Xwînsariya Janekê

Tu xwe li kê diqewimînî, birîneke kûr vedikî. Hem bi xwe re, hem bi wan re. Kena ku tu li ser wan dihêlî jî dibe birîn, piştî demeke stûxwar. Lê peyvên te yên ku ji pêtan hatine çêkirin jî, ji birînê wêdetir şewateke mezin dixe nav dilê wan. Tu çi dixwazî, ji wan, ji xwe, ji hestên xwe, ji mejiyê xwe, ji strana xwe? 

***

Di navbera şev û rojê de digerî, nizanî kîjan şev e, kîjan roj. Navbera van her duyan, wekî dilmayîna te ya her rojan e. Tu nizanî, çi dibe sebeb, çi te diqehirîne, jê wêdetir tu nizanî heqê te heye tu wiha bifikirî an na. Dilmayînên yekalî, berê te nadin tiştên xweş. Tu wekî najî, an jî wek yên xirab dijî. Tu xirab î. Tu sûcdar î. Tu neheq î! 

Şîrê ku tu ji diya xwe dimêjî tê bîra te. Tama wê na. Tu dibêjî qey berî wê jî tê bîra te. Wekî ku tu hezar salî yî û barê te ji wê çaxê ve heye. Te li diya xwe kir bar da ku te bimêjîne. Te li hinekan kir bar ku serê te bişon. Te li bavê xwe kir bar ku serê pênûsa te bi kêra xwe tûj bike. Te xwe li gelekên din kir bar ku guhdarî te bikin. Lê te tiştek nekir, xwe sivik nekir ku barê wan jî sivik bikî. Tu bi xwe bûyî bar di nav wan giyayên nûşînbûyî de ku wekî pêlên behrê direqisin li ber bayê sivik. 

Ba jî sivik e, bahoz jî. Li rûyê te dikeve, xwe li wir dihêle û diçe. Tu xwe li kê diqewimînî, birîneke kûr vedikî. Hem bi xwe re, hem bi wan re. Kena ku tu li ser wan dihêlî jî dibe birîn, piştî demeke stûxwar. Lê peyvên te yên ku ji pêtan hatine çêkirin jî, ji birînê wêdetir şewateke mezin dixe nav dilê wan. Tu çi dixwazî, ji wan, ji xwe, ji hestên xwe, ji mejiyê xwe, ji strana xwe? 

Her cara ku ev pirs têne bîra te, tu xwe dûrtir hîs dikî. Çavên xwe dizivirînî heta dûr, destên xwe dirêj dikî, dixwazî bêhna kulîlka herî dûr, ya ku tu nikarî bibînî jî bistînî û heta nav kezeba xwe bikişînî da ku têkevin şûna hin bêhnên ku di nav te de bûne dîwarekî mezin. Ev jî ne çareseriyek e ji bo te, lewre tu jî dizanî ku şikandina dîwaran bêyî tiştekî xurt nabe û ew jî nakeve destê te. Belkî rojekê tiştek derkeve û ji binî ve hema biteqîne û wê çaxê dibe ku bêhnên nû bikaribin têkevin şûna wî dîwarî. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Tu carinan ji bîr dikî, an jî dixwazî ji bîr bikî. Hestên ku dilê te diricifînin, helbet her dem wekî xwe namînin. Peyvek, bêhnek, bêhneke zirav, kubar, tenik dikarin dilê te ji nû ve ava bikin, lê tu destûr didî gelo? An dixwazî bi temamî bin ax bikî, wekî her caran. Kelecaniya xwe jî bi vî awayî vedişêrî, gotinên hinekan jî, şîrê diya xwe jî, lê tu dibêjî Xwedê bike bila heram neke, çi maye di destê te de ew helalbûn e. 

Lê tu, tu helal î gelo? Bi xwîna xwe, xwîna ku ruhê te digerîne. Ew xwîna ku her carê rengê xwe diguherîne. Lê herî zêde tu ji rengê wê yê cemedî hez dikî, lewre tu ew qas dikarî xwînsariya xwe di canê xwe de biparêzî, wekî herambûna xwe. Ew şîr, şîrê ku hişt tu heta niha bijî û li ser xwe bisekinî, tehl bû, tirş bû, çawa bû? Dibe ku tamsar bû ku bandora xwe hê jî ji ser te neavêtiye. Tamsariya rûyê te û lêvên te jiyanê nade hinekên din. 

Dest pê dike, tiştên ku te jê bawer dikirin, yek bi yek ji xwîna te vedikişin. Ew bawer nakin, lewre, ji te. E tu dibêjî, te bawer dikir, çima paceya ku jê paqijî dihat, li ser te hat girtin? Deriyê ku rehm jê dibariya, xwe dada û çû? Dengê selayê ku her sibehê dihat û carinan tu li bendê bûyî ku ji bo navê te jî fatihayek bixwaze, nêzîkî guhê te nabe û diçe? Ev hemû wenda dibin an tu wenda dibî? Xemsariya te ye ku te li derekî asê dike û mifteyê vedişêre di bin betonan de. An xwînsariya te ye ku te ji destê hinekan xilas dike û diavêje nav destên din?

Tu dev ji xwe bernadî, heta ku tu dilopa dawî ya xwîna xwe nemêjî, tu dev ji xwe bernadî. Tu jî dizanî ku tu li ku yî û çi dikî? Çima xwe vedişêrî, çima xerîb î? Lê bersiva te hingî razberî ye ku tu naxwazî şevrevîng li xwe bar bikin û biçin li derekî din bihêlin. Wê çaxê tu yê tune bibî, tu baş dizanî. Ji ber vê tu dîsa bi awayekî bêdeng, bê minemin, bêyî ku lêvên xwe tev bidî û zimanê xwe bibî û bînî, ji xwe re dibêjî, tenê ji xwe re dibêjî, lê bi dengê herî bilind ê hundirê xwe. Dû re, destê xwe yê tazî li ser wan têlên dengê xwe digerînî. Dixwazî eyara wê çêkî û xwe qanih bikî ku yek ji wan jî neqetiyaye. Bi vî awayî guhê te jî ji te bawer dike.

Sevda Orak Reşitoğlu

Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.

Don't Miss

Girîngiya Edebiyata Zarokan

Hişê zarokên ku bi zimanê “xwe” yê zikmakî berhemên edebiyata zarokan dixwînin,

Weşanên Nûbiharê ‘Dîroka Edebîyata Kurdî’ çap kir

Weşanên Nûbiharê kitêba Dîroka Edebîyata Kurdî çap kir û belav kir. Ev