Bêhna zeman

Bêhn, wî zemanî ne tenê para tîne, wî mekanî wekî ku pifî balonekî bikî dîsa tijî dike. Wexta em behsa zemanekî dikin heman wextê da em behsa mekan jî dikin. Bêhn wî mekanî tijî dike û fireh dike, mekanekî ku em bi çavekî din para lê vedigerin, mekanê me yê ku em nûra zeman dixine ser.

***

Him bêhna wan a xweş tijî dike odeyê

Bi xweşikiya kulîlkan û çîmenên li erdê. [1]

Amy Lowell

Çi dibe bira bibe, zeman hinekî jî bête’rîf e, lê tişta însan pê dihese çûyîna wê ye, yanî jidestdayîna wê. Dîsa jî şûn û şopên zeman hene; xet û dirufên wê, bi gotina çêtir zeman xwe xatirat e li deftera rabihuriya me mohrkirî. Xweyê van risteyan jî hay ji krîza zeman heye lê dîsa jî ev nivîs xwe dispêre zemanekî zindî û edebî.

Proust waha dest bi wê deftera rabihuriya xwe dikir; “Zû va bû, zûtirê diketime xewê. (Longtemps, je me suis couché de bonne heure.) [2] Behsa rewşeke di nava xew û xeyal da dikir destpêka romana Li Dû Zemanê Winda, ku di wî halî da bi çûyîna zeman dihese, bi pêleke geş û bi hûrgiliyên berfireh behsa der û dora jiyana xwe dikir. Lê wextekî paşê deriyê bîr û xatiratan, wexta diya wî hinek keka madlen (madlen/madeleine) bi çayê va dide pêşiya wî, û ew madlenekî di çayê da dike û bi kevçiyekî çayê hinekî jê dike devê xwe, tehma wê madlenê dide bin zimanê wî, wisa vedibe ew qal û behsên berfireh yên xatiratan.

Ew tehma madlenê/kûrabiyeyê, lê meriv gerî piştrast be bêyî bêhnê tehm nivîşkanî ne, ‘esil bêhna zeman bû ku li canê wî digeriya, yanî vegêrrê romanê dagêrî rabirdûya xwe dibû.

Helbet ne tenê bêhn in mifteya xatiratan, hezar tişt hene wekî dibine nîşanek bo qeyd û deriyên xatiratan, lê dîsa jî bêhn tiştine taybet û hundirîn in. Belkî tişta ku însan kiriye însan ew şiûr e ku dikare bîne bîra xwe. Tevî ku ew xatirat di rabihuriyê da ne jî, lê ew zindî ne bi me ra.

***

Bêhn hene meriva rast dibine ser wextekî jiyana mêriv ku qet rêya xwe şaş nakin. Mîna kodekî yan mifteyekî. Tenê ew bêhn dikarin wî deriyî vekin, ew dera ku zemanê wê mîna fîlmekê tê dikeve ser perdeyê û meriv wekî para çûbe nava wî zemanê berê, caran bi heyecan, caran bi diltirsiyeke nediyar dizivire wir, yan lap rastî wê derê tê. Loma di cêrgeyên jorê da me behsa Proust kir ku wî di wê berhema xwe da (À la recherche du temps perdu, In Search of Lost Time) deriyê yadgara xwe bi tehm û bêhna kûrabiyeya madlenê, ew deriyê hafizeyê vedikir.

Lê belê ‘eyan e ku çawa ji bo her deriyî mifteyên cuda cuda hene, her wisa ji bo xatiratên me jî mifteyên taybet hene ku bi sirra zemanên xwe hatine demxekirin.  Em bala xwe bidine bêhnên ku me bi xwe ewana wekî kilît û zirze, bêyî haya me jê hebe, mîna mohr dane ser deriyên piştxana xwe ku ew bêhna wextekî bûne. Bêhna biskivîtekê, kulîlkekê yan sabûnekê yan kulîlkeka mêyweyekê, dibe ya kolonyaya titûnê yan leymûnê, bêhna ku ji tiştekî yan kesekî cara pêşîn me tecrube kirine.

