Têbînîyên Amerîkayê – XX: Süt İçtim Dilim Yandı yan jî Mezarcı Kamil

Di hin çavkaniyan de jî amaje pê hatibûkirin wekî Morrisî, her bi tenê kesayetek afirandiye, bêgûman ne wisa ye, lewre kesayetên ciyawaz yên ku kowboyê me yê tikûtenê di gerûgeştên xwe de liqayî wan tê, gelek in, Birayên Daltonan yên herî naskirî ne, dijminên wî yên sereke, di albûma Hors-la-loiyê de, di henga dawîtirîn şêlanê de tên kujtinê, xêzkar, bi dû vê serkeftinê, di albûma nû de jî guherînên bingehîn bi pêk tîne, fena Calamity Jane, Jesse James û Billy the Kid, giş kesayetên rasteqîn bûn.

***

Me jî her wisa dizanî ku navê wî Red Kit e, yê ku ji sîya xwe zûtir çek diteqand. Navê hespê wî yê dilsoz Düldül (bi navê resen Jolly Jumper) û navê tûleyî jî -çi ecêb wek xwe mabû, Rîn tîn tîn e. Timî şerê wî û Birayên Daltonan bû, çar bira, bi kincine xetxetî yên hepsê derdiketin pêşberî me, ji gozekan bi qeyd û bendan zincîrkirî bûn, me jî pir meraq dikir goga hesinî, wekî çiqas e giraniya wê. Wekî gelek tiştên ku derheqa wan de me tu agahî hilnedabûn, Lucky Luke jî hatibû tirkîkirin û bûbû Red Kît, cara pêşîn di sala 1956an de, di kovara Dolmuşê de hatibû weşandin, Dolmuş jî a xêzkarê navdar î tirk Turhan Selçûkî bû. Ji ber ku telîfa çapa resen a rengîn nehatibû edakirin, encax bi rêya kopîkirinê û bi awayekî reş û spî digihîşt ber destê xwîneran. Dîsan wek gelek tiştan, çîrokeke vê diziyê jî hebû; Ferdî Sayişman wek bavê xêzeromanê yê tirkan nav û deng dabû, hevnasîna wan digihîşt salên 1954-56an, -hingê serboriyên Lucky Lukeî di kovara Spirouyê a fransî de diweşiya, a soxî xwestine li Tirkîyeyê jî çap bikin lê tu navekî balkêş peyda nekirine jê re, hevalekî wî qala kovara xwe a bi navê Red Riderîkiriye jê re ku ew jî kopî ye, Sayişman jî hingê bi kopîkirina kovareke din (Bil Kit) mijûl e, Red ji Red Riderî, Kit ji Bilî hatiye wergirtin, Red Kit wisa derketiye holê. Sayişman bi demê re bûye pisporê kopîkirinê, ango dizî û piziya xêzeromanan; Tenten, Zagor, Küçük Prens, Mister No, Mandrake, giş bi kopîkirinê hatine belavkirin.

***

Ne ku di karê lêanînê de hin alozî dernediketin, çunkî di wan salan de xêzeroman ji welatên dereke fena karîkatûrên bandan dihatin û ji bo wan veguhezin rûpelên romanan û li yên xwe bînin, gelek caran xet û xêz jî vediguherandin, dîmenên piçûk, anegorî rûpelsaziya kopîyê dihatin mezinkirin, yên mezin jî dihatin piçûkkirin û pirî caran hin dekorên ku di xêzên resen de nîn bûn, lê dihatin zêdekirin, Kızılmaske (Fantom) û Mandrake her bi rêyê der çûbûn.

***

Û carinan jî di quncikên bandan de valahîyine ku karê xêzkarî çetîntir dikirin, derdiketin, Sayişman ev valahiyên teknîkî, bi gotinên xwe yên berradayî ku di wê hengê de dihatin hişê wî, tije dikirin. Heya sala 1970yan, pêşnûmayên xêzeromanan êdî bi teherekî din dihatin Tirkîyeyê, êdî bi tenê nepoxên gilîgotinan vala dihiştin, karê Sayişmanî jî bere bere veguhezîbû kalîgrafiyê, bi dû kompûterê û bernameyên dîzaynê re, wek gelek tiştan ew jî ji holê rabûbû.

***

Demek bû gerînendeyê Weşanxaneya Avestayê Evdila Keskînî qala çapkirina hin xêzeromanan û xasma jî Lucky Lukeî dikir, Keskîn bi coş û peroş bû, ne bi tenê ji ber çapa wê ya bi kurdî, her weha ji ber berbirriya xwe a di mijarên wehakîno de ya ku bi heman peroşiyê bi derdora xwe re jî parve dikir. Ew ji nifşekê dihat, ez ji nifşekî -di Fırt, Gırgır û Çarşafê de, pê re pê re di serdema xêzeromanên ewilîn de wek nifş em gihîştibûn hev, xwînerên ku dê rûpelên çapa kurdî biqulibandana ji nifşekî bi her awayî ciyawaztir, kêşeya me jî her ev e bû; kêşeya me dibêjim lewre, ji henga bernameya çapê ve, hew pirsek di serê min de digeriya; aya dê kî guh bidaya gilîgotinên kowboyekî tikûtenê yê ku ji serdemeke din deng li me dikir? Lucky Luck ne li aliyê din î tarî bû, rêgir nedikuştin, heke em têkçûnên nijdevanên fenanî Daltonan nehesibînin, wekî digotin, mirîşka kesî ji xew ranedikir, hîç tiştekî ku dêhn û bala nifşê Tiktokê bikişîne, nîn bû di wan rûpelan de; erê, belkî kurmanciya wê, a soxîn çap bûbû û gihîştibû fûara kitêban.

***

Lêbelê em bi coş û peroş bûn di saetan de, Red Kit li ser ekranê nûma dibû, kowboyê me yê tikûtenê, li ber mûzîkeke dilveker a Rojavaya Dirrinde, ya ku gelek li wê seqayê dihat, di beyabanên xeternak yên Amerîkayê re derbas dibû, toz û dûman radikir, Jolly Jumper çargavkî diket bajarokekê, deriyê duqanat a barekê, ji nedî ve vedibû, reşeyek dihat xuyanê, Lucky Luck li dora xwe çerx dibû û di nava sî û tavê de radihişt demançeya xwe, şewqeyê rêgirekî ji serî difirand, sozaniyên ku derketibûn ser diqê, pîjaqên xwe şanî me didan, piştî vê dîmenê kamera berê xwe bi pîyanîstê barê ve dikir. Ji van dîmenan, ya herî seyr dîmena pokervanê dekbaz bû, piştî dîmena pîyanîstî, deq û dolab kifş dibû. Kowboyek bi tivinga xwe lambeya bi asraqê ve hûrhêra dikir, Birayên Daltonan ji barê difizirandin, çar heb şewqe li dû xwe dihêlan, yên ku bi dorê diketin ser pêlikan. Lucky Luck di hin çavkaniyan de wek kowboyekî şûm î bêcir ¾di heman katê de zebrhezkir û kerekere hatiye pênasekirin, bo mînak, di hejmara ewilîn de (La Mine d’Or de Dick Digger) qet nakeve dudiliyê gava Mad Jimî bi cehenemê şad dike, di hejmara şeşan de jî (Hors-la-loi), heman tişt bi serê Birayên Daltonan jî tê. Afirînerê Lucky Luckî René Goscinny, radibe endezyariyê dike di kesayeta wî de, piştî hingê Lucky Luck dev ji mêrkujiyê berdide, pisporiya xwe, di warê bêçekkirina dijminên xwe de bi kar tîne, jê û bi şûn de îş û ‘emelê wî dibe zeftkirina dekbaz û rêgiran, carinan jî dibe felatkerê keçxamayan… Ji bilî taybetiya wî ya bilez û bez ya çek kişandinê, -çekê li sîya xwe jî dikişîne lewre jê bileztir e, hin taybetiyên wî yên din jî hebûne; ew yekî bêtirs e û pirî caran li hemberî bûyer yan gilîgotinên fîtker, dikare hêrsa xwe bixwe. Goscinny di derheqa malbata wî de tu agahî nedane me; em nizanin bê ji ku hatiye, di du hejmaran de qala bapîrê xwe dike û peyaman bêhtir ji bajarokekî bi navê Nothing Gulch werdigire, hinde!  

***

Di hin çavkaniyan de jî amaje pê hatibûkirin wekî Morrisî, her bi tenê kesayetek afirandiye, bêgûman ne wisa ye, lewre kesayetên ciyawaz yên ku kowboyê me yê tikûtenê di gerûgeştên xwe de liqayî wan tê, gelek in, Birayên Daltonan yên herî naskirî ne, dijminên wî yên sereke, di albûma Hors-la-loiyê de, di henga dawîtirîn şêlanê de tên kujtinê, xêzkar, bi dû vê serkeftinê, di albûma nû de jî guherînên bingehîn bi pêk tîne, fena Calamity Jane, Jesse James û Billy the Kid, giş kesayetên rasteqîn bûn. Jolly Jumper (bi tirkî Düldül, ye’nî navê hespê Hezretî Elîyî), ji hespekî wêdetir e ji bo xwediyê xwe; Jolly Jumper fîlozofek e, fena Sanço Panzayê Don Kîşotî, ew jî gava xwediyê wî dikeve nav gêrevêreya xewn û xeyalan û ji rasteqîneyê bi dûr dikeve, bi çepilê wî digire bi şûn de vedigerîne nav cîhana rasteqîn. Herçi Rantanplan e, ango Rin tin tin, tûleyekî ehmeq î Aleman yê şivanan e û qaşogiravî bi alayeke siwariyan re tevdigere, Jolly Jumper gelek caran bêyî dilê xwe rê li ber Rin tin tin jî dixe.

***

Em vegerin ser Sayişmanî û arezûya wî ya tirkîkirinê, “…di Red Kitê de,”dibêje di hevpeyvîneke xwe de, “yekî gorkol hebû, tim û dayîm li quncikekî bû destên xwe di hev didan û mezel amade dikirin, min navê wî danî Mezarcı Kamil… di rastiya xwe de li Kasımpaşayê, li Goristana Kulaksiz de gorkolî dikir, dizê kefenan digotinê, lewre kefenê mirîyên nû çalkirî didizîn û difirotin.”Camêr bi vê jî qayîl nabe, di beşekê de gotinên straneke îrlandiyan vediguherîn û dike“Süt içtim dilim yandı…”, gava pirs jê dikin, tîne dibêje, “Tiştên ku ne bi dilê min bûn, min tev guherandin, lewre ez bi yekê baş beled bûm, tişta ku min jê hez nedikir, dê kes jê hez nekira, ez zarokê gel bûm…”

***

Lucky Luke, Rêgirê Berşîr(*), bi mottoya “Kowboyê ku ji siya xwe zûtir çekê diteqîne” derçû, bi wergera Aynur Kaşê û bi edîtoriya Îmam Cîcîyî. Ne Mezarcı Kamil û ne jî Süt içtim dilim yandı… niha kugorkoliyê li Rojavayê dikin û çav berdane şîrê ji bo berşîran…

Têbînî:

(*) Lucky Luke, Rêgirê Berşîr, Werger: Aynur Kaş, Edîtor: İmam Cici, Avesta 2023.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir