Hunergeha Welat strana ‘Evdîşo’ weşand

29/05/2024

Hunergeha Welat strana gelêrî ya kurdî ‘Evdîşo’ weşand.

Hunergeha Welat komeka çand û hunerê ye li Rojavayê Kurdistanê. Wan heta niha çendîn stran li ser platformên dijîtal weşandine û li gorî daneyên platformên dijîtal xwe gehandîye bi milyonan guhdar û temaşevanan.

Evdîşo heta niha çendîn caran ji alîyê çendîn kes û koman ve hatîye gotin.

Wan herî dawî strana bi navê ‘Evdîşo’ weşand. Wan di binê strana xwe da destnîşan kirîye ku ev stran bi wê şêwazê hatîye gotin, ew şêwaza herî berbelav li Rojava ku wan gotîye dibe ku ev şêwaz ne şêwaza herî rast be.

Derhênan û amadekirina klîbê ji alîyê Şêro Hinde û Mehmud Berazî ve hatîye kirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Sudanî û Esed civîyane

Serokwezîrê Iraqê Muhemed Şîya Sudanî îro li bajarê Rîyadê bi Serokê Sûriyeyê

Reha Ruhavioglu: Amedspor bûye semboleka neteweyî

“Nifûsa kurdan li Tirkiyeyê gihiştiye 20 milyonî. Amedspor bûye yek ji pênc

BaneŞan: Rêzepodcasta nû ya edebiyatê dest pê kiriye

Rêzepodcasta BaneŞan a ku li ser Edebiyata Nûjen a Cîhanê û Edebiyata