Newroza Dêrsimê: Barana tîna agiran dişkîne..

Newroza Dêrsimê: Barana tîna agiran dişkîne..
Newroza Dêrsimê: Barana tîna agiran dişkîne..
Omer Faruk Baran
  • 20 Mart 2023 06:33

Sahne bi straneka dixwaze Diyarbekir li ber xwe bide û bawerîya xwe bi çiya bîne govenda gêncan hîn dicoşîne ku ji nişka ve teq programê diqedîne. 

Berê dibêm em bi derengî hatin Dêrsimê, lê paşê bi qinyateka din gumanê dibim ser barana pir zêde dibare: Jiber şilî û şepelîya ne îşê îşan zûzûka dawî li programa Newrozê hatiye.

Qelebalixa ez li ber Seyîd Riza dibînim ne ya bi hezaran e, bêjim bi sedan kes jî belkî çirçirandin e, bes behs û mesele ne ew e.

Milet bo bibe xatira li ber agirê dadayî disekine û fotografan dikişîne, lê yên bo xwe germ bikin pişta xwe dane êgir sekinîne jî ne hindik in.

Piştî milet ji meydanê derdikeve, berê kûçik û dûra jî polîs, ku ji şor û şibêtên wan bêlî ne Tirk in, tên bêr agirê Newrozê. Ya kûçikan, jiber ku zimanê wan nizanim texmînî dibêjim nîyeta wan xwegermkirin e, lê ya polîsan ne texmînî, bi çavên serê xwe dibînim ku bo xwe germ bikin li dora agirê Newrozê kom dibin.

Ez jî bo fotografekî bigirim li ber agirê Newrozê me ku hinekî difikirim li ser kûçik û polîsên li pêş min.

Sîstemê deng û ceng birîye ji kûçikên li bajêr. Ne dikin ewteewt ne êrîş dikin ne gez dikin, bê deng û bê ceng yanî. Dîsa wê sîstemê xwestiye ku polîsên li Dêrsimê li gor yên Diyarbekir kubar bin parîyekî û bi rûyekî nerm bidin û bistînin. Ne dikin barebar, ne gêr dikin ne êrîşkar, ji xwe re li dora êgir bi ken û kêf bi hev re dipeyîvin.

Jiber tirsa min ya li Diyarbekir, ku polîsekî carekê tifinga xwe rasterast xistibû kadraja min û raberî min kiribû ku kuştina min li tetikekê ye, newêrim berê kameraya xwe bidim polîsan û wan li dora êgir bikişînim. 

Kûçik diçin, polîs jî. Barana xezebreng dişidîne hinekî din û tîna êgir dişikîne. Deprem, li dû depremê, lehî, felaket li ser felaketê.. Loma sala 2023yan dilşikestî ye Newroz, loma şiîreka ostayê min Arjen Arî tê bîra min. Nizanim rehmetî kîjan salê nivîsîye Dêrsim Dêrsim, lê yê wî jî di Adarekê de çîçekên wî dilşekestî bûne. 

vê biharê xec venebûn
ji nefelê pel weriviye
lîlozan qet reng venedan

Mûnzir sor sor herikiye

Jêder:
Arî, Arjen: Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Weşanên Sor, 2019