Zaroktiya herkesî da zeman hene mohr bûne bi bêhneke ku belkî hibra wan ji şilahiya/terrbûna zeman hatine. Li ser perr û kaxizên sûf î nenivîsandî mane. Zartiyê da bêhn û tehma tiştekî teze her dimîne, wek mînak, biskivîtên bi çokolat hebûn ku jê ra vals digotin tiştekî napeyda bû bo me. Xêncî wê bêhna dikanan, xwarinan, kincan û malan jî hebû. Bi çavgirtî jî biçûma wan malên cînaran min ê ji bêhna wan a ku nedişibiya maleke din pê derxista ka ew mala kê ye. Her wisa bêhna hewşanê, merwendê, piltanê û pelînên ku li bintara mala me bejn davîtin. Û yan jî sabûna bêhnê, tiştekî ku cara pêşîn li ser perê bîra me tê nivîsandin, wekî mifteya deriyên dêrîn ên xatiratan di qulçekî bîra me da wisa dardakirî ne ta ku rojekê destekî raz û rastlêhatî wan mifteyan hişyar dike. Ew hişyarî dibe ku wekî vegerekî (nostos)ye, tişta însan lê vedigere ew xatirat e ku li wê derê rû-niştiye. Însan di axiriyê da li jiyana xwe, belkî li xatiratên xwe hişyar dibe, ew jiyana ku wekî xewnekê bû!

Şi’ireke Louise Glück waha dibêje;

Em carekî dinihêrin li dinyayê di zartiyê da

Ya mayî xatirat e. [3]

Wexta min ew hikayeta Cengîz Aytmatov [4] ya bi navê Cemîle xwend ku Louis Aragon jî pesnê wê dabû, xusûsî bêhna zemanekî dida ku min jî qe nebe erdê zemanekî ji zartiya xwe tê da xeyal dikir. Lê behsa kulîlka pelînê, ku min ew hê di zartiyê da jî nas dikir, bêyî navê wê bizanibim, piştî wê xwendinê dîsa bû zimanê kilîda min a xatiratan. Xatirata xanmanekî tek, li pêşberî wir paleke beroj ku zûtirkê reş dibû û çivîkên berriyê xwe lê digirtin, a li wir pelîn, hewşan, şîrik û gellek kulîlk, gîha û pincarên mayîn jî hêşîn dibûn. Lê herî zêde hewşan û pelîn li wê palê hebûn û bêhna wan hê niha jî mîna yadgareke nemir di bêfila min ra ta odeyên min ên veşartî diçin. Wekî ku bêhn hene deriyên nemiriyê vedikin, yên zartiyê. Belkî bîra însên e ew xezîneya ku her dem jê dizê.

Paşê bi bêhnkirina pelînê û ew rengê wê yê zerê zêrîn ku di yadgara min a xulqandinê de ciyê xwe yê can û cawîdan heye, wisa cake hate ba min. Lê ser da jî baqek ji new’ê pelînê di bîfeya min da hebû. Piştî ku min ew novellaya Qaçaxê Mirad jî xwend [5], him Aytmatov hate bîra min lê ji wê zêdetir, min dît ku hikayetek hebûye behsa zemanekî berî wê dike ku bêhna wê jî nasê me ye. Wekî bêhna kulîlkan wisa jî bêhna demsalan û bêhna erdên ji kêşwerên cihê dihat. Bêhna gîhadirûnê, bêhna zeviyên seridî, bêhna serbêderan, bêhna şîrê ku lê ye kel diçe, bêhna kulîlkên dara sinciyan…

***

 Helbet derî hene nava zemanên çûyî da li ser hev hatine kîpkirin, ew deriyên ku mifteyên wan ên bêhnî cûre cûre. Salên xwendekariyê, mesela, ziman/mifteyeke bêhnê hebû ji bêhna sabûna ku navê wê dove bû, resmê qumriyekê (dove) di nava sabûnê da. Kînga ku wê sabûnê kef bikim û li rûyê xwe miz bidim piçekî bêhna wê hildimijim, wekî  ew qumrî ji nava wê sabûna req ruh pê da tê, bi nermî ji nava reqbûna şîrî bask vedide; li taxeke bajêr, maleke duqat a kevn ku pêpelûkên wê yên teng î tola jor da di deriyekî piçûk ra têne nava bazara sebzeyan,  heger jêr va herî, di şûneke sergirtî ra tîk hildikişî têyî nava saloneke nîvtarî, li wir in perdeyên gewrbûyî, pencereyên ronahiya wan çilmisî, koltixên berê yên pala wan ji darên nicirandî û neqişandî, li erdê xalîçeyeke renglêçûyî, bêhna kamkêşkê, sêpêyeke rûyê wê gurûzgurûzî, bêhna dîwarên kefikî, kaxiz û derfter û kitêbên li hêlekî qûçkirî…

Bêhn, wî zemanî ne tenê para tîne, wî mekanî wekî ku pifî balonekî bikî dîsa tijî dike. Wexta em behsa zemanekî dikin heman wextê da em behsa mekan jî dikin. Bêhn wî mekanî tijî dike û fireh dike, mekanekî ku em bi çavekî din para lê vedigerin, mekanê me yê ku em nûra zeman dixine ser. Mekanekî poetîk wekî Gaston Bachlard behsa wir dikir, di babeta poetîkaya mekan da, şa’iran ka çawa ew teswîr kirine. Lê çi be jî ew di nava toza zeman da wekî xwe mane. Lê tehlebextan ra di vî zemanê me da, behsa jidestdayîna zeman xedartir e. Di nava jiyana bi lez û bez da, êdî ji bo ew civakên ku dereng pê avîtine nava jiyana modern da jî, nebûna zeman ciyê pirs û metirsiyê ye.

***

Byung-Chul Han di berhema xwe ya bi navê Bêhna Zeman da behsa saeteke antîk a Çîniyan dike, saeta xweşbêhn! [6] Navê wê wekî Hsîang Yin e ku tê me’naya nivîsa mohra bibêhn. Wekî behs dike, di wê saetê da şivikeke bixurê ku li ser wê nivîseke mohrkirî heye, wexta vêdixin ew bêhna wê dikeve wî mekanî û heta ew bixura li ser şivikê dişewite xilas dibe, li ser wê nivîsek der tê ku gotinên bi hikmet û şi’irkî li ser in. Bi gotina Han ew saet yanî bêhna wê, wî mekanî dadigire û nakişe, naçe. Wekî ku zeman di bêhnê da disekine, belkî dimeye, mîna goleke peng. Ew zemanê sekan û giran hesta zeman dide wan hazirên ku li wê derê ne.

Dîsa jî zeman diçe, lê belkî bêhn wekî ruh û nefesa zeman be, ku demkî be jî, em li wî zemanî yanî li xatiratan, heta li îmgeyan vedigerin. Demeke kin dihêle em temasî wê bikin lê dîsa jî hebûna wê ciyê dilxuşûşiyê ye.

Wextekî li odeyeke mala kalikê min, ya li Bayîzdê, bixur vêdixistin ku ji Îranê û Îsfehanê anîbûn, bêhna wê ode dadigirt. Piştî salan êdî ew bêhn bû mifteya wê derê di bîra min da. Bêhnan meriv ji mekanan ber bi mekanan dibirine seferan. Lê ne tenê bêhnek der barê ciyekî da ne, caran bêhnên din qul û qewarên din vedikin, wek mînak bêhna dara sinciyan behsa zemanekî dikin, bêhna çaya Îranê ya li wan pasajên Bayîzdê behsa tiştekî din dikin. Ji bo her merivî/ê jî qal û behsên din hişyar dikin.

Îcar ne hemû bêhn der barê xatirata baş da ne, bêhn hene tiştên neyînî dinimînin, bêhn hene janên me derevedikin, bêhn hene qalikên birînên me radikin, û hey lo, bêhn jî hene tariya li ser nehêniyên me diherişînin.

Bêhn wekî bûyînê qedîm in. Mesela bêhnên pîroz hene, yên ji bo perestina Xwedayan hene, bêhn hene ji bo bêyomiyan dehf bikin di bixurdankan da têne vêxistin û dûyê wan di nava wê derê da têne gerandin. Bêhna hermelê wek mîsal, pîroz e û em bi şewitandina wê, bêhn û dûyê wê li nava odeyên xwe, li nava xanî, gom û avahiyên xwe digerînin, bo rizq û ’emrê me bi teberik û parastî be. Yan jî berê baqek hewşan datinîne wê derê ku ji wir kêz û kurman dûr bikin. Heta di xwezayê da kêzik hene, mînak kêzaka fistoqe (blaps mortisaga), ji bo parastina xwe bêhneke naxoş derdixin. Ev jî tişt in ku rayê me didin ka fenomena bêhnê çendî kûr û dûr e.

