Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Abdulla Peşêw beşdarî Festîvala Helbestan a Annikkiyê bûye

13/06/2024

Helbestvan Abdulla Peşêw li Finlandîyayê beşdarî Festîvala Helbestan a Annikkiyê bûye.

Mijara festîvalê “Şexsî” bû. Li festîvalê hunermend û nivîskarên navneteweyî cih girtine û li festîvalê çendîn çalakîyên cuda hatine lidarxistin.

Yek ji helbestvanên giring yên serdema me Abdulla Peşêw jî di festîvalê da cih girtîye. Ev festîval yekemîn performansa Peşêwî ye ku ew cara ewil e derdikeve pêşberî xelkê li Fînlandîyayê. Helbestên Peşewî ji alîyî Minna Torppa ve bi zimanê fînî hatine xwendin bo guhdar û beşdaran.

Festîval 8ê Hezîranê, berîya pênc rojan, li Fînlandîyayê, li bajarê Tampere hat lidarxistin.

Serborîya destpêkirina vê festîvalê wiha ye ku çend niştecihên Mehelleya Annikiyê çalakîyeka helbestan li dar dixin, ji wê rojê şûnde bi awayekî birêkûpêk ew wekî festîval tê lidarxistin. Ji wê rojê şûnde ev festîval dibe yek ji giringtirîn çalakîyên Fînlandîyayê. Di vê festîvalê da ji bilî hunermend û nivîskarên herêmî, yên navdar û navneteweyî jî cih digirin.

Çend agahî derbarê Abdulla Peşêwî da:

Yek ji giringtirîn helbestvanên kurdan yê serdema me ye. Sala 1946an li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê ji dayik dibe. Wî sala 1963yan helbestên xwe yên yekem çap kirine û sala 1967an yekem dîwana wî ya helbestan derket. Heta niha çendîn dîwanên wî hatine çapkirin. Helbestên wî bo van zimanan hatine wergêran: swêdî, almanî, îtalî, yûnanî, fransî, erebî, farisî, rûsî. Zimanzan û Prefosero zanîngehê Peşêw, ji edebîyata cîhanê, berhemên Walt Whitman û Alexander Puşkin bo zimanê kurdî wergêrane. Di helbesta Peşêw da, ji qonax û mijarên têkoşîna ji bo Kurdistaneke serbixwe bigire heta helbesta evînî yên kesane, mijarên cûrbecûr bi hev re hatine honandin. Ji dîwanên wî çend heb bo kurdî ji alîyê Zülküf Ergün ve hatine wergêran. Peşêw niha li Fînlandîyayê dijî.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Mesûd Barzanî: Hêvîdar im di wextekê nêzîk de birêz dikim Abdullah Ocalan azad bibe

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê ji bo şahiya Newrozê ya bajarê diyarbekirê

Foto Galerî – Newroza 2025ê, Amed

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina