbikin.
  3. Testa derengiya xewê ya pirjimar (MSLT): Lêkolîneka xewê ya bi roj ku dipîve ka hûn çiqas zû di xew de dikevin, ji bo tespîtkirina narkolepsiyê dibe alîkar.

Nexweşiyên xewê, dikarin şevên me yên aştiyane veguherînin şerên bênavber, lê bi zanyarî û amûrên dirûst, em dikarin van tengahiyên şevê çareser bikin. Çi bi jimartina pez (xeyalî) be, çi jî bikaranîna amûrên pêşketî be, ji bo her kesî çareseriyek heye.

Ji ber vê yekê, werin em derbarê van nexweşiyên xewê de hişyariyê bilind bikin, zanyariyê belav bikin û ji hev re bibin alîkar ji bo xewek xweş û aram. 

Xewnên şîrîn ji we re, xwendevanên hêja:)

Çavkanî:

  1. Pilon, M., et al. (2012): The impact of sleep deprivation and forced arousals on somnambulism.
  2. Roth, T. (2007): A comprehensive review of insomnia, including its definition, prevalence, etiology, and consequences.
  3. Sleep Heart Health Study Research Group (2001): A scientific statement on sleep apnea and cardiovascular disease from the American Heart Association and American College of Cardiology Foundation.