  ***

Wexta Proust behsa bêhn/tehma madlenê dikir, wekî warqilîneke ecêb di wî da hişyar dikir û hez/zewqekê ew radipêça, digot wekî bi şêwaza ku evîn jî li ser diçû, hebûna wî bi kakilekê bi qîmet tijî dikir. Ew bêhn tiştekî wisa lê radike ku hîsa fanîtiyê jê radike. Wer xuya ye ew bêhn belkî qe nebe bo wextekî kîpkirina zeman e wek Byung li jorê, behsa wê odeya tijî bêhna zeman dikir. Lê çi dibe bila bibe bêhn îmge û mifteyeke çêtir e bo deriyên zeman. Em bîra wê derê dikin û bi piçek bêhn, dixwazim bêjim bi hilmek nefes, em diçine wê derê. Jixwe zeman ji bilî nefesê çî ye? Bi me wisa tê hê di roja roj da, yanî di dendikê afirînê da nefes hebû yanî jiyan, ku Xwedawend ji henaseya xwe pifî cesteyê faniyan kir! Di kurdî da bêhn wateya nefesê da ne jî, loma jiyan nefes bi xwe ye û her wisa zeman bêhn e jî. Dîsa ew nefes wekî agirekî ku di bedenê da dişixule û berdewam sermiyana temenê xwe dişewitîne, mîna wê bixura bêhna zemanê xwe li dû jîna xwe dihêle.

***

Kilîdek heye ku wêya bi mifteya bêhna gulên yas vedikim. Gulên yasemînan, yên ku li heyama payîzê vedikin. Bêhna wan vedike van risteyên han; li kûçeyeke xalî ya şevê, li erdê bajarê li ber behra Mediterraneanê, gulên yas li ser dîwar û çîtên baxçeyên nimiz ra xwe dadixine ser rêya min, ji pêsîrên şaneşînên lal bêhna xwe jinane dirêjin, ez î peyatî yan bi bisikletê her şev bi xusûsî rêya xwe li ber pê û pêşa wan dixim, ez î bende, wekî perestişa bedewiyê diçime piyên wan, gulên weşiyane erdê top dikim ji bo xeyalê yara xwe ya li erdê dûr ê kohestan, dikime nava kaxizan û dibime odeya xwe ya tenha, gulên yas li ser sîng û berên şevê radixim, wana bêhn dikim û radimûsim tak û tenya…

Erê zimanê kilîdan hene, yek ji wan bêhna gulên yas, ew raz û niyaz ew bêhn in her wekî nefes. Erê, me zehf tişt ji dest dan, tenê bêhn man xatirat û mîras, ew mifteyên efsûnî; bêhna heyama gulçereyên hurr û xama, bêhna zemanê çûyî…

Çavkanî û êbînî:

[1] Hemû risteyên şi’irên ji îngilîzî yên di vê metnê da, xweyê van cêrgeyan wergerandine.

[2] Marcel Proust, Li Dû Zemanê Winda, (À la recherche du temps perdu), Hêla Swannan, Cild I.

Byung-Chul Han di berhema xwe ya ku li jêrê hatiye nîşandan, di rûpela 18an da, balê dikişîne ser gotina “bonne heure(dema/wexta baş), ya ku Proust bi fransî gotiye, dibêje ew gotin berbiçav nîne di wergera almanî da, ku Proust amaje bi wê wexta taybet û zindî ya di nava xew û hişyariyê da dike. (Di tirkî da wek nimûne wergera Gizem Pekin û di îngilîzî da jî, di wergera C. K. Scott Moncrieff (1889-1930) de ew nuansa ku Byung-Chul Han behs dike nayê dîtin.)

[3] Louise Glück, şi’ira bi navê Nostos (Vegera Malê/Hêlînê) waha dest pê dike: Li baxçe dareke sêvan hebû – / eva qedera çil sal berê bû – / jê wêdatir tev dikişin mêrg. / Xew ra diçin / Pîvokên li ser çêreyên terazing. Binêrin: https://readalittlepoetry.com/2005/11/01/nostos-by-louise-gluck/

[4] Cengîz Aytmatov, Cemîle, (wer. Refik Özdek), Ötüken, 2021.

[5] Qaçaxê Mirad, Min Çi Dît, novella. (Ev kitêba han a bi amadekariya ‘ezîz Mistefa Kiliçaslan hazir bûye ku bû nesîb xwendin û edîtoriya wê jî xweyê van cêrgeyan bike ku tê payîn dê ji weşanxaneya Avestayê derkeve.)

[6] Byung-Chul Han, Zamanın Kokusu, (Bêhna Zeman), (wer. Şeyda Öztürk), Metis, 2019.