Piştî navguherîna Amedsporê bayê prosesa hêvîxurtkirin û jixwebawerbûnê bahoz û bager li me vegerand. Vê bahoz û bagerê Amedspor jî da ber xwe. Serokkomarî nerazîbûna xwe li ser navê “Amed”ê nîşan da. Atmosfera siyasî li dildarên Amedê jî şeveke reş gerand.
***
Rojekê di nav du tîm û taximên futbolê de maçek hebû. Amedspor, berî maçê ceza li xwedîyê malê hatibû birîn û piştgirên wan nikaribûn li sehayê maç temaşe bikirina. Lê tiştekî ecêb hebû. Tîma ku hatibû deplasmanê wek xwedîyê malê bû. Bi qasî piştgirî dida tîma xwe, dida reqîbê xwe jî. Heta car caran ji ya xwe zêdetir piştgirî didan reqîban. Di wê maçê de Amedspor li hember Batman Petrolsporê 2-0 bi ser ket û li stadê tenê piştgirên Batman Petrolsporê hebûn lê dildarên Batmanê ew qas bi coş bûn ku te digot qey Batman bi ser ketiye. Ev sehne, sehneyeke dîrokî û îstisna bû.
Baş e, çima wisa bû, çito bû? Amedspor çiyê Batmanîyan e. Amedspor kî ye? Çi ye? Çîyê me ye û em çîyê wê ne? Ka em hinekî li ser vê meseleyê rawestin.
Rojekê tîmeka futbolê navê xwe guhert û dewr û dewran lê guherî. Ji nêz ve ne wer be jî ji dûr ve wer xuya dike. Wexta navê taximê Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor bû dîsa piştgirên wê hebûn, neheqî û êriş jî lê dihatin kirin. Lê kînga navê wê bû Amedspor, pirr tişt guherîn.
Navê tîmê di proses an jî pêvajoya aşitîye de hat guhertin. Miheqeq atmosfera wê demê û jixwebawerbûna kurdan bi vê guhertinê ve girêdayî ye. Piştre çi bû, çi ne bû taxim di nav dil û malan kurdan de cihê xwe fireh kir.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Amedspor taximek ne sîyasî, lê polîtîk e. Navê tîmê di nav dilê kurdan de dilê kurdbûnê ye. Dildarên wê stran û marşên sîyasî distirên. Bi “Diren ha Diyarbekir” seremoniya xwe dikin. Ji ber vê rewşê futbolîstên wek Abdullah Çetin û Deniz Naki zêde sîyasî, ji bilî Amedsporê kêm tîm hene ku karibin lê bilîzin.
Piştî navguherîna Amedsporê bayê prosesa hêvîxurtkirin û jixwebawerbûnê bahoz û bager li me vegerand. Vê bahoz û bagerê Amedspor jî da ber xwe. Serokkomarî nerazîbûna xwe li ser navê “Amed”ê nîşan da. Atmosfera siyasî li dildarên Amedê jî şeveke reş gerand. Yên hatin desteserkirin, yên doz li wan hat vekirin li aliyekî, dildarên Amedsporê ji heft salan zêdetirî ji bilî çend îstisnayan nekarîn biçin maçên deplasmanê. Li rêvebir û futbolîstên Amedê eriş tên kirin. Yanî tim di bin zext û zorê de ne. Ji navguhertina Amedê vir de cezaya ku ji ber propagandaya îdeolojîk tê dayîn temamî bîst caran li tîman hatine birîn. Ev bîst ceza jî li kurdan hatine birîn.
Baş e, çima xisûsî Amedspor li jêr ber zext û zorê ye û çima dildarên Batman Petrolsporê di maça Amedsporê de ji ber têkçûna tîma xwe şad û bextewar in? Çimkî Amedspor li ber çavê kurdan jî, federasyonê jî, dewletê jî ne tîmeke ji rêzê ye. Bi ya min li ber çavê hemûyan Amedspor tîmek neteweyî ye. Bi kurdîya tirkmancî Amedspor millî taxima kurdan e.
Serokê Amedsporê Aziz Elaldı çend roj berê di civînekê de gotiye “li gor hejmara piştgirî û dildaran, piştî sê tîmên mezin Amedspor di rêza çaremîn de ye.” Yanê li gor Elaldı, Amedspor li dû Galatasaray, Fenerbahçe û Beşiktaşê taxima çaremîn e. Sedî sed nikarim tiştekî bibêjim lê ev daxuyanî rast xuya dike. Ji ber ku em di hin lêkolînan de vê pirsê dipirsin û ji bilî Amedsporê tu tîmên kurdan ji bajarê xwe wêde ne xwedî dildar in. Wek mînak di nav Wanîyên li xurbetê, piştgirên Amedsporê ji yên Vansporê pirtir in. Ev nêrîna min û gotina Elaldı jî dide ber çavan ku Amedspor bûye tîmeke neteweyî.
Divê lêkolîneke xisusî li ser vê meseleyê were kirin. Lê dîsa jî em piştgirîya Amedsporê dipirsin. Ez ê wek mînak, encamên Diyarbekirê bi we re parve kim. Kerem kin li grafikên jêr binêrin ku ka li Amedê rêjeya dildarên Amedsporê çiqas e [*]:
Têbînî:
[*] Ev lêkolîn bi hevkariya Rawestê Nîsana 2023yan li hemû navçeyên Amedê bi 1500 kesî re rûbirû hatiye kirin.
- Lêkolîner e. Di qedemeyên cûda de rêveberîya sazîyên muxtelîf yên wekî fikrî, lêkolîn û mafên mirovan kirîye. Di deh salên dawî de di nava lêkolînan de cih girtîye yên ku di bin banên sazîyên cûda da hatine kirin. Yek ji avakarê Rawest Araştırmayê ye. Niha jî dîrektorê Kurdish Studies Centerê (Navenda Lêkolînên kurdî) ye ku di serî de Kurdên li Tirkiyeyê, derbarê kurdan de lêkolînên siyasî û civakî dike.