Sidar Ferid: Muzîk çekeka xurt e li hember wan kesên ku me tune dihesibînin

Sîdar Ferid bi salan e bi muzîkê ra mûjil e lê yekem klîba xwe ya profesyonel a bi navê Xemik Talan e beriya demekê pêşkêşî guhdarên xwe kiriye.

Strana wî straneka gêlerî ye û payîzok e. Dengbêjên herêma Botanê jî tesîr li ser şêwaz û muzîka wî kirine.

Wî bi xwe awaz û muzîka strana Xemik Talan e amade kiriye û stran bi şêwaza xwe ya cuda straye.

Herwiha Ferîd yekem berhama xwe ya profesyonel diyarî Fadilê Cizîrî dike û dibêje, “Muzîk çekeka xurt e li hember wan kesên ku me tune dihesibînin”

Me selîqeyeka nû ceriband

Me di strana Xemik Talan e da selîqeyeke nû ceriband. Min berî niha çend stran belav kiribûn, lê ev berhema min a yekem a profesyonel e. Ez dixwazim bi rengê xwe berhemên nû derxînim holê.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Muzîkjen Sidar Ferid

“Ji zarokatiya min heta niha di mala me da her muzîk hebû”

Muzîkjenê ciwan bi eslê xwe ji Gundikê Melîyê Şirnexê ye. Her çend ew ji axa bav û kalan dûr li Stenbolê hatibe dine jî, çanda dengbêjîya Botanê hêj ji zarokatîyê ve bi saya albûmên xwişkên wî yên birina malê di dilê wî da şîn bûye.

Ferîd diyar dike ku malbata wî tesîreka baş li ser karektera wî ya hunerî kirîye û dibêje, “ji zarokatîya min heta niha di mala me da her muzîk hebû.”

Dema ez zarok bûm xwişkên min gelek albûm dianîn malê çi bi tirkî, kurdî, farsî û zimanên din. Min hemû guhdar dikirin. Ji ber wê yekê ez ji her rengê muzîkê hez dikim, lê herî zêde dengbêjên me yên Botanê û Bahdînanê bandora xwe li min kirine. Di mala me da mezeleka me hebû, di mezela me da hezar pirtûk hebûn. Herwiha ji bilî wan CD, DVD û kaset jî hebûn. Tê bîra min xwişkên min gelek caran ez fêrî stranan dikirim. Di warê muzîkjenîyê da malbata min tesîreka zêde li ser min kirîye.

Muzîkjen Sidar Ferid

Di paşerojê da projeyeka min a albûmê jî heye

Sidar Ferid diyar dike ku ew niha ji bo stran û albûmeka nû amadekarîyan dike û mizgînîyê dide hezkirîyên xwe ku dê di demeka nêzîk da straneka din jî pêşkêşî guhdarên xwe bike.

Em niha li ser straneke din a bi nave Bîşêngê kar dikin. Gotin û muzîk aîdê min in û aranjor û prodûksîyon ji Erdem Altinses ve tê kirin. Di demeka nêzîk da em dê wê jî belav bikin. Helbet wekî her muzîkjenekî/ê  ez jî dixwazim xwe pêş ve bibim û bigihênim asteka bilind. Ji bo niha li gor derfetên me yek single li benda min e. Di paşerojê da projeyeka min a albûmê jî heye.

Muzîkjen Sidar Ferid
Nivîskar/rojnameger
Gulistan Korban
Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.