Wextê Vala: Utopyayeke Mezin

Wextê vala, wextê me ye! Bi wextê vala, em ji nav xirecira jiyanê dûr dikevin, em ji xwe re wext vediqetînin, em bi wan tiştan mijûl dibin yên ku em kêfê jê distînin. Di wextê vala de em dibin wek xwe! Loma sîstema em di nav de dijîn, wextê vala wek talûkeyeke mezin dibîne. Ji bo sîstemê talûkeyeke mezin e, çimkî qontrol û îdareya wextê vala ne di destê wan de ye, di destê me de ye. Di wextê vala de em dikarin bixwînin, bifikirin, binivîsin, bipirsin… Ma ji bo sîstemekê çi tişt bi talûke ne, newer!

***

Wextê vala, bo her kesî wateyeke cuda îfade dike. Wextê mirov bi rehetî dikare rakeve, wextê mirov dikare bi dilê xwe bigere, pirtûkan bixwîne, hevalên xwe bibîne û wextê ku mirov dikare bi dilê xwe tu tiştî neke û vala derbas bike. Belê, ev tişt xweş in û di nav xirecira jiyanê de, em gelek caran xeyal û daxwaza van tiştan dikin. Wextê vala, di nav kar û barên jiyanê de, wextê bêhnvedan û azadiyê ye bo me. Gelek caran, em gilî û gazinan ji pergala xebatê dikin û em dibêjin mixabin qet wextê min ê vala çênabe. Piştî van hevokan, em navberekê bidin, wextekî vala ji xwe re veqetînin û bipirsin: Wextê vala kînga ye? Wext çawa vala dibe? Birastî jî bo me ewqas giring e?

Dibêjin rojek ji rojan, wezîrên Împaratorê Çînê, çûne cem împarator û gotine: Împaratorê min ê mezin! Li rojava, bo çûn û hatinê, mekîneyeke bi navê trênê îcad kirine. Pirr bilez dere û tê. Hinek cihên dûr hene ku em bi hespan 10 rojan de derin. Lê bi trênê, em ê di rojekê de herin. Împarator difikire, difikire û dibêje: Baş e, lê em ê di 9 rojên din de çi bikin? 9 rojên vala! Her çiqas ji bo împarator tiştek îfade neke jî, bo me wextekî pirr bi qîmet e. Bifikirin, hûn ê 9 rojan serê sibê zû ranebin û nerin kar, hûn ê bi xebatê nebetilin. Çi xweş! Ka em van rojan hinek zêdetir bikin. Ne tenê 9 roj, em 365 rojan bi dilê xwe derbas bikin. Gelo mumkin e ku em her roj wisa li gor dilê xwe bijîn û li gor daxwaza xwe wextê xwe derbas bikin? Gelo welatekî wer heye? An jî em dikarin jiyaneke wer xeyal bikin? 

Ji bo van pirsan em berê xwe bidin “utopya”yan. Utopya, peyveke Yewnanî ye û tê wateya cihê ku tuneye, welatê ku tuneye. Yani bi kurtasî em dikarin wek “welatên xeyalî” pênase bikin. Utopya, wek mijareke felsefeya siyasetê, berê me dide pergaleke nû û bo me dewleteke nû ava dike. Fîlozof, bi rêya utopyayan, dixwazin pirsgirêkên ku di dewleta xwe de dibînin, ji holê rakin û ji bo bextewariya mirovan, dewleteke baştir ava bikin. Ji nav utopyayan, dixwazim li ser du mînakan bisekinim. Thomas Moore, bi berhema xwe ya bi navê Utopyayê (1516), cara ewilî peyva utopyayê bi kar tîne û wek têgeh li felsefeya siyasetê zêde dike.  Thomas Moore, di dewleta xwe ya xeyalî de, bo xebatê, rojê 6 saetan diyar dike. Piştî Thomas Moore, di sala 1602an de, em berhema Tommaso Campanella dibînin. Campanella, di berhema xwe ya bi navê “Civitas Solis” (Welatê Rojê) de, ji Thomas Moore cûdatir difikire û bo xebatê, rojê 4 saetan diyar dike. Li gor Campanella, piştî xebata 4 saetan, insan divê wextê xwe bidin xwendin, xebatên zanistî û pêşketinê. A rast wek dewleteke xerab xuya nake lê em dibînin ku di dewletên xeyalî de jî, wextekî bi temamî vala tuneye. Lê di van berheman de, divê em li ser xaleke girîng bisekinin. Fîlozofên ev berhem afirandine, wek taybetmendiyeke hevpar, bo pêşketina mirovan, îşaret bi “wextê vala” dikin. Yanî di nav jiyanê de bo xwendin, hînbûn, karên entelektuelî û pêşketinê, wextê vala wek pêdiviyekê dibînin. Fîlozofên Serdema Antîk jî li ser vê meseleyê disekinin û wextê vala, bo felsefeyê wek çavkaniyeke girîng nîşan didin. Platon, xebata zêde wek “bêaqilbûn”ê bi nav dike. Li gor Platon ji bo ku mirov bi sporê, muzîkê, xwendinê re mijûl bibe, divê ji xwe re wextê vala bihêle. Lê, wextê vala ji bo Platon, ji van aktîvîteyan bêtir tişteke îfade dike. Li gor Platon, wextê vala, wextê felsefeyê ye û ev wext di nav wextan de wextê herî biqîmet e. Arîstoteles jî, ji bo felsefeyê, qala girîngiya wextê vala dike û ji bo wextê vala jî, pêdiviya sîstema koletiyê îşaret dike. Yanî li gor Arîstoteles, kole bi kar û xebatên xwe ji mirovên din re (mirovên dewlemend û biesl) wextê vala dihêlin û mirov bi vî awayî dikarin felsefe û karên entelektuelî bikin.

Piştî Arîstoteles, ev nêrîn, pirr naguhere mixabin. Wextê vala, di sîstema kapîtalîzmê de jî wek pirsgirêkekê hatiye dîtin. Bi taybetî di sedsalên 18-19emîn de, piştî Şoreşa Endustriyê, li febrîqeyan em xebateke pirr giran û dijwar dibînin. Karkerên febrîqeyan, rojê 16 saetan dixebitin û 8 saetên din jî bo raketin û bêhnvedana xwe vediqetînin. Gelo di nav pergaleke wer de mumkin e mirov qala wextê vala bike? Gelo mumkine ku mirovên di nav vê pergala dijwar de dixebitin bo xwendinê, bo felsefeyê, bo wêjeyê wext veqetînin?  Ji ber van sedeman Marx, kapîtalîzmê wekî pergaleke li gor mirovan nabîne. Li gor Marx, taybetmendiya insanan, hilberîneke afirîner e. Divê insan bixwîne, bifikire, biafirîne. Lê di nav pergala kapîtalîzmê de ev ne mumkin e. Ew pergala koletiyê ku Arîstoteles qal dikir, bi heman şiklî, di pergala kapîtalîzmê de xwe nîşan dide. Karker di nav şert û mercên dijwar de dixebitin û ji dewlemendan re wextê vala diafirînin. Ji bo ku ev çerx qet nesekine û pergal bidome, sîstema kapîtalîzmê bi her awayî xebatê li ber dilê mirovan şêrîn dike û ji zarokatiyê de kar û xebatê, wek armanceke mezin dide ber me mirovan. Yanî betalî û wextê vala tiştekî xerab e lê kar û wextê xebatê tiştekî baş e, hetta pîroz e. Loma em qet betalbûnê xeyal nakin. Gava em jiyaneke xweş xeyal dikin jî, gelek caran em karekî rehet an wek Campanella karekî rojê 4 saetan xeyal dikin. Ev meseleya pîrozkirina xebatê, ji aliyê îktîdaran ve, wek metodekê tê bikaranîn û ji zarokatiyê de, bi rêya perwerdehiyê, xurttir û berfirehtir dibe. Kesên naxebitin, kesên dahîlê sîstema xebatê nabin, kesên xwediyê wextê vala ne, tim wek kesên xerab tên nîşandan. Paul Lafargue, bi berhema xwe ya bi navê “Mafê Tembeltiyê” (1883), xebata di nav sîstema kapîtalîzmê de rexne dike û li hemberî fikrê pîrozbûna xebatê disekine. Lafargue, li ser kapîtalîzmê, wek xezûrê xwe Marx difikire û dibêje di jiyanê de divê wextê vala hebe. Wextekî bê xebat, bê betilandin û wextekî mirov bi dilê xwe tembeltiyê bike. Çi mafekî xweş! 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Wextê vala, wextê me ye! Bi wextê vala, em ji nav xirecira jiyanê dûr dikevin, em ji xwe re wext vediqetînin, em bi wan tiştan mijûl dibin yên ku em kêfê jê distînin. Di wextê vala de em dibin wek xwe! Loma sîstema em di nav de dijîn, wextê vala wek talûkeyeke mezin dibîne. Ji bo sîstemê talûkeyeke mezin e, çimkî qontrol û îdareya wextê vala ne di destê wan de ye, di destê me de ye. Di wextê vala de em dikarin bixwînin, bifikirin, binivîsin, bipirsin… Ma ji bo sîstemekê çi tişt bi talûke ne, newer! Ji ber van taybetmendiyan, gelo wextê vala dikare bo me bibe hêzeke guherîn û veguherînê? An jî pêvajoyek bo afirandina hêza veguherînê? Gelo wextê vala wek hêzekê dikare şert û mercên me biguherîne û me ber bi bextewariyê ve bibe? Albert Camus dibêje belê, dikare. Li gor Camus, gava perê mirovî hebe, mirov ne mecbûr e di karekî bê dilê xwe de bixebite û wextê xwe pê derbas bike. Bi vî awayî, wextê me ji me re dimîne û em dikarin bi dilê xwe wext derbas bikin û bextewar bibin. Yanî Camus jî dibêje ji bo wextê vala, divê perê te hebe. Baş e, lê em ê pere ji ku bibînin? Di wextekî vala de divê em li ser bifikirin!

Nivîskar/rojnameger
Murad Dildar
Